Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Ciwanên Başûr bi pêşengayetî û berxwedanî dijî dagirkeriyê têkoşîn dike

Ciwanan bi şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” ji bo dagirkeriya Tirk ji holê rake dest bi kar û xebat kiriye. Ciwan dîsa di vê pêvajo de erk û berpirsyartiya xwe dît û ket nav liv û tevgerê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/07/2020 - 0:21
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Ciwanên Başûr bi pêşengayetî û berxwedanî dijî dagirkeriyê têkoşîn dike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dîrokê heta roja me ya îro di her tiştî de ciwan bûye xwedî rolekî diyarker û di nava civakan de bûye hêza gûhertin û vegûhertinê. Ciwan enerjî û dînamîka civakê ye. Ji ber vê yekê sîstema desthilatdarî her ciwan kiriye hedef û armancê xwe. Kî an jî kîjan fikr xwestibe bibe serwer ji ciwanan de dest bi karê xwe kiriye.

Li Başûrê Kurdistanê jî ciwan her li hember parçekirina Kurdistan û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê di asta pêşengetî de di nav siyaset, dîplomasî, çeperên şer de cîhê xwe girtiye. Li hember Îngîlîzan heta serî hildane, şer kirine planên hêzên derve ji bi berxwedaniya ciwanên Başûr hatiye şikênandin. Li hember dagirkeriya Irak û rejîma Baasê jî ciwanên Başûr bûne Pêşmerge. Bi hezaran ciwan bûye Enfal lê dîsa jî ciwan di erk û mîsyona xwe ya pêşengeyatî û berxwedaniyê de israr kiriye û heta Herema Kurdistanê ava bûye xwîna xwe rijandiye.

Ciwanên Başûr, di her demî de li hember dagirkeriyên Kurdistan û hêzên derveyî yê dijminê Kurdan xwe perwerde kiriye, xwe rêxistin kiriye û bi awayek her çalak bûye. Di dîrokê de rola ciwanên Başûr her diyarker bûye. Di nav xwe şoreşgerên pir mezin yê wek Şehîd Aram, Şehîd Leyla Qasim, Şêhîd Elî Esker, Şehît Viyan Karox, Şehîd Doktor Sîrwan û Şehîd Diyar Xerîb derxistiye.

Ji ber ku bi ked û tekoşîna ciwanan heremekî hatiye avakirin, li Başûrê Kurdistanê xebatên Yekîtiya Neteweyî bi pêşengtiya ciwanan parçeyên dîtir jî her kiriye nava liv û tevgerê. Bi pêşengtiya ciwanan li Başûr ji bo Yekîtiya Neteweyî bi dehan Kongre, Konferans, Panel û Komxebat hatiye li dar xistin. Enerjî û dînamîka ciwanên Başûr, di xebatên Yekîtiya Neteweyî de d sala 2010 an de gelek xebat hatiye kirin. Niha jî di nav rêxistin û tevgerên ciwanên Başûr de Tora Ciwanan heye û xebatên Neteweyî di astekî de dimeşe.

Ciwanên Başûr çawa ku li Başûr li hember dagirkeriyê rawestiya ye, li parçeyên dîtir yê Kurdistanê jî bêdeng nemaye. Di pêvajoya Berxwedana Şerê Efrînê de li hember dagirkeriya Tirk, ciwanên Başûr ji Silêmanî heta Efrîn dest bi meşa dirêj kir. Sedan ciwan, rêxistin û tevgerên ciwanan di vê meşa dirêj de cîh girt. Meş li nêzî Hewlêrî rastî êrîşên PDK hat û gelek brîndar bû. Ji bo Efrînê Tevgera Ciwanan Seferberî ragihand û bi dehan ciwan berê xwe da Efrîn çeperên şer.

