Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Çi karê Tirkiyê li Başûr heye?

Siyaset û helwestên ku zirarê bide Kurdekî, divê ji hêla tu Kurdan ve rewa neyê dîtin. Eger Kurdek bixwaze li ser pirsgirêkên navmalî ên li Başûr tiştekî bêje; divê di serî de vê pirse li xwe û li herkesî bike: “Çi karê Tirkiyê li Başûr heye û çima hêzên Kurdî ji vê yekê re dengê xwe nakin û pêşiyê vedikin ku ew Başûr dagir bike?!.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/04/2020 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – Çi karê Tirkiyê li Başûr heye?
ParvekeTweet

“Tu merez, karesat, erdhej û qiyamet nikane rojeva Kurdan biguherîne. Li hemberî pirsgirêkên ku mirovahî bi giştî dikeve bin bandora wê jî Kurd neçar her bi heman mijarê ve têne mijûlkirin. Tim di nava berxwedaneke mayîn û nemanê de ne…

Xelk û alem wekî rojeveke tekane, bi nexweşiya covîd19ê re radibe û rûdine; lê Kurd him bi vê merezê ve û him jî bi êrîşên dewleta Tirk ve mijûl in…

Li hinda di malê de asemayînê, Kurd herwiha bi destdanîna dewletê ya li ser şaredariyan, êrîş û qedexeyên qayûm û rayedarên Tirk ên ji bo jiholêrakirina kultur, mîrate û nirxên Kurdî, operasyonên arteşa Tirk ên li seranserê bakur, rojava û başûrê Kurdistanê, girtîmayîna parlamenter û nûnerên Kurd ên hatine hilbijartin, tundiya li ser çapemeniya Kurdî û hwd. re mijûl in.

Li hinda vê yekê; Kurd pirsgirêkên navmalî jî her gurtir dikin. Tansiyona di navbera hêzên Kurdî qet venamire. Tu dibêjî, qey pirsgirêkên xwe yên netewî gişt çareser kirine û ji xwe re hebûn û siberojeke aram garantî kirine û niha jî ketine nava pevçûneke desthilatdariyê û meydanê ji hevdu re nahêlin…

Hêzên navdewletî jî berjewendiyên xwe di berdewamiya vê rewşê de dibînin û ew jî êgir her geştir dikin.

Ev hefteyeke ku dîsa Tirkiye êrîşên li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê zêdetir kiriye. Ji ber êrîşên arteşa Tirk ên ji hewayê li Başûr, li Kampa Mexmûrê 3 jin û li Zînî Wertê jî 3 gerîlayên Kurd şehîd ketin.

Gorî nûçeyên ji herêmê; Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) li hemberî dijderketina xelkê Zînî Wertê, Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bicî dike.

Herwiha tê gotin; ku KDPê vê yekê bi hevkarî û alîkariya êrîşên hewayî yên arteşa Tirk û ji bo dorpêçkirina Çiyayê Qendîlê û bi vî awayî ji bo astengkirin û êrîşbirina ser gerîlayên PKKê pêk tîne.

Jixwe li başûrê Kurdistanê, heta îro bi alîkariya KDPê û pêşîvekirina hikûmeta federalî a Başûr arteşa Tirk ji xwe re ji 20î zêdetir baregehên leşkerî ava kiriye û êrîşên hewayî li ser Çiyayê Qendîl û Garê, herêma Kurdên êzîdî Şengalê û li ser kampa penaberan Wargeha Mexmûrê bênavber dewam dike.

Yanî dewleta Tirk him parçeyekî Rojava û him jî parçeyekî başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Mixabin vê yekê, bi hevkarî û alîkariya hinek hêzên Kurdî pêk tîne.

Têkîlî û hevkariya KDPê û Tirkiyê li ser çi esasî û ji bo kîjan berjewendiyan bi vî awayî dewam dike, nayê zanîn û ew hewceyî nirxandin, niqaşkirin û rexnekirinê ye. Lê li pêş çavan e ku ev siyaseteke bêxêr e, dijkurd e, Kurdan giştan diêşîne û zirarê dide berjewendiyên netewî ên Kurdî…

Li ser medya civakî hinek kes bi çavkoriyeke naîf vê gotinê dikin; “çi karê PKKê li Başûr heye?!”

Hebûna PKKê ya li Başûr pirsgirêkeke navmalî ya Kurdistanî ye. Divê Kurd vê meseleyê tenê di navbera xwe de niqaş bikin. PKKê hêzêke Kurdistanî ye û tekane hêza ku li her çar parçeyên Kurdistanê bibandor e.

Çi PKK, çi KDP an jî hêzeke din a Kurdistanî; tu mafê Kurdekî tuneye ku ji bo dijderketina siyaseta hezeke Kurdî, hevkariyê bi siyasetên Tirkiyê, Îran, Iraq, Sûriye û an jî bi ya hêzeke din a dijkurd re bikin…

Siyaset û helwestên ku zirarê bide Kurdekî, divê ji hêla tu Kurdan ve rewa neyê dîtin. Eger Kurdek bixwaze li ser pirsgirêkên navmalî ên li Başûr tiştekî bêje; divê di serî de vê pirse li xwe û li herkesî bike: “Çi karê Tirkiyê li Başûr heye û çima hêzên Kurdî ji vê yekê re dengê xwe nakin û pêşiyê vedikin ku ew Başûr dagir bike?!.”

Birêz Mesûd Barzanî gotibû; “êdî di nava Kurdan de birakujî nabe.” Dil dixwaze ku wer be!..”


ÇAVKANÎ: Nûpel – Halil Dalkılıç

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Agahiyên nîşan didin ku kapîtalîzm ekonomî nîne

Nivîsa Pêş

DKP/Yekîtî: Em têkoşîna çînî di 1’ê Gulanê de mezin bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
DKP/Yekîtî: Em têkoşîna çînî di 1’ê Gulanê de mezin bikin

DKP/Yekîtî: Em têkoşîna çînî di 1'ê Gulanê de mezin bikin

Hêrsa ciwanan qedexeyan nasnake

Hêrsa ciwanan qedexeyan nasnake

Manşet

  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.