Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Bîlançoya roja 13’emîn a Berxwedana Cenga Rojava

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina agirbesta ku hatiye ragihandin didomînin, QSD’ê li gor agirbestê tev geriya û hêzên xwe ji Serêkaniyê piştî tevahî birîndar jê derxistin, vekişandin û bal kişand ser ku pêwîst e hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/10/2019 - 13:59
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Bîlançoya roja 13’emîn a Berxwedana Cenga Rojava
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina agirbesta ku hatiye ragihandin didomînin, QSD’ê li gor agirbestê tev geriya û hêzên xwe ji Serêkaniyê piştî tevahî birîndar jê derxistin, vekişandin û bal kişand ser ku pêwîst e hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin.

Serêkaniyê

Dewleta Tirk a dagirker di roja 4’emîn a agirbestê de agirbestê bin pê dike. Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe di navbera navçeya Zirgan û Serêkaniyê de tevî topbarana hin deveran, zêde kirin.

Hin agahiyên ji herêmên Efrîn û Ezaz ên dagirkirî bi dest ketin ku bi dehan cenazeyên çeteyên ku di şerê li Serêkaniyê de hatine kuştin, li cihên cuda yên li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî, hatin veşartin.

Li aliyekî dîtir jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewldana reva komeke jinên çeteyên DAIŞ’ê, têk bir û ew girtin û ji nû ve vegerandin kampê.

Daxuyaniyên QSD’ê

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) got, tevî ku hêzên me li gor biryara agirbestê tev gerîn, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker hê jî di êrîşên xwe de berdewam e û îşaret pê kir ku êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bejahî, asîmanî û bi topavêjan, bû sedema şehadeta 16 şervanan û 3 birîndaran.

Li rexê jî berdevkê QSD’ê Kîno Kabrîyêl ragihand ku bajarê Serêkaniyê di çaroveya agirbesta demkî ya şer bi Tirkiyê re ya bi navbeynkariya bi Amerîkayê re, ji şervanan vala kiriye.

Lê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got: “Tevahî hêzên xwe li gor peymana agirbestê ji bajarê Serêkaniyê vekişandine, lê peyman ne li gor herêmên dîtir e. Mezlûm Ebdî piştrast kir ku Tirkiyê li gor peymana agirbestê tev negerî û hê jî êrîşan pêk tîne û bal kişand ser ku pêwîst e hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin, da ku qirkirin bi mafên gelên herêmê de pêk neyê.

Ji aliyê xwe ve jî Aldar Xelîl destnîşan kir ku qebûlkirina me ji agirbestê re ew e ku çareserî pêk bê û ne şer. Her wiha jî diyar kir ku çareya ku niha tê qebûlkirin, vekişîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û ji dêvla wan hêzên parastina aştiyê yên girêdayî Dewletên Neteweyên Yekbûyî(NY) derbasî herêmê bibin.

Êrîşên li dijî gundewarên Kobanê

Şeva din, gundê Zormixar ê gundewarê rojavayê Kobanê rastî êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ji jêdera Qerqeraş ê li hember gundê Zormexar hat.

Li aliyekî din jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên başurê bajarê Serêkaniyê kir. Di encamê de 8 şervanên QSD’ê gihaştin asta şehadetê û 11 jî birîndar bûn û 11 leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya bikaranîna QSD’ê ya parastina rewa de, hatin kuştin.

Birîndarên Serêkaniyê

Kadroyên tenduristî yên li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo piştrast kir ku şewatên li birîndaran çêbûne bi encama çeka ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li Serêkaniyê bi kar anîne û bi dermanên şewatê tedawî nabin. Ev şewat biyan û xerîb in. Kadroyan bang kir ku pêwîstiya wan pisporiyên tenduristî û alavên tenduristî heye ku jêderên van şewatan û çawaniya tedawîkirina wan, keşif bikin.

Daxuyanî û helwestên şermezarkirina dijminatiya Tirkiyê

Partiyên siyasî yên Dêrikê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, şermezar kirin.

Buroya Karûbarên olî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniykê, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û piştrast kir ku êrîş dêr, mizgeft û malên êzîdiyan hedef digirin û bang li dewletên cîhanê kir li rex gelên li herêmê bisekinin.

Li aliyekî din jî Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) di civîneke çapemeniyê de sûc û binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi mafên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi wêne û belgeyan pêşkêş kirin û bang li şandina şandeyên pispor kir ku van sûcên belgekirî, lêpirsîn bikin.

Rêveberiya Xweser jî piştrast kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gor peymana agirbestê tev negerîn û her wiha jî der barê kiryarên qirkirina etnîk ên li herêmên ku artêşa Tirkiyê dagir kirine, hişyarî da.

Duh, şêniyên bajar û herêmên”Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa, Til Hemîs, Tirbespiyê û Şehbayê” meş û xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên bi mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên, li dar xistin.

Helwest û bertekên cîhanê

Koordînasyona Tiwize ya Piştevaniya Gelan, piştgiriya xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihand û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, şermezar kirin. Her wiha jî banga yekser a rawestandina êrîşan kir û piştrast kir divê gel bi xwe biryara çarenûsa xwe bistîne.

Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bi şêweyekî eşkere vekişîna Trump ji Sûriyê rexne kir û misoger kir ku hiştina hevalbendan bi awayekî tund zirarê dide baweriya DYA’yê ji hêla hevalbendan ve.

Nivîskarê Erebistana Siûdiyê Abdullah Bin Becad El-Etêbî piştrast kir ku îro xuya ye Erdogan bi belgeya demboriya dawî dilîze. Tevî tevahî gotinên ku dibêje jî, lê di krîztirîn merheleyên dîrokî yên siyasî de ye û hewldana wî ya derbaskirina pirsgirêkên hundir a derve re wek çawa niha li Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, çarenûsa wî rizgar nake.

Analîzvanê ewlekar ê payebilind ji rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdiyê re got, gelek delîlên bi belege der barê bikaranîna Tirkiyê ya çeka şewatê ya qedexekirî li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hene.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwendekarên zanîngehê ji bo Rojava alîkarî kom dikin

Nivîsa Pêş

Çeteyên dagirker ên tirk êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyên artêşa tirk a dagirker li Serêkaniyê û Til Temirê derbên giran dixwin

Çeteyên dagirker ên tirk êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê dikin

Balafirên kefşê yên dagirkeriya Tirk li asîmanê Dêrikê digerin

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asmanê Kobanê digerin

Manşet

  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.