Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YBŞ: Dagirkeriya tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne!

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku êrîşên li ser Şengalê di heman demê de li ser Êzdîxanê û civaka Êzidiyan e û ew ê ev êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/08/2020 - 12:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
YBŞ: Dagirkeriya tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşên li ser Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku wê ev êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegera qetlîama 3’ê Tebaxa 2014’an de, qetlîama li gundên Tilezêr, Sîba û Koço dewleta faşîst a Tirk di van rojan de ku hê jî şehîdên van qetlîaman dihatin bibîranîn, bi balafirên SÎHA ve du êrîş pêk anîn. Ne ji êrîşa 23 Tebaxa 2020’an ne jî ji êrîşa duh yanî ya 25’ê Tebaxa 2020’an encam negirtin.

Ev yek dide nîşandan ku dewleta Tirk li hemberî qada me a Şengalê konseptek nû daye destpêkirin. Dewleta Tirk bi van êrîşan ve dixwaze fermana 2014’an bi encam bike. Çawa ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê ve dixwastin qetlîama pêk bînin, îro jî yên ku van êrişan pêk tînin, hêzên ku plana 3’ê Tebaxa 2014’ân xistine meriyetê ne. Yên ku van êrîşan plan dikin û pêk tîne MÎT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar yê heremî ne. Ger îro ev êrîş pêk tên, em pir baş dizanin kesên ku bi Parastinê re hevkartiyên qirêj pêk anîne û bi agahiyên îstixbarata van ve pêk tê.

Di her du êrîşên ku van rojên dawiyê pêk hatin de him hêzên me him jî gelê me yê sivîl hatine hedef girtin. Tişta ku bi van êrîşan armanc dikirin encam negirtiye, lê li cîhê lêdanê şewat çêbûye. Em hêzên YBŞ’ê dibêjin em ê armanca van êrîşan vala derbixînin. Heya ku gelê me bigihîje azadiya xwe, bi mezintir têkoşînkirinê ve wê meşa xwe ya azadiyê berdewam bike. Em dibêjin heya em vê têkoşîna xwe bi serketinê re tacîdar dikin wê bi biryarderiyek mezin ve berxwedaniya me bi mezintir wê berdewam bike.

