Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

TAYBET – Gerîla di Adarê de derbên giran li artêşa dagirker a tirk dan!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di meha Adarê da li herêmên Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî mêtingeran da 142 leşkerên dagirker ên Tirk kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/04/2020 - 0:05
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Gerîla di Adarê de derbên giran li artêşa dagirker a tirk dan!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Her roja ku diçe, li Kurdistanê da dagirkeriya Tirkan êrişên xwe zêdetir dike, lê li hember vê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi berxwedaneke destanî derb li ser derbê li dagirkeran dixe.

Di mehên zivistan û biharê da tevî mercên hewayê yên nebaş, bi pêşxistina berxwedaneke mezin ve gerîlayên HPG û YJA Starê, ji eyaleta Serhedê heta Qadên Parastina Medyayê bi berxwedana li çar aliyê Kurdistanê ve nehîştin ku artêşa Tirk ya dagirker bêhna xwe bide.

Di meha Adarê da çalakiyên ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve pêk hatine de bi qasî hate tesbît kirin 142 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. Bi dehan leşker birîndar bûn. Di çalakiyên ku pêk hatine da 8 wesayîtên leşkerî hatin îmha kirin.

Daxuyaniyên ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HPG’ê boneyî çalakiyên gerîlayan yên meha Adarê hatine kirin wiha ne:

* 2’ê Adarê saet di 11.00 de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Konferansê yê Mezin çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

* Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 2’ê Adarê saet di 08:50’î de li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û gundê Gurbûlakê de li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a dagirker operasyoneke şoreşgerî ya berfireh pêk anîn. Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra yên di konvoyê de hate xistin. Di çalakiyê de 2 otobus û wesayita zirxî ya bi tîpa kobra hatin îmhakirin û derb li otobusekê hate xistin. Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê bûn hedefa hêzên me û hêzên me bi şêweyê sabotajê li yekîneyên leşkeran xistin.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

* Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Serhedê didome, di 18’ê Adarê de saet 12:00 li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Serêkaniyê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de ku li dijî fermandarê gir hate kirin, fermandarê gir hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serektî vegeriya baregeha xwe.

* Hêzên me di arçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
21’ê Adarê saet di 09:45’an de li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, hêzên me li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî reşandin ku li dewriyeyê digeriya. Ji ber ku derbên giran lê ket wesayit teqiya û bi temamî îmha bû. Li dijî yekîneyên dijmin ên ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 24 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

* Di 24’ê Adarê de saet 07:30’î hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Konferansê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

* Di 24’ê Adarê de saet 07:30’î hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Konferansê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

* Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
25’ê Adarê saet di 12:30’î de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin birin. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

* 29’ê Adarê saet di 11:30’î de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Hêzên me di heman demê de gule li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir reşandin û kamerayeke mobese ya li ser gir îmha kirin.

* Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, 31’ê Adarê saet di 05:00 de hevrêya me Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê li dijî artêşa TC a dagirker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir. Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayitên zirxî ve çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin hemû teqand û îmha kir. Di encama teqînê de her 5 wesayit bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Pirsgirêka Civakê ya Îndustriyalîzmê

Nivîsa Pêş

Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi coş 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi coş 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi coş 4'ê Nîsanê pîroz kirin

TEV-DEM: “Li dijî dewleta dagirker a Tirk tekoşînê xurtir bikin”

TEV-DEM: 4‘ê Nîsanê ji bo gelê Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.