Dîroka ciwanan de her li hember êrîş û dagirkerî ji bo gel û deskeftiyên gelê xwe xwe fedakirin û xwe kirina mertal heye. Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Qendîlê bi girseyî dest bi mertalên zindî kir. Ciwanan, li Qendîlê navenda berxwedanê kom vedan û li hember êrîşan helwestê xwe raber kirin. Ciwana ev çalakî bi ruhêkî fedaî 2 sal rêvebirin. Bi hezaran kes kom ziyaret kir. Herî dawî ciwanan mertalên zindî li Bradostan di nav bomberanên dewleta Tirk a dagirker de bi dawî kir.

Li Başûr dema bê gotin Serhildan yekem Şeladizê tê bîra mirov. Ciwanên herema Bradost Şeladizê bi ruhekî Kurdistanî li hember dagirkeriya Tirk cîh û baregehên dewleta Tirk ji holê rakirin. Ciwanên Şeladizê bi serhilderiya xwe ya dîrokê bi tîpên zirîn navê xwe di dîrokê de nivîsandin. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, li hember ciwanên Şeladizê baregehên xwe berdan, çek û cepilxaneya xwe berdan û reviyan. Ji wê rojê şûnve dema tê gotin Şeladizê, dewleta Tirk a dagirker tirs û hov digire.

Dewleta Tirk a dagirker, dema herî dawî êrîşên xwe yên qirker bir ser Girê Spî û Serêkaniyê herî dengê xwe derxist ket nava tevgerekî mezin ciwanên Başûr bû. Li hember dagirkeriya Tirk li seranserê Başûr derket kolana û dagirkerî protesto kir. Ciwanan ji hezaran re pêşengtî kir û tevgerandina dagirkeriyê qebûl nekir. Di vê çarçoveyê de Seferberiya Rojava hat ragihandin û 70 ciwan ji bo axa Rojava biparêze çû Rojava. Ev erk û mîsyona ciwanên Başûr carek din da holê. Ciwan, ji bo Rojava li her bajarî xwe seferber kir. Kampanyayê Boykotê da destpêkirin. Hem di ji bo şer bike hem jî li di aliyên siyasî, aborî û dîplomasî de dagirkeriyê teng bike xebatên xwe da meşandin. Derveyî PDK ciwanên partî, rêxistin û tevgerên ciwanan Tora Hevbeş ya Ciwanên Başûr ava kirin û bi rûhê Neteweyî xebatê xwe meşandin. Boykot kirina kel û pêlên Tirkî darbeyekî giran li aboriya Tirk xist.

Roja me ya îro de jî dagirkeriya Tirk û hevkarên wî yên heremê, di çarçoveya plana Mîsak-î Mîllî de dest bi tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Li hember vî tevgera dagirkeriyê hêzên Gerîllayên Kurdistana Azad li her dewerê Başûr berxwe dide. Gerîlla bi her awayî nahêle ku tevgera dagirkerî encam bigire. Di vê çarçoveyê de Ciwanên Başûr ji bo dagirkeriyê têk bibe, bişkîne; Hamleya Seferberiya Heftanîn ragihand.

Ciwanan bi şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” ji bo dagirkeriya Tirk ji holê rake dest bi kar û xebat kiriye. Ciwan dîsa di vê pêvajo de erk û berpirsyartiya xwe dît û ket nav liv û tevgerê. Dîsa ciwanan ji bo parlemento bikeve tevgerê, kampanyaya îmzayê ya ji bo leşkerên Tirk ji axa Başûr û Irakê derbikeve destpê kiriye.

Ciwan li Başûr di nav Seferberiyê de ye. Rola xwe ya pêşengayetî û berxwedanî girtiye pêşiya xwe û bi şîara BIRÛXÎNE ketiye nav tevgerê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

YPS-Jinê silav da Heftanînê: 9 polîs birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPS-Jinê silav da Heftanînê: 9 polîs birîndar bûn

YPS-Jinê silav da Heftanînê: 9 polîs birîndar bûn

HPG: Hevrê Rustem li Xantûrê bû efsane!

HPG: Hevrê Rustem li Xantûrê bû efsane!

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.