Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Heta ku ji Rêber Apo agahî were stendin divê berxwedan bidome

KCK: Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li her derê serhildanên xwe xurt bike û hevdîtina bi Rêber Apo pêk bînin. Heta ku derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo agahiyên pêbawer werin stendin, divê berxwedan bidome.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/03/2020 - 10:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wezîrê Karê Navxweyî yê faşîst ê tifaqa AKP û MHP’ê diyar kir ku agir bi Îmraliyê ketiye. Ev daxuyanî di nav axaftinekê de hatiye gotin û armanceke wê heye. Vê zivistanê agir bi Îmraliyê ketibe nexwe ev tişt nîşan dide ku li ser Rêberê Gelê Kurd û hevalên wî komployek heye. Di vê pêvajoyê de şerê li Îdlîbê geş dibe û bi daxuyaniya wisa re gel û saziyên Kurd ketine nav tevgerê. Gelê Kurd û rêxistinên wê diyar kirine heta ku ji Rêber Apo agahî were stendin wê li qadan bin. Gelê Kurd jî li her derê daketiye qadan û helwesta xwe zelal kiriye. Gelê Kurd û dostên wan li benda agahiya başbûna tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ye.

DIVÊ TEQEZ PARÊZER BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKIN

Lê dewleta Tirk li ser banga gelê Kurd tu gav neavêtiye. Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd herî zelal li Îmraliyê derdikeve holê. Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û bi ser de jî bi nûçeya agir bi Îmraliyê ketiye, êrîşî hest û îradeya gelê Kurd tê kirin. Şerê taybet bi taybetî hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî re pêk nayne. Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li her derê serhildanên xwe xurt bike û hevdîtina bi Rêber Apo pêk bînin. Heta ku derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo agahiyên pêbawer werin stendin, divê berxwedan bidome.

Vê daxuyaniya şewatê di zivistanê de û di dema şerê Îdlîbê de hatiye kirin. Her agahiya derbarê Rêber Apo ya bi guman wê di asta herî cîddî de were nirxandin. Ji ber ku tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê meseleyeke hebûn û nebûnê ye. Waliyê Bûrsayê daxuyanî daye ku şewat hatiye tefandin lê ev jî dibe sedem ku bi hestên gelê me re were lîstin. Ji bo gelê Kurd tu wateya van daxuyaniyan tune. Ev daxuyanî hêrsa gelê me zêdetir dike. Li Îmraliyê heke rewşeke neyînî pêk were, berpirsê vî tiştî Tayyip Erdogan û AKP ye. Di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de jî dewleta Tirk û saziyaên navneteweyî berpirsyar in. Di warê dîlgirtina Rêber Apo de berpirsên yekemîn DYE û NATO ye. Ji ber vê jî divê ev hemû hêz derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo gavên pêbawer biavêjin.

Parêzer û malbata Rêber Apo piştî daxuyaniya şewatê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê ev serlêdan nehatine bersivandin. Rêber Apo pêşengê gelê Kurd e û gelên Rojhilata Navîn di serî de rêberê têkoşîna azadî û demokrasiya hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ye jî.

Gelê me û dostên me piştî daxuyaniya dûrî cîddîyetê ya Suleyman Soylû bihîstiye, bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ daketine qadan û xwedî li Rêber Apo derketine. Heta ku di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo agahiyên pêbawer werin stendin divê ev berxwedan bidome. Wê sala 2020’an divê bibe sala şikandina tecrîdê, têkbirina faşîzmê , demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û sala ku Rêber Apo û gelê Kurd azadiya xwe bi dest xistine.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Marîgnane Ciwanên Kurd ji bo Ocalan meşiyan

Nivîsa Pêş

TAYBET – Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir!

TAYBET - Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir!

LEZGÎN – Li Agirî bi roketan li wesayîta Midûriyeta Gumrukê hate xistin

LEZGÎN - Li Agirî bi roketan li wesayîta Midûriyeta Gumrukê hate xistin

Manşet

  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.