Taybet di vê pêvajoya dawî de Serokê Hiqûmeta Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniyeke xwe de gotûbû ‘Şengal ne fermî ye’. Hêzên YBŞ û YJŞ li gor qanûna Iraqê hêzên fermî yên tevdigere ye. Eger hêzekî ne qanûnî hebe, ew jî gotinên Nêçîrvan Barzanîne her wiha dewleta faşîst a Tirk û saziyên MÎT’a Tirk anîna axa Iraqê ye. Bicîh kirina dagirkeriyê li barEgehên Başîqa û pir cîhên ku di axa Iraqê de ne. Bi van baregehan ve axa Iraqê dagir kirine. Hêzên neqanûnî, baregeh û saziyên îstîxbaretê ya MîT’ê ne. Yê ku ev hêzên dagirker anîne axa Iraqê û Başurê Kurdistanê dagir dikin û fermî tevnagere Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye. Yên ku girêdayî dewleta Iraqê nînin û bi ti awayî fermiyeta wan nîne leşkerên Tirk, MÎT’a Tirk û çeteyên Roj in. Ji xwe di pêvajoya dawî de bi destên MÎT’a faşîst yê Tirk, di êrîşên hewayî de yek fermandarê HPG û du fermandarên Iraqê şehîd xistibûn. Bi êrîşên dewleta Tirk ve ji gelê me yê Başûr bi dehan kes qetil kirin, bi dehan gund talan kirin û dixwazin gelê me li ser axa wan bidin koçkirin. Tiliya Parastin û Nêçîrvan Barzanî di bingeha van şehadetan û bûyeran de heye. Daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yê bi vî awayî jî, revakirina êrîş û dagirkirina dewleta faşîst ya Tirk ya li ser axa Başurê Kurdistanê û Iraqê ye. Hevkartiya Nêçîrvan Barzanî û Parastinê ya ku bi dewleta faşîst a Tirk re pêkhatî ye. Dewleta dagirker û faşîst a Tirk xistin axa Başûrê Kurdistanê de bêkarî û belengazî pêş ket. Warê siyasî û aborî de alozî pêş ket. Ev şêwaza polîtîqayê qirêj ên dewleta Tirk in. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk bi xwe re vê tîne. Di serî de divê gelê me û ciwanên me yên Başurê Kurdistanê daxuyanîyên bi vî rengî yên Nêçîrvan Barzanî ji bo kê xizmet dike, baş bibîne û li kêleka hêzên ku ji bo gelê xwe, axa xwe têkoşîn dikin de cîh bigirin. Em ji bona vê yekê bang li gelê xwe dikin. Yên ku bi Parastinê re hevkartiyê dikin bila dest ji vê yekê berdin. Ji ber ku niha Parastin wek saziya MÎT’a Tirk tevdigere. Pêwîst e gelê me baş bizanibe ku MÎT’a Tirk dijminê gelê me yên dîrokî ne. Di dîrokê de li hember gelê me gelek qetlîam û êrîş pêk anîne. Ji bona vê jî yên ku di nav hevkartiya MÎT û Parastin’ê dene, bila dest ji hevkartiyê û îxanetê berdin. Bi MÎT û Parastinê ve ti tişt nayê destxistin. Ji bona vê jî em bang li yên ku di nav vî hevkartiyê de ne li malbatê wan dikin. Xwedî li zarokên xwe derkevin û zarokên xwe ji vê hevkartiyê xilas bikin. Wekî din em ji encaman ku derkevin ne berpirsiyar in. Di çarçoveya daxûyaniyên mezinên eşîran, oldaran û malbatê me de li ser esasê vegera ser axa xwe ve bila di têkoşîna azadiya xwe de cîh bigirin. Hêza ku ji keç û xortên Êzidxanê pêk hatiye, wek YBŞ û YJŞ’ê re piştevanî bikin. Pêwîst e bizanibin ku êrîşa li ser YBŞ’ê, êrîşa li ser Êzidatî û Êzidxanê ye.

Ev hêz, ji ber dizanin bi van êrîşan encam nagirin, ji bo ewlehî û aramiya Şengalê xirab bikin, gelê me û hêza gel dikin armanc. Yên ku bi destê DAÎŞ’ê nekarîn pêk bînin, hêzên ku hevkartî dikin di armanca demografiya Şengalê xirab bikin de ne. Vê yekê çawa doh li Efrînê pêk anîn, îro jî dixwazin li Şengalê pêk bînin. Ev jî armanca MÎT’a Tirk û yê wek wê tevdigere saziya Parastinê ye. Yê ku bi wan re hevkartî dikin pêwîst e di ferqa van armanca de be. Ji ber ku Şengal nabe wek Efrîn, ji bo wê ji bila dest ji vê îxanetê berdin. Yên ku di nav vê hevkartiyê de ne pêwîste vê baş bizanibin; Bi dewleta Tirk a faşîst re kar kirin, tê wateya li hember ol, ax, dîrok, çand, armanc û azadiya xwe îxanet kirin e. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li hember gelê me pir caran ferman, qetlîam û êrîş pêk anîn û xwestin gelê me tine bike û ola me ji dîrokê rake. Pêwîste ti kes vê yekê ji hişê xwe dernexe û dîroka xwe ji bîr neke. Ji ber ku yên dîroka xwe ji bîr bike siberoja xwe û hêstên xwe jî ji bîr dike. Ji bona vê jî em carek din dûbare dibêjin yên ku di nav hevkartî û îxanetê de ne, bila dest ji van lêgerînan berdin. Ji ber ku yên dibin hevkarê van êrîşên li ser gel û hêzên me de pêktînin wê teqez hesabê ji bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Duran Kalkan: ‘Pêşmerge ne li rex Gerîla, li gel artêşa dagirker disekine’

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 Gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayitên faşîstan şewitandin

LEZGÎN - Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayitên faşîstan şewitandin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.