Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Azadiya Kurdistanê bi azadiya jinê re misoger dibe!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/09/2019 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Azadiya Kurdistanê bi azadiya jinê re misoger dibe!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Koçberî, azara ku xwe di nava damarên mirovan de bicih dike, ewrên wê jî pir êşan di nav xwe de dipeçîne ye.

Dema em dispêrin dîrokê, koçberî bi xeteke pir bi hov, keder, xemgînî, wehşiyet û bêrihm hatî hunandin. Dîrokek wehşî mirov jiyan kiriye û di nav de maye.

Di meyzekirina koçberiyê di dîrokê de, her wiha pê re jî jiyankirin, mirov dikare koçberiyê baş fêm bike û siyaseta wê nas bike. Siyaseta koçberiyê di bingeh de qirkirin û dûrxistina gelê ku hedef tê girtine, lê ama ne tenê di vê çerçoveyê de dimîne, armancên koçberiyê gelek in. Weke topekê xwe li nav jiyana wî gelî de digerîne û hemû tiştan dipelçiqîne. Ax, hebûn, qirkirina çand, zarok, ciwan, jin hwd armanc digire.

Gelê Kurd jî yek ji wan gelên ku di dîrokek tijî êş û keder re rû bi rû maye. Koçberî weke hevalekî dost pê re mezin kirine, lewra di qirkirina, komkûjî û tunekirinê re derbas bûye. Dewleta Osmanî yek ji hovîtir dijminê gelê Kurd ê ku ew bi gelek komkûjî û wêrankirinê re hêştiye. Her wiha ne tenê gelê Kurd bûne parê vê hişmendiyê û bi hovîtiya Osmaniyan re mane, lê belê bi dehan gelên din jî ji şerbeta hovîtî û serweriya Osmaniyan vexwarine.

Rojava, bihûşta biçûk li ser erdê ye. Xwedî doz û pakrewanên pîroz e. Gelê wê jî weke Kurdên çar perçeyên Kurdistanê, rojane bi asîmîlasyona rêjîm û sîstema dewletên serdest re rû bi rû maye. Lê bi vejîna şoreşa 19`ê tîrmehê re xwe ji xetmandina ku pê re rêjîma Baes dihêşt, ji nû ve xwe vejand û geş kir. Rêxistina xwe di her aliyekî de ava kir, her wiha jina Kurd bi şoreşa 19`ê tîrmehê re xwe dîsa zindî kir û herikî nava qadên civakê û bi vîna xwe, xwe kir mînaka jintiyê li seranserî cîhanê. Bi taybet di aliyê leşgerî de, karî zincîrên jintiya qeydkirî biqetîne û hêza xwe li hember zihniyeta serwer a li ser jinan feriz bûye re îsbat bike. Mînaka wê jî, YPJ`ê hêza jina Kurd kir pişkivandina jiyanek nû ji hemû jinan re û hêza jinê ji hemû jiyanê re îsbat kir. Her wiha di aliyê Perwerde, Çand, Huner, Siyaset, Aborî û hemû qadên din de jî, bû xwedî Vîn û Têkoşîn.

Jina Rojava di asta rêxisitnkirina xwe de ne tenê herikî nava qadên jiyanê, lê li hember desthilatdariya ku bi hezaran sala li ser her şaneye jinê hatibû meşandin berxwe da. Hişmendiya ku civak jin pê digire dest şikand û êdî aîdbûna xwe vegerand. Xwe ji terz û qaliban avakir ji jintiya bindest re rizgar kir û vejîna jintiyek têkoşer pişkivand.

Jin, di dîrokê de diyardeya herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Efrînê jî di bingeha xwe de dagirkirina jinê ye. Di şexsê jina birêxistinkirî, afrîner, berxwedêr û şerker de ye.

Koçberî weke qederek ji jina Kurd re ferz bûye, her tim di zor û zehmetiyên jiyana koçberiyê re rû bi rû maye. Jina Efrînî jî, bû ji para wê ku jiyanek bi koçberiyê re jiyan bike û bikeve qefesa koçberiyê û pê re perçe perçe bibe. Di rewşa koçberiyê de jin, derdikeve dervayî welat, tê kirîn û firotan, bi fihûştê re dimîne, tê tecawiz kirin û bi her awayekî dibe qurbana vê dagirkeriyê û di nav koçberiyê de dimîne. Her wiha zewcandina jinê di temenê biçûk de yek ji mijarên sereke ye di rewşa koçberiyê de.

Ev yek jî, îro jina Efrînî bi xeteriyeke pir mezin jiyan dike. Piştî ku gelê Efrînê koçî herêma Şehbe û deverên din bû ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, jinên di temenê 13 û heya 18 de di fersenda vê koçberiyê de tên zewcandin.

Ev jî, yek ji xalên koçberiyê ne, her wiha gelek bandorên vê xalê ku koçberî di nav xwe de dihewîne hene:

  1. Ji bo rewşa ne ewle a ku gel di koçberiyê de pê re dimîne.
  2. Ji ber civak di rewşek kaos de dimîne û destavêtin pir dibe, ji bo strandina namosê ya ku civak û malbet dike zincîr û wê pê qeyd dike.
  3. Jin her tim weke sulayek ji bo kirîn û firotanê nîşan dane, ev yek jî dibe hêmana sereke û jin di bin navê strandinê bi kêm pereyan tê firotan, an jî bi kirîna çend cil û bergan û hin pêdiviyên sereke wê weke lîstokek biçûk dixemlînin û pêşkêşî zilam dikin.
  4. Di derûniyek pir tevilhev re derbas dibe, ji ber di xeyalên xwe yê zewaciyê de gelek xeyalan digire, lê dema li ser heqîqetê vê yekê nabîne, dikeve derûniyeke pir xerab. Bandorê li ser derûniya wê, liv û tevger, dan û standin û jiyana wê bi tevahî dike.

Nexasim, rojane jina Efrinî di têkoşîna hişmendiya desthilatdar a ku li ser tê meşandin de ye. Koçberiya ku jina Efrînî îro jiyan dike, her wiha ya ku jin di tevahî jiyanê de pê re dimînin, rojane di têkoşîn û berxwedaniyê de ye. Ji ber ku jina birêxistinkirî zûbizû di serweriya faşîstan re nahêle, ev jî îro jina Efrînî di îsrara xwe de berxwedanê nîşan dide. Ji lewra azadiya Efrînê bi azadiya jinê re misoger dibe. Ev jî rojane li Şehba tê jiyan kirin.

NC / NUDA ELEFTIRYA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

CHP bi konferansa xwe rejîma BAAS’ê rewa kir

Nivîsa Pêş

TAYBET – Sabrî Ok: ‘Ciwan jiyana ku bê nasname û bê rumet tê ferz kirin qebûl nakin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Sabrî Ok: ‘Ciwan jiyana ku bê nasname û bê rumet tê ferz kirin qebûl nakin’

TAYBET – Sabrî Ok: 'Ciwan jiyana ku bê nasname û bê rumet tê ferz kirin qebûl nakin'

Şehîd Denîz Agirbaz piştî 49 rojan cenazeyê wî hate defin kirin

Şehîd Denîz Agirbaz piştî 49 rojan cenazeyê wî hate defin kirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.