Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat: Tevgera Jinên Kurd pêşeng e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got Tevgera Jinên Kurd pêşengiya îdeolojîk, felsefî, rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê dike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/06/2020 - 12:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Hozat: Peyama Rêber Apo ji bo hêzên demokrasiyê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got Tevgera Jinên Kurd bi îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûna jinê, pergala jinê ya demokratîk konfederalî, artêşbûna jinê, bi teoriya qutbûnê, Jîneolojî, jiyana wekhev û azad, bi paradîmaya xwe ya sîstemî û stratejiyatêkoşînê pêşengiya îdeolojîk, felsefî û rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê daye ber xwe û got, ”Tevgera Jinên kurd bi qasî ku ji tevgerên jinan ên Tirkiyê û cîihanê ji tecrûbe zanîna sûd werdigire, vê gavê bi ast û taybetmendiyeke wiha ye ku wan têr dike û ji wan re dibe kana îlhamê.”

Hozat got vîrûsa koronayê encama pergala kapîtalîst-emperyalîst û modernîteyê ye û her wiha pergala bixwe ye, kapîtalîzm bixwe vîrûs e û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr anî û got, ”Rêbertiya me ev bi rengê pergala pençeşerê pênase kiriye.”

Hozat bal kişande ser zêdebûna tundiya li ser jinan a di pêvajoya Covîd-19’ê de û got, ”Di pêvajoya koronayê de zêdebûna tundiya li ser jinê, bi krîz û bûhrana giran a pergala dewletî ya desthilata kapîtalîst re têkildar e. Rewşa krîzê ya ku pergala serwer û mêr dijî,  bi rengê tundî û komkujiya li ser jin, civak û sirûştê, bi asteke zêde ya tundî û komkujiyê vedigere. Rêveberên pergala serwer û mêr ê reîs, bi zêdekirina tundiya şer a li ser jin, civakê bi wê ajoyê ne ku ew ê wiha heq ji krîzê derkevin.”

Hozat bi domdarî got, ”Mêr dixwaze jinê û dewlet jî dixwaze civakê bi tundiyê bîne ser şêwaza jiyana xwe, wiha terbiye bike û zirxê xwe yê serweriyê zexm bike.  Ev encameke sirûştî ya têkiliya serwerî-koledariyê ye. Rêya bidawîkirina tundiya dewletê û mêr, avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk e.’

Di vê dema dawî de li ser zêdebûna tundî û zext û zordariya dewleta Tirk a li ser jinên Kurd, tevgera jina Kurd, Hozat got, ”Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze pêvajoya pandemiyê biqulibîne ser pêvajoya sazûmanîbûna rejîma dîktatoriya faşîst. Vê aşker dibêje û dike. Êrîşa li ser jinan û nexasim êrîşa li ser tevgerên jinên Kurd bi wê pergalê re têkildar e ku dixwazin ava bikin.  Têkoşîna azadî û demokrasiyê, ji bo pergala û jiyana ku dixwazin ava bkin weke astek û gefeke mezin dibînin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji têkoşîna jinan a ku geş dibe ya jinan gelekî ditirse. Têkoşîna jinê pir bandorê li ser civakê dike, diguherîne, bi civakê re bîrewerî û bihistiyariya azadî û demokrasiyê çêdike. Bi tekoşîna jinê re bi civakê re hişmendiya xweparastine geş dibe, daxwazên heq, dad, azadiyê geş dibin.”

Hozat bi berdewamî got, ”Tevgera Jinên Kurd li Kurdistanê û Tirkiye dînamoya ronakbûna civakî ya Kurdistanê û Tirkiyê ye. Hela sereke ya siyaseta demokratîk pêk tîne. Li Tirkiyê cara pêşî demokrasiya ku azadiya jinê kire navenda xwe û hişmendiya wekhev di kultura zayendîparêz de û di vê siyasetê de şikestine bi xwe re anîn, derbeke giran li modêla jin û civaka kole-rajêrî da, ku dîktatoriya AKP-MHP dixwazin ava bikin.  Ango tevgera jinên Kurd kodên avaniya civaka zayendîparêz ku dihate xwestin li ser dubendiya mêrê serwer û jina kole were avakrin hilweşand.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat bi berdewamî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser tevgera jinên Kurd got, ”Bi sedan bi hezaran jinên Kurd ên siyasetmedar û aktivîst li girtîgehan in. Wezîrê Navxwe yê Tirk ê psîkopat, ku dijminê jinan e, jinên Kurd li dijî rejîma faşîst ku dixwazin ava bikin weke gefekê dibîne, hedef nîşan dide, qetilkirina jinê, girtina wan û her cure tundiyê meşrû dike. Bi van gefxwarin û êrîşan siyasetmedarên lumpen ên desthilata faşîst ku ji wan weye wê jinên Kurd çavtirsandî bikin, encex wiha dikarin xilasbûna xwe nîşan bidin. Xilasbûn herî pir bi zimanê tundiyê yê lumpenî karakterê xwe derdixîne holê.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li dijî van êrîşên li ser jinên Kurd got,”Li dijî van êrîşan hewcehiya bi helwesteke jinê ya rêxistinî û giştî heye. Êrîşên li ser tevgera jinên Kurd, êrîşên li ser hemû tevger û nirxên jinan e. Divê tevgerên jinên Tirkiyê û yên cîhanê vê wiha fêhm bikin.  Hozat wiha got:  ”Tevgera Jinên Kurd bi îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûna jinê, pergala jinê ya demokratîk konfederalî, artêşbûna jinê, bi teroiya qutbûnê, Jîneolojî, jiyana wekhev û azad, bi paradîmaya xwe ya sîstemî û stratejiyatêkoşînê pêşengiya îdeolojîk, felsefî û rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê daye ber xwe û got, ”Tevgera Jinên kurd bi qasî ku ji tevgerên jinan ên Tirkiyê û cîihanê ji tecrûbe zanîna sûd werdigire, vê gavê bi ast û taybetmendiyeke wiha ye ku wan têr dike û ji wan re dibe kana îlhamê.”

