Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/08/2020 - 12:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên li Zapê di êrişên hewayî de şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“13’ê Tebaxê li qada Kînyanîş a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevalên me Baz û Tolhildan şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Baz Rojhilat
Nav paşnav: Xalid Hamedî
Cihê jidayikbûnê: Pencewîn
Dayik-Bav: Gîlyan-Xelîl
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tebaxa 2020’an / Zap

 

 

 

Nav paşnav: Tolhildan Colemêrg
Nasnav: Serhat Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gulay-Aydin
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tebaxa 2020’an / Zap

 

Dewletên dagirker ji bo li Kurdistanê sîstemeke mêtingeriyê ava bikin, li her parçeyên Kurdistanê bi her awayî komkujiyê li gelê Kurd rewa dibînin. Gelê Kurd li dijî vê koalîsyona qirkirinê bi salan e ji bo hebûnê têdikoşe û di oxira azadiyê de berxwedaneke xurt dimeşîne. Hevrêyên me Baz û Tolhildan jî bûn ji pêşengên berxwedana rûmetê û erk û wezîfeyên xwe bi cih anîn.

Hevrêyên me Baz û Tolhildan li herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn. Jİ bo azadiya gelê Kurd û dawîanîna li mêtingerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Di îdeolojiya Rêber Apo de xwe şareza kirin û ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bixin meriyetê kedeke mezin dan. Li Zagrosan tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bûn û derbên mezin li dagirkeran xistin. Hevrêyên me Baz û Tolhildan heq ji her cûre zehmetiyan derketin û bi berxwedana xwe bûn mînakek ji milîtaniya fedayî ya Apoyî.

Hevrêyên me Baz û Tolhildan ji bo avakirina paşerojeke aram û azad a gelê Kurd bêteredût canê xwe feda kirin û ferman dan ku têkoşîna rûmetê ya şehîdên leheng bi serketinê bê tacîdarkirin.

PERSPEKTÎFA MEŞA ME YA AZADIYÊ YE

11’ê Tebaxê li qada Cîlo ya Biçûk a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevalê me Karwan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ne:

 

Nasnav: Karwan Halaç
Nav paşnav: Mehmet Alî Bahadir
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Songul-Orhan
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020’an / Zap

 

 

Hevrêyê me Karwan sala 1995’an li Bedlîsê ji dayik bû. Di nava derdoreke welatparêz û kedkar de mezin bû. Li dibistana ku navenda asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a faşîst e, rûyê rast ê dewleta dagirker nas kir û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Karwan ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi kedkarî û afirîneriya xwe ya li eniya berxwedanê dihate naskirin, li Zagrosan di berxwedana dijî dijmin de serketinên girîng afirand. Hevrêyê me Karwan ji roja tevlî bû heta roja şehîd bû hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin, bi daxwazeke mezin û bi bawerî bi cih anî. Hevrêyê me Karwan sekna fedayî, daxwaza têkoşînê û perspektîfa meşa me ya serketinê ye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YBŞ: Dagirkeriya tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayitên faşîstan şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayitên faşîstan şewitandin

LEZGÎN - Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayitên faşîstan şewitandin

ANALÎZ – Dest dirêjî nasmûsa kurdan dikin!

Efserê tirk ê dagirker dest avêt zarokeke 17 salî!

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.