Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Em ê utopyaya Sarayan pêk bînin

PAJK'ê jinên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku wê utopyaya wan pêk bînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/01/2020 - 15:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK’ê: “4’ê Nîsanê roja vejîn û azadiyê ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

‘XWESTIN KU HÊVIYA KURDAN Û RASTIYA JINÊ BIKUJIN’

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Di şexsê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan), Ronahî (Leyla Şaylemez) de yên bi komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê hatin qetilkirin, li pêşberî şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan em bi rêz û minet bejna xwe ditewînin. Bîranînên wan meşa me ya têkoşînê ronî dike û xewn û xeyalên wan jî weke pîvaneke azadiya jinê û perspektîfa Kurdistana azad li pêşiya me ye ku divê em pêk bînin.

Dewleta Tirk ku bi desthilatdariya qirker tê birêvebirin, li navenda Parîsê pêşengên têkoşîna jinên Kurd kir hedef û xwest hêviyên azadiyê yên gelê Kurd û rastiya jinê ku bi hêza xwe tevdigeriya ji holê rake. Tişta ku nekarîn bi komkujiyên Dersim, Lice û Mereşê bikin xwestin li Parîsê bikin. Kurd kujeran nas dikin û bi wan zanin. Rêbaza rêveberiyê ya dewleta Tirk, ji bo dewamkirina dewlet û hikumetan bi organîzasyonên qirêj êrişan birêxistin dike. MÎT weke hêzeke sereke ya organîzasyonên bi vî rengî yên qirêj hate birêxistinkirin. Hewl didin hêvî û baweriyên gelan û jinan tine bikin û bi polîtîkayên lîberal van hêviyan bi organîzasonên xwe ve girê bidin.

‘BI RÊBAZÊN QIRÊJ HEBÛNA XWE DIDOMÎNIN’

Eşkere ye ku AKP-MHP hewl dide ku eniya Ergenekonî-Neteweperestiyê li mekanîzmayên dewletê hemûyan bi rêxistin bike, li welatên cuda jî bi karên sîxuriyê, rêxistinên veşartî û qirêj hewl dide mûxalîfan yek bi yek tine bike. Ev desthilatdarî dixwaze bi rêbazên qirêj hebûna xwe dewam bike. Komkujiya Parîsê jî encameke van rêbazên qirêj e.

BANGA LI FRANSAYÊ

Ev komkujî îro bi hemû detayên xwe eşkere bûye. Lê belê dewleta Fransayê xwedî li daxuyaniya xwe ya roja destpêkê derneketiye. Gotibû ‘Em ê berpirsyarên komkujiyê eşkere bikin’. Kurd û jin li bendê ne ku dewleta Fransayê xwedî li vê daxuyaniya xwe derkeve. Dewleta Tirk ku berpirsyarê komkujiyê ye divê bê darizandin. Heta ku kujer bên darizandin û cezakirin ew ê ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bi gavekê jî venegerin.

‘GELÊ KURD XWEDÎ LI HEBÛNA WAN DERDIKEVE’

