Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Lehengiya şoreşgerî ya pêncî salî

Pêncî salên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye dema lehengiya şoreşgerî ya bênavber. Rastiya şoreşgerî ku îro di Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan-HBDH de şênber bûye û di xeta serketinê de dimeşe ev rastî ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/03/2020 - 10:07
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Lehengiya şoreşgerî ya pêncî salî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Her tiştî bi darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê re dest pê kir. Ya rast beriya wê jî têkoşîna şoreşger-demokratîk a ciwanan, rewşenbîran, karker û kedkaran hebû; her kes li mafê xwe digeriya. Lê belê ev têkoşîn bi darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adarê re veguherî berxwedana şoreşgerî ya çekdar. Rêxistin û milîtanên şoreşger li dijî êrişên faşîst-leşkerî yên darbekarên 12’ê Adarê bi berxwedana çekdarî bersiv dan. Piştî wê jî meşa lehengiya şoreşgerî ya bênavber a pêncî salî rû da.

Bêguman ev pêncî salên dawî bi pêvajoya dîrokî ya beriya xwe re xwedî pêwendiyeke xurt e. Bûyerên dîrokî bi hev ve girêdayî ne. Lê belê hin cudahiya pêncî salên dawî bi yên beriya xwe re, di nava xwe de her tim hevdeng û hevdem e. Ji ber ku sîstema Komara Tirkiyeyê ku di çaryeka destpêkê bi zorê û tesadûfî ava bû, di destpêka salên 1970’î de gihîşt qonaxeke biryardanê û kete pêvajoyeke tund. Pirsa “Tirkiye wê bibe dîktatoriyeke faşîst-olîgarşîk yan jî veguhere sıstemeke demokratîk?” bi rengekî eşkere û vikirî ketibû rojevê. Beriya pêncî salî bi darbeya faşîst a 12’ê Adarê re pêvajoyeke nû ya bi vî rengî ya şer dest pê kir û heta serdema me ya heyî ev têkoşîn didome.

Dibêjin ‘dîrok lehengên xwe diafirîne, leheng jî dîrokê’. Pêncî sal in civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di nava pêvajoyeke wiha ya lehengiyê de ne. Li dijî îdîaya “TC wê bibe dîktatoriyeke faşîst-olîgarşîk” a darbekarên faşîst-leşkerî yên 12’ê Adarê, pêşengên şoreşger bersiva Tirkiye wê demokratîk û serbixwe bibe” dan û di kesayetiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de lehengiya şoreşgerî şênber bû. Denîz Gezmîş li sêdarê û Îbrahîm Kaypakkaya jî li êşkencexaneyê li ber xwe dan. Mahîr Çayan jî veguherî sembola lehengiya gerîla. Berxwedana Kizildere ku 30’ê vê Adarê di salvegera 48’an de ye, di destpêkirina lehengiya şoreşgerî ya navborî de xwedî roleke diyarker e. Di heman demê de li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adarê xeta berxwedana şoreşgerî afirand.

Tê zanîn ku pêngava Rêber Abdullah Ocalan a li Newroza 1973’an xwedîderketina li vê xeta lehengiya şoreşgerî û xwedîderketina li rastiya Rêbertî ya hate qetilkirin e. PKK’ê xeteke bi vî rengî ya berxwedanê gihand Kurdistanê. Rastiya şehadetê ku bi Hakî Karer re şênber bû, dewamkirina lehengiya Mahîr, Denîz û Îbrahîman e. Berxwedanên Hîlwan û Sêweregê destpêkirina berxwedana şoreşgerî ya nûjen a li Kurdistanê ye.

Paşverûtiyê di destpêka salên 1980’î de vê carê bi darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê derkete holê. Navê lehengiya şoreşgerî ya li dijî vê jî li zindanan Mazlûm Dogan li çiyê jî gerîlatiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) e. Berxwedanên zindan û çiyê ku hev temam dikin, rastiya Mazlûm û Mahsûm xeta lehengiya şoreşgerî ya li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê afirand. 21’ê Adara 1982’an û 28’ê Adara 1986’an ji bo gelê Kurd veguherî ‘Roja Lehengiya Neteweyî’. Hefteya ji Newrozê heta 28’ê Adarê jî bû ‘Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî’.

Eşkere ye ku di dema nû de têkoşînên bi navê demokrasî û azadiyê li Kurdistanê hatin meşandin, di xet û fermandariya Mazlûm û Egîd de hatin meşandin. Destketiyên azadî û demokrasiyê hemû li ser vê bingehê hatin afirandin. Şoreşa Vejîna Neteweyî li ser vê bingehê pêk hat, Şoreşa Azadiya Jinê li ser vê bingehê dest pê kir, serhildanên gel li ser vê bingehê derketin holê, neteweya demokratîk a Kurdan li ser vê bingehê şênber bû. Ji 21’ê Adara 1982’an û vir ve di nava sih û heyşt salên derbasbûyî de bi hezaran Mazlûm şehîd bûn, bi sed hezaran têkoşîn meşandin. Ji 28’ê Adara 1986’an û vir ve di nava sih û çar salên derbasbûyî de bi sed hezaran Egîd ji dayik bûn, mezin bûn û tevlî têkoşînê bûn, bi hezaran şehîd bûn. Navê meha berxwedanê bû Adar, navê berxwedanê bû Newroz, navê berxwedêran jî bû Mazlûm û Egîd.

