Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Artêşa Iraqê li hin herêman kete nava alarmê!

Li Iraqê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Koalîsyona Hikme ya Neteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bernameyek ji sê qonaxan pêşkêş kir. Artêşa Iraqê jî li Necef û Kerbelayê kete nava rewşa alarmê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/12/2019 - 14:48
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Artêşa Iraqê li hin herêman kete nava alarmê!
ParvekeTweet

BEXDAT – Xwepêşandanên protestoyî yên li paytexta Iraq Bexdayê û bajarên Şîa yên li başûrê Iraqê tevî îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî dewam dikin. Di rojên dawî de ji ber êrişa çekdarî ya kesên nenas bi sûîqestê hin kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî van êrişan xwepêşandanên şermezarkirinê bi giranî li dijî Îranê hatin kirin.

Li aliyekî xwepêşandan dewam dikin, li aliyê din jî lêgerînên ji bo avakirina hikumeta nû dewam dikin.

LI KERBELAYÊ ARTÊŞ KETE REWŞA ALARMÊ

Li bajarê Necefê yê Şîa ku beriya du hefteyan avahiya sefaretxaneya bilind a Îranê lê hate şewitandin û li bajarê Kerbelayê xwepêşandan dewam dikin. Di rojên dawî de ji ber destwerdanê gelek xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan. Li Kerbelayê sê rojên hêzên ewlekariyê di nava alarmê de ye.

Li gorî nûçeyên medya Iraqê, hêzên ewlekariyê li Kerbelayê di asta herî bilind de tedbîr wergirtine.

LI ZÎKKARÊ BETLANEYA FERMÎ

Li bajarê Zîkkarê ku xwepêşandan lê bi xurtî tên kirin, ji ber xwepêşandanan saziyên fermî du rojan ketin betlaneyê. Liv û tevgera artêşê li Kerbelayê û betlaneya fermî ya li Zîkkarê tê gotin ku ji bo lawazkirina çalakiyane.

LI BEXDAYÊ XWEPÊŞANDAN DEWAM DIKIN

Li paytext Bexdayê jî li herêm û qadên di destê xwepêşandêran de ne çalakî dewam dikin. Li meydana Tehrîrê çend roj berê ciwanek ji aliyê sekvanan ve hatibû kuştin. Li qada El Vesbeyê ku ciwan lê hate qetilkirin, çalakî dewam dikin. Doh êvarê di xwepêşandanan de yên li qada El Vesbeyê, ji ber şerê navbera çalakgeran û polîsan gelek xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Basrayê jî ku xwepêşandanên li dijî Îranê di asta herî bilind de ne, navê kolana Hûmeynî bi navê Kolana Şehîdên Cotmehê ji aliyê çalakgeran ve hate guhertin

Di vê navberê de li gorî Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê ji 1’ê Cotmehê û vir ve ji dema destpêkirina xwepêşandanan herî kêm 460 kes hatin kuştin û derdora 20 hezar kes birîndar bûn.

TEVGERA HIKME NETEWEYÎ PÊŞNIYAR KIR

Di mijara hikumetê de Serokkomar Berhem Salih bi gelek partî, koalîsyon û kesayetên siyasî re hevdîtin kir. Tevî ku kêm maye dema ji bo avakirina hikumetê hatiye destnîşankirin biqede, di mijara avakirina hikumetê de gaveke cidî nehatiye avêtin.

Lîderê Tevgera Hikme ya Neteweyî Ammar el Hekîm bernameyeke ji bo çareseriyê ya ji 3 qonaxan pêşkêş kir. Di bernameya çareseriyê de her wiha avakirina hikumeta nû jî heye.

Li gorî bernameya ku Hekîm bi rêya Twîtterê ragihand, destpêkê wê hikumeteke demkî bê avakirin û serokwezîrekî nû bê hilbijartin ku her kes bipejirîne.

Hekîm diyar kir ku gava duyemîn jî bi qanûneke hilbijartinê ya wekhev wê komîsyoneke hilbijartinê ya serbixwe bê avakirin.

Hekîm her wiha ragihand ku gava sêyemîn jî pêkanîna hilbijartina pêşwexte.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker çavneberiyê li hestiyên Kurdan jî dike!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li Heftanîn û Xakurkê 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HPG: Di çarçoweya Pêngavên Şoreşgerî de15 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

LEZGÎN - Li Heftanîn û Xakurkê 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çeteyên artêşa tirk a dagirker li Serêkaniyê û Til Temirê derbên giran dixwin

Artêşa Tirk a dagirker rojavayî Eyn Îsayê topbaran dike

Manşet

  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.