Dewleta Tirk li Tirkiyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, welatên Ewroapyê karên sîxuriyê bi rêxistin dike, belav dike û hewl dide her tiştên bi navê jiyana bi rûmet ji holê rake. Li ku derê bi navê jinan sekneke xwedî îrade, bedew û baş hebe êriş dike û hewl dide bi kar bîne. Komkujiya Parîsê jî beşek ji vê stratejiyê ye. Di demekê de ku hevdîtin bi Rêber Apo re dihate kirin êrişî hevrêyeke jin a ku yek ji damezrînerên tevgera me ye kirin. Bi vî rengî xwestin ku têkoşîna azadiyê ya giştî û têkoşîna me ya azadiya jinê bitepisîne. Ev armanca dewleta Tirk berevajî bû. Kurdan navê Sara, Rojbîn û Ronahiyan li zarokên xwe kirin û israra wan a di azadiyê de gihand nifşên nû. Têkoşîna azadiyê ya Kurd bi beşdariya her nefereke/î nû mezin bû, îdeolojiya me ya azadiya jinê li kolanên dinyayê belav bû. Li şûna hêrsa decal û qirêjiya wî, îradeya jinên azad a Sara digihêje ruhan. Rojbîn bi welatparêziya xwe dûrî ji xakê jî be diherike, Ronahî bi milîtaniya xwe bi coş diherike. Li dijî qirêjiya kapîtalîzmê ev hest û nêrînên azadîparêziya civakî bi coşa jinên azad ji çiyayên Kurdistanê diherike kolanên dinyayê. Komkujiya Parîsê kete sala 7’an, mîna ku Rêber Apo got, yên ku ev hevrêyên me qetil kirin hewl dan komkujiyeke nû ya Dersimê bikin. Vê komkujiyê hêrsa me bêhtir no kiriye û eşkere bû ku bi hewldanên komkujiyên mîna Dersim, Mereş û Licê nikarin encamê werbigirin.

‘EM Ê BERPIRSYARIYA FRANSAYÊ JI BÎR NEKIN’

Di salvegera 7’an a komkujiye de em dixwazin bêjin ku em ê berpirsyariya Fransayê ya di komkujiyê de ti carî ji bîr nekin. Bi vê komkujiyê re Fransa ketiye bin berpirsyariyek giran. Divê Fransa vê komkujiyê ronî biike, sûcdarên rastî eşkere bike û derxîne pêşberî edaletê bi vî rengî berpirsyariya xwe pêk bîne. Di salvegera 7’an de jî berpirsyarên rastî hîn nehatine darizandin. Ji bo darizandina berpirsyarên rastî yên vê komkujiyê em bang li rewşenbîr, demokrat, jin û mirovên xwedî wijdan ên li Fransayê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.

‘EM Ê UTOPYAYA WAN PÊK BÎNIN’

Berpirsyariya me ye ku em sekna jiyanê ya her sê hevrêyên xwe û utopyayên wan pêk bînin. Berpirsyariya me ye ku em gelê xwe ji komkujî, qirkirin, polîtîkayên asîmîlasyonê û sirgûnê biparêzin. Ev berpirsyarî jî tenê bi stratejî û gaveke stratejîk, gavên polîtîk ên bi pîvan û exlaqî yên civakî dibe. Yekane rêya pêkanîna vê jî hesabpirsîna ji xayinan, dijminên gel e. Nîşaneya vê yekê jî Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz e ku me pêk anîn. Çalakiyên bi vî rengî çalakiyên sereke yên şoreşgerî ye û parastina gelê me jî bi avakirina sîstemek xurt dibe.

Berpirsyariya me ye ku em utopyaya şehîdên xwe pêk bînin ku her yek ji wan neferekî tevgera jinên azad bûn. Yek ji wezîfeyên me yên sereke yên şoreşgerî avakirina sîstema civakî ya azad a jinên azad û parastina wê sîstemê ye. Di salvegera heftan a komkujiyê de di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe hemûyan dubare dikin. Em hevrê Sêvê, Pakîze û Fatma jî bi rêzdarî bi bîr tînin ku di sala 2016’an de di têkoşîna avakirina xwerêveberiyê de hatin qetilkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li Îzmir û Stenbolê çalakî: 3 wesayît û 2 qemyon hatin şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Li Îzmir û Stenbolê çalakî: 3 wesayît û 2 qemyon hatin şewitandin

LEZGÎN - Li Îzmir û Stenbolê çalakî: 3 wesayît û 2 qemyon hatin şewitandin

Balafirên keşfê yê dagirkeriya tirk li cihê asayîşa Eyn Îsayê dan

Balafirên keşfê yê dagirkeriya tirk li cihê asayîşa Eyn Îsayê dan

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.