Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê sê şehîdên Amedê bi bîr anî

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê ji Fermandariya Eyaleta Amedê Evîn (Nevîn Gungormuş) û Rojda (Kubar Hacîzade), Raperîn (Filîz Aydemîr) ku li Amedê şehîd bûn, bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/10/2019 - 12:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê sê şehîdên Amedê bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çaepemeniyê ya HPG’ê ji Fermandariya Eyaleta Amedê Evîn (Nevîn Gungormuş), Rojda (Kubar Hacîzade) û Raperîn (Filîz Aydemîr) ku 24’ê Îlonê li Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî.

HPG’ê di daxuyaniyê de got, ”Hevrê Evîn ku bi taybetmendiya xwe ya têkoşer a li dijî dijmin dihate nasîn, li qada Amedê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dike û tevlî nav karwanê şehîdan dibe. ”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

”Roja 23’yê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şehîd Serhat a Licê ya Amedê operasyon dabû destpêkirin. 24’ê Îlonê berêvarkî li qada di navbeyna Heznê û Axtîkayê de di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer çêbû. Di vî şerî de hevrêya ma Evîn (Nevîn Gungormuş) ku di nav Fermandariya Eyaletê ya Amedê de cih girtî û derbên giran li dijmin dayî û hevrêyên me Rojda (Kubar Hacîzade) û Raperîn (Filîz Aydemîr) şehîd bûn. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Evîn Rizgar Amed

Nav Paşnav: Nevin Gungormuş

Cihê Bûyînê: Amed

Navê Dê û Bav: Hasibe – Mehmet Emîn

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24 Îlon 2019 / Amed

Nasnav: Raperîn Vînar

Nav Paşnav: Filîz Aydemîr

Cihê Bûyînê: Manîsa

Navê Dê û Bav: Keje – Sabahattîn

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24 Îlon 2019 / Amed

Nasnav: Rojda Cûdî

Nav Paşnav: Kubar Hacîzade

Cihê Bûyînê: Maku

Navê Dê û Bav: Fatma – Alî

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24 Îlon 2019 / Amed

Hevrêya me Evîn ku li nav malbateke welatparêz hatî dinê, rasteqîniya Kurdistanê û dijmin hê zû nas dike. Di demeke wiha de ku hîsên welatparêziyê geş in û hişmendî xurt bûye tevlî nav Têkoşîna Azadiyê dibe. Hevrê Evîn piştî ku tevlî têkoşînê dibe bi coşî, dilsozî û jidil xwe li peywirên serdemê digire. Hevrê Evîn piştî ku tevlî nav refan dibe li Eyaleta Amedê demeke dirêj têdikoşe, 1990’î li Qadên Parastinê yên Medyayê vedigere û li gelek qadan bi rengekî çalak dixeibte. Di dema têkoşînê de ku ji Amedê heta bi Qadên Parastinê yên Medyayê û ji wir dîsa derbasî Amedê dibe, her demê bi bwerî û îdîayeke mezin li ser rêya Heqîqetê diçe. Herî dawî li Fermandariya Eyaleta Amedê bi rengekî serkeftî peywira xwe bi cih tîne. Hevrê Evîn ji hêla siyasî, leşkerî û rêxistinî ve, xwe pêş ddixe û li ser vê bingehê li hemû qadên ku lê peywir dikir dibe hêzeke mezin a çareseriyê.

Hevrêya me Evîn ku bi xisletê xwe yê zelal û dilnizm di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkirî, tim bûye kana moreleke mezin ji bo hevrêyên li derdora xwe. Hevrê Evîn ku di jiyana têkoşînê ya 24 salan de bi wêrekî û fedekariyeke mezin bi peywirên şoreşê rabûyî, bi enerjiya xwe ya ku qet naqade, heq ji zor û zehmetiyan derketiye û her demê bi coşiyekê encamgirî daye ber xwe. Di artêşbûna jinê de û di têkoşînê de bûye xwedî kedeke mezin û li ser vê bingehê gelek hevalên jin perwerde kirine. Li hemû qadên ku lê dima da ber xwe de tim xwe bi pêş ve bibe û nûjen bike. Di tevahiya jiyana têkoşînê de li ser hîmê îdeolojiya Rêbertî bi xisleta xwe ya şoreşger li ser rêya têkoşînê ya şehîdên me bi serkeftin û biryardariyeke mezin meşiyayaye. Hevrê Evîn ku bi taybetmendiya xwe ya têkoşer a li dijî dijmin dihate nasîn, li qada Amedê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dike û tevlî nav karwanê şehîdan dibe. Têkoşîna hevrêya me fermandara pêşeng her demê wê rê nîşanî me bide û şoreşa me ronî bike. Dilsoziya bi Rêbertî, Partiyê û hevrêyan wê tim ji bo me bibe mînak.

Hevrêya me Rojda Cûdî li Makû ya Rojhilaêtê Kurdistanê jidayik bûye û hêlên wê yên welatparêzî pir pêş ketine. Hevrê Rojda ku hê bi ciwanî Têkoşîna Azadiyê nas dike, çanda Rojhilat bi xwe re kiriye yek û ji bo ku li dijî dagirkeran têbikoşe 2005’an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Rojda ku li gelek qadan xebat rê ve birî, li djî dewleta TC’ê ya dagirker da ku têbikoşe, derbasî Eyaleta Amedê dibe. Hevrê Rojda ku ji qadên şer derbasî qadên din ên şer dibû, bi berpirsyarî bi peywirên xwe rabûye û bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Hevala me rojda ku heta şehîd bûyî jî qet nesekinî, di nav xebatên YJA Starê de pêşengê kiriye û di şerê dijî dijmin de bi fedaî şer kiriye.

Hevrê Raperîn Vînar 1998’an li Manîsa hatiye dinê. Hê deema ku ciwan e têkoşînê nas dike û li qada civakî têdikoşe. Hevrê Raperîn ku komkujiyên dijmin ên li ser gelê Kurd qebûl nekirî û xwestî ku têkoşînê bîne asteke dî, 2013’an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Raperîn ku ji dema tevlêbûnê ve bi hişmendî û fedakarî tevlî nav xebatan bûyî piştî demekê dibe gerîlayeke zîrek. Her demê li eniya pê li dijî dijmin têkoşîneke bêhmap daye. Hevrê Raperîn bi dilsoziya bi Rêbertî û xisleta têkoşerî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de çêkiriye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Balafirên artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneyeke Serêkaniyê bombebaran kir

Nivîsa Pêş

Serkertêra Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hefrîn Xelef şehîd bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Serkertêra Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hefrîn Xelef şehîd bû

Serkertêra Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hefrîn Xelef şehîd bû

Di topbarana firneya Qamişlo de, 2 sivîl şehîd bû, 6 jî birîndar bûn

Di topbarana firneya Qamişlo de, 2 sivîl şehîd bû, 6 jî birîndar bûn

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.