Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin

Li herêma Cizîrê "Roja Cîhanê ya Rojava" li Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Girkê Legê û Çilaxa li aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî hate şermezar kirin û Berxwedana Cenga Rojava hate silav kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/11/2019 - 16:57
di nav Çalakî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Welatiyên Dirbêsiyê, Til Temir, û Hesekê ji bo ‘Roja Cîhanê ya Rojava’ li qadan bûn
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” ji aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma Cizîrê “Roja Cîhanê ya Rojava” li Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Girkê Legê û Çilaxa li aliyê hezaran ve bi coş hate pêşwazî kirin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî hate şermezar kirin û Berxwedana Cenga Rojava hate silav kirin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî şênî li Qada Azadî kom bûn. Meş ji qadê destpê kir. Şêniyên bajêr, rûspiyên eşîran, oldaran, endamên partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin. Meş li pêşiya dêra Marşonî ya navenda bajarê Dêrikê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de bi navê Kongreya Star, meclisa navçeya Dêrikê û bi navê partiyên siyasî axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê şer, kuştin, talankirin, rûxandina mal, cihên olî, goristan û kuştina sivîlan nas dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê xwe dispêrên QSD’ê ku 11 hezara şehîd da û nameyeke da tevahî cîhanê ku armanca QSD’ê parastina xaka welat, parastina gelan bi tevahî pêkhateyên wê û têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyê wê ye.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û QSD’ê bidawî bû.


TIRBESPIYÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongerya Star kom bûn. Xwepêşandêran alên QSD’ê, wêneyên şehîdan, wêneyên komkujiyên ku artêşa Tirk der heqê sivîlan de pêk anîn, her wiha pankartên bi nivîsên”Her der Rojava ye, her der berxwedan e, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye”hilgirtin.

Meş ber bi bazara navendî ve çû, ku hemû dikandaran dikanên xwe ji bo piştgirtiya vê rojê girtibûn û bi yek dengî xwepêşandêran berxwedana QSD’ê silav kirin û êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin.

Meş li pêşiya navenda tenduristiyê ya rojhilatî navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir li ser navê Kongreya Star Şaha Hesen û ser navê pêkhateya Ereb endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Hesen Sadat axivîn.

Axîveran êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin û banga rawesandina şer kirin. Her wiha diyar kirin, ku li dijî êrişan wê heta serkeftinê berxwedan û têkoşîn berdewam be.

Di heman demê de nûnerê pêkhateya Ereb îşaret bi yekrêziya li dijî êrişên Tirkiyê kir û got, em ê piştgirtiya berxwedana QSD’ê bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, bi yek dengî bang kirin, berxwedan jiyan e, şehîd namirin.


AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo meşek li dar xistin û bang li cîhanê kirin ku parastina herêmê bikin.

Meş ji ber çerxerêya Şengal ber bi qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeya Amûdê ve çûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn û alên QSD’ê, wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha pankartên bi nivîsên”Na ji dagirkeriya Tirkiyê, na ji guhartina dîmografî, 2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava ye”hilgirtin.

Girseya gel berxwedana QSD’ê li dijî êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin.

Meş li qada şehîd Cîhad sekinî û hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û îşaret bi berdêlên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina herêmê de dane kir.

Remziya di dawiya axaftina xwe de got, Rêveberiya Xweser bi îradeya xwe ya azad gelek destkeftiyên mezin li ser rûyê erdê bi dest xist, ew ê parastina van destkeftiyên bikin û wiha pê de çû: “ Em rê nadin tu aliyan ku rola me ya sereke di rêxistinkirina herêmê û Sûriyê pêşerojê de paşguh bikin.”

Meş bi balkişandina girîngiya parastina Rojava, berdewamkirina berxwedanê û banga li dewletên cîhanî ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan bikin, bi dawî bû.


GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeyê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsa “Her der Rojava ye û li her derê berxwedan e” û “2’ê Mijdarê Rojava Rojava a Cîhanî ye” hildan. Her wiha pêkhateyên gundewarên girêyî navçeyê tev li meşê bûn.

Meş ji qada Şehîd Xebat destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana QSD’ê li dijî dagirkeran, hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîgnê. Di mîtîngê de Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat got bi saya berxwedana wan tevahî cîhan îro destekê dide wan.


TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeyê li deriyê veguhestinê yê navçeyê kom bûn. Meş ji deriyê veguhestinê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedan QSD’ê hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Cidan der barê Roja Piştgirya Rojava de wiha axivî:”Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Suryanên xwe di destpêka şoreşê de piştgirî dan şoreşê û li derdoar wê kom bûn. Me terorîst ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Ji ber wê divê me bi hevre dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxînin.”


ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û mamosteyên navçeyê li navenda navçeyê kom bûn. Meş ji wê derê dest pê kir û ber bi deriyê veguhestina navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê hatin berzkirin.

Meş di navenda navçeyê de veguherî mîtîngê. Di mîtîngêde Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Ishaq axivî û îşaret bi serkeftinên şoreşa Rojava û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tevahî pêkhateyan li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiyan, kir.

Ishaq banga yekîtiya û bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina dewleta Tirk a dagirekr li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bîlançoya şerê 24 saetên dawî: 12 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 wesayît hate rûxandin

Nivîsa Pêş

Gelê Efrînê: “2’ê Mijdarê dê bibe pêngava destpêkê ya têkçûna dagirkeriyê”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gelê Efrînê: “2’ê Mijdarê dê bibe pêngava destpêkê ya têkçûna dagirkeriyê”

Gelê Efrînê: "2'ê Mijdarê dê bibe pêngava destpêkê ya têkçûna dagirkeriyê"

Artêşa tirk a dagirker li Leylan ê Serêkaniyê derbên giran xwarin: Wesayît û panzêrek îmha bû

Navbera Şervanên QSD'ê û artêşa dagirker de li gundê El-Mesûdiyê şer rû dide

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.