Di destpêka salên 1990’î de navê paşverûtiyê bû konsepta şerê taybet a faşîst a topyekûn. Navê berxwedana li dijî vê jî bû lehengiya Bêrîtan û fedayîtiya Zîlan. Ya ku mohra xwe li pêvajoyê xist gerîlatiya jinê û tevgera azadiyê ya jinê ye. Ev yek jî di xeta fedayî de pêk tê û rêbaza nû ya berxwedanê nîşan dide. Li ser vê bingehê heta vê serdemê bi hezaran Bêrîtan û Zîlan şehîd bûn, bi sed hezaran têdikoşin.

Di destpêka salên 2000’î de paşverûtiyê xwe bi rengê komploya navneteweyî nîşan da û yekser êrişî Rêber Apo kir. Li dijî êrişên komploya navneteweyî ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an û pê ve dest pê kirin, navê berxwedanê jî bû berxwedêriya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Pêvajoya berxwedanê ku ji bo parastina Rêber Apo veguherî xelekek ji agir a li dora wî, bi demê re bû berxwedana azadiyê ya ji bo têkbirina komploya navneteweyî û şikandina tecrîda li Îmraliyê. Navê lehengiya şoreşgerî vê carê bû Viyan û Nûda. Viyan Soran ku digot ‘Ez naxwazin bi sîstema Îmraliyê bijîm’ li ser vê bingehê armanca nû ya ji bo azadiya Rêbe Apo û jiyan û karê di nava şert û mercên azad ên Rêber Apo de destnîşan kir. Nûda Karker jî ku berxwedêriya Botanê ya dîrokî li ser bingeha gerîlatiya nûjen a demokratîk bi pêş ve bir, xeta çalakiyê ya ji bo serxistina vê armanca xwe destnîşan kir. Ev her du nûnerên pêşeng ên Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê, li dijî komploya navneteweyî bûn sembola partîbûnê ya serdema sêyemîn.

Nûda Karker, Ferhat Dersim û Halîl Dag ku li Geliyê Hêzilê yê Botanê di 1’ê Nîsana 2008’an de di şerê dijî artêşa TC de şehîd bûn, salvegera 12’emîn a şehadeta wan e. Nûda Karker û Ferhat Dersim ku mîna Mahsûm Korkmaz Fermandarên Botanê bûn, di heman demê de endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê bûn. Halîl Dag jî yek ji propagandakarên herî bi bandor ê PKK’ê bû û gerîla bi rengê herî bi bandor bi cîhanê da naskirin. Mîna Berxwedana Kizildere, mîna Berxwedana mazlûm, mîna pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, mîna Berxwedana Bêrîtan û Zîlanan, Berxwedana Hêzilê ya 1’ê Nîsana 2008’an jî helwest û berxwedanek li dijî oportunîzm û tasfiykariyê bû.

Têkoşîna azadiyê ku li dijî komploya navneteweyî di xeta Berxwedana Hêzilê de meşiya ji 1’ê Hezîrana 2010’an û vir ve li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî dimeşe. Ev berxwedana li ser xeta lehengiya şoreşgerî tê meşandin, ji Sara heta Atakan, ji Delal heta ZekÎ, ji Çîçek heta Helmet bi sedan şehîdên leheng derxist holê. Ev rastiay berxwedanê ku li çar parçeyên Kurdstanê û derveyî welat xeta lehengiyê dimeşîne û paşverûtiya DAÎŞ’ê têk bir, hîn jî xwedî îdîa ye ku destketiyên mezintir biafirîne û xwedî vê îradeyê ye.

Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku di nava pêncî salî de lehengiya gel a şoreşger a li Kurdistan û Tirkiyeyê ketine nava hev. Berxwedêriya Kizildere ya li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adarê, Berxwedêriya Zindanan û 15’ê Tebaxê ya li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê, berxwedêriya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a li dijî komploya navneteweyî û Berxwedêriya Hêzilê xeta lehengiyê ya şoreşgerî derxistine holê. Pêncî salên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye dema lehengiya şoreşgerî ya bênavber. Rastiya şoreşgerî ku îro di Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan-HBDH de şênber bûye û di xeta serketinê de dimeşe ev rastî ye. Ev meşa azadiyê ya şoreşger a mezin di nava pêncî salî de ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye.

Li ser vê bingehê em di salvegera 48’emîn de Mahîr Çayan û  hevalên wî, di salvegera 38’an de Mazlûm Dogan, di salvegera 34’an de Fermandarê Nemir Mahsûm Korkmaz, di salvegera 12’an de Hûda Karker, Ferhat Dersim û Halîl Dag bi rêz û minet bi bîr tînin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku ji zindanê birevin!

Nivîsa Pêş

Vîrûsa Koronayê: 34 hezar kes mirin û 724 hezar kes bi nexweşiyê ketin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Vîrûsa Koronayê: 34 hezar kes mirin û 724 hezar kes bi nexweşiyê ketin

Vîrûsa Koronayê: 34 hezar kes mirin û 724 hezar kes bi nexweşiyê ketin

Beşek çeteyên DAÎŞ’ê yên ji girtîgehê reviyan hatin girtin

Beşek çeteyên DAÎŞ'ê yên ji girtîgehê reviyan hatin girtin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.