Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Modernîteya demokratîk yekane rêya çareseriyê ye

KCK'ê li ser kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek da û diyar kir, Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku navenda wê li Rojhilata Navîn e hîn bêhtir berfireh bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modernîteya demokratîk yekane rêya çareseriyê ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/01/2020 - 12:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Li cografyaya ku sîstema dewletperest a 5 hezar salî derketiye holê, krîzeke kûr dest pê kiriye û bi destwerdana hêzên modernîteya kapîtalîst ev krîz bêhtir tê girankirin. Ne hêzên herêmî ne jî hêzên navneteweyî xwedî nexşerêyeke çareseriyê ya pirsgirêkên berfireh ên li Rojhilata Navîn in. Ji xwe hêzên ku çavkaniya pirsgirêkê ne nepêkane ku pirsgirêkan çareser bikin. Kuştina bi sûîqestê ya yek ji rêveberên herî girîng ê leşkerî û siyasî yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî El Şabî Mehdî El Muhendîs li Bexdayê, ev rastî careke din raxist pêş çavan. Piştî ku serweriya DAÎŞ’ê ya li ser xakê bi dawî bû, hêzên li pey serweriyê ne dest bi şerê hev kirin û ev yek jî Şerê Cîhanê yê 3’emîn a li Rojhilata Navîn girantir û berfirehtir dike û ji bo gelan dibin sedema hilweşînê. Ev rastî, çareseriya modernîteya demokratîk dike yekane alternatîf ku Rêber Apo ev yek li ser bingeha analîza dîrokî ya civakê destnîşan kir.

DEMA BÊ WÊ JI BO GELAN ZOR Û ZEHMET BE

Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ne bi netewperestiyê, ne bi mezhebperestiyê, ne bi zayendîperestiya sîstema bi serweriya mêr, ne jî bi polîtîka û zîhniyeta lîberal, ezezî, berjewendîperest ên modernîteya kapîtalîst ku nirxên civakî ji hev belav dikin bên çareserkirin. Demokrasiya civakî ku azadî û wekheviya cihêreng ji xwe re dike esas, yekane rêya çareseriyê ye. Bingeha civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn, rewşa wê ya çandî jî çareseriyeke din qebûl nake. Ji ber vê yekê ferzkirin û destwerdanên hêzên desthilatdarîperest û modernîteya kapîtalîst a navneteweyî pirsgirêkan girantir dikin. Bêguman giranbûna rewşa xitimandî ya siyasî û kûrbûna şer ji bilî êşê tiştekî din nadin gelan. Kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî El Muhendîs bi sûîqestê, nîşan dide ku dema bê wê ji bo gelan zor û zehmet be.

Destwerdana hêzên modernîteya kapîtalîst û kûrkirina şer, têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya gelan ji rê derdixînin û di nava şerekî kor de difetisînin. Ji xwe êrişên hewayî yên DYE’yê ji niha ve encameke bi vî rengî derxistiye holê. Ji ber ku çavê mezhebperestî û neteweperestiyê kor e, di nava şerê bi vî rengî de zor û zehmetiyên mezin derdikevin pêşiya hêzên azadî û demokrasiyê ku berdêlên wê giran in. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan bi rewşeke ‘eciqîna giha di bin lingê fîlan de’ rû bi rû ye. Lewma şerê li herêma me diqewime û êrişên tên kirin, ji dijî hev wêdetir li dijî gelan e.

Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî wan pêkanîn û polîtîkayen e ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destwerdana derve de dibînin. Rabûna li ber destwerdana derve ji bo pêkhatina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn girîng e. Ji bilî demokratîkbûna civakî ya demokratîk a li ser xeta neteweya demokratîk pirsgirêk çareser nabin. Êdî mîna sedsalên derbasbûyî bêyî îradeya gelan, bi şer an jî lihevkirina hêzên serdest aştî û aramî pêk nayê. Fikreke berevajî vê tê wê wateyê ku hay ji rastiya vê serdema gelan nîne. Lewma heta ku gel nekevin dewrê û hêza xwe ya çareseriyê nîşan nede, divê kes ne li bendê be ku şer bi dawî bibe, aştî û aramî pêk were. Ne tenê li Rojhilata Navîn her wiha li tevahiya cîhanê li dijî giranbûna pirsgirêkan, kedkar, jin, ciwan û gel hemû dikevin nava liv û tevgerê. Gel bi têkoşîna xwe li her devera cîhanê jiyaneke azad û wekhev li ser bingeha demokratîkbûnê ferz dikin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE JI ŞER Û ALOZIYÊ SÛDÊ WERBIGIRE

Dewleta Tirk çawa ku ji şer û rageşiyên heta niha sûd wergirtiye, hewl dide sûdê ji şer û sûîqesta dawî jî werbigire û di atmosfereke wiha de êrişan bibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Bangên dewleta Tirk ên ji bo ‘xwînsarî, dijberiya li destwerdana derve û sûîqestan’ hemû jî demagojî ne û ji bo nixumandina rastiya xwe ye. Berevajî, kêfa xwe ji destwerdanên derve û sûîqestan re tê, ji ber ku êriş, dagirkerî û sûîqestên wê asayî dikin. Hesabê wê yekê dike ku sûdê ji şer û rageşiyê werbigire.

Ji bo têkbirina polîtîkayên hêzên derve, pûçkirina polîtîayên hêzên herêmî yên mîna Tirkiyeyê dixwazin ji şer û rageşiyê sûdê werbigirin, xurtkirina têkoşîna demokratîkbûnê ya li ser bingeha biratiya gelan a xwe dispêre feraseta neteweya demokratîk gelekî girîng e. Tenê welat û civakên demokratîkbûyî dikarin destwerdan û lîstikên hêzên derve pûç bikin. Bi vî rengî hem li welatan yek bi yek, hem jî li Rojhilata Navîn bi temamî aştî û aramî bi cih dibe. Ji ber vê yekê, eger bi polîtîka û zîhniyeteke demokratîk û biratiya gelan bersiv ji Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê li Iraq û Sûriyeyê re bê dayin, wê dawî li sûîqest, şer û destwerdanên ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn giran dikin bê anîn. Yekane rê ev e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amûdê bi pêşengtiya Ciwanan meşa li dijî tecrîdê

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya gerîlayeke li Qendîlê şehîd bû eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya gerîlayeke li Qendîlê şehîd bû eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Qendîlê şehîd bû eşkere kir

Çalakiya xwendekaran encam girt: ÎU’yê biryara xwe ya xwaringehê betal kir

Çalakiya xwendekaran encam girt: ÎU’yê biryara xwe ya xwaringehê betal kir

Manşet

  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.