Hozat her wiha got,”Xwedîderketina tevgerên jinan ên Tirkiyê û cîhanê ya li tevgera jinên Kud xwedîderketinya li xwe, li nirxên xwe yên herî berz e. Li dijî pergala serwer a mêr a faşîst jin bi hevre têbikoşin xurt e. Hêza jinê ji rêxistinibûyina wê, ji têkoşîna wê ya hevpar e.”

Hozat diyar kir têkoşîna jinên Kurd şaxên xwe bi kûrahiya axê ve berdane, têkoşîna Sara, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Bêrîvan, Delal, Çîçek, Şîlan, Ekîn, Şevîn, Têkoşîn, Şirîn Eleemhûrî, Hevrîn û bi hezaran jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi bîr xist û got, ”Jinên Kurd wê bi hêza xwe bawer bin  û bi bawerî têkoşîna xwe bidomînin. Ev biryardariya xwe jixwe ji roja pêşî de nîşan dane. Diyar kirine ku êrîş wan qels nakin, berevajî wan xurt dikin û bi vê çarçoweyê helwesta xwe danîne. Ev helwesta jinê ya wiha pir esîl û birûmet bi mîsogerî wê bi ser bikeve.”

Derheqê êrîşên li ser pergala hevseroktiyê ya şaredariyên HDP’ê jî Hozat got, ”Pergala Hevseroktiyê li dijî pergala civakî ya ku ev dîktatoriya faşîst ku dixwaze ava bike, modêla avakirina civakeke alternatîf, a azad û demokratîk e.  Ev desthilat helbet wê êrîşê bîne ser pergala hevseroktiyê, ne rewşeke wiha ye ku mirov jê şaş bimîne.”

Li hemû cîhanê li ser berbelavbûna berxwedana jinê jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, ”Tespîta Rêbertiya me ku gotî sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê dibe rastî. Bi rastî jî têkoşîna jinê li hemû cîhanê geş dibe.  Her ku diçe tevgerên jinê geş dibin, xurt dibin. Zorê li pergala serwer a mêr û li modernîteya wê dike, difeşkilîne.” Hozat bi domdarî got, ”Rêbertiya me jin weke cinsê pêşî yê keda wê hatî xwarin, weke çîn û neteweya pêşî pênase kiriye. Niha ev ev jin ku mêtingeha pêşî ya cinsî, ya çînî û netew in, weke neteweya jinê ya cîhanê serî li pergala mêr radikin.”

Hozat got her wiha got heke ev bêhtir bibe xwedî perspektîfa têkoşînê, dikare dawiya pergala kapîtalîst a zilamserwer bîne, ”Bi rastî jî jin dikarin li ser hîmê paradîgmaya bi navenda jinê ji nû ve cîhanê bi azadî ava bikin. Dikarin jiyana wekhev, hevjiyana azad bikin rastî.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat herî dawî got, ”Rêbertiya me digot heta ku di hişmendiya mêrê serwer de di aliyê jinê de, di dijberiya mêrê serwer de şikestinek çênebe avakirina jiyanaeke azad ne pêkan e.  Ev heqîqetek e.  Avakirna civakeke azad û demokratîk jî hevlayenî van geşedanan e. Dawiya dawî pergala serwer xwe li ser jina kole û civaka kole ava dike.  Heke em bikaribin bi jina azad re azadiya civakî ava bikin, pergala zilamserwer nikare li ser piyan bimîne. Ji ber vê divê jin li hemû qadên jiyanê rêxistiniya xwe bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Endamê DGH’ê: ‘Tu nêzîkatî bêhesab namîne!’

Nivîsa Pêş

Pêngava Tunekirina Terorê derbasî Bakur Rojhilatê gundewarê Dêrazorê bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
QSD’ê bi oparasyonekê 17 çeteyên dagirkeriya dewlet Tirk girtin

Pêngava Tunekirina Terorê derbasî Bakur Rojhilatê gundewarê Dêrazorê bû

TAYBET – Endama TJCM Kajîn Özerk: ‘Dem ew dema ku bi Tolhildanê em bibin bersiv ji êrîşên dagirkeriyê re’

TAYBET - Endama TJCM Kajîn Özerk: 'Dem ew dema ku bi Tolhildanê em bibin bersiv ji êrîşên dagirkeriyê re'

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.