Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – DAIŞ kî ye û li ku derê ye?

"DAIŞ ne tenê Bexdadî ye, ne tenê rêxistina wî ya çekdarî ya ku serî jê dike ye. Wekî ku di komcivinê de jî hatiye tesbîtkirin DAIŞ ferasetek e û li her derê derdikeve pêşberî me."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/07/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – DAIŞ kî ye û li ku derê ye?
ParvekeTweet

“DAIŞ di sala 2004’an de wekî konsepteka şerê taybet bi piştgiriya hezên navneteweyî derket holê. Piştê 2011’an ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, DAIŞ dîsa bi piştgiriya hezên navneteweyî li heremê belav bû. Piştî vê demê dest bi komkujiyan, çalakiyên wehşetê yên serjêkirinê kir.

DAIŞ piştre di çarçoveya vê konseptê de piraniya Kurdistanê dagir kir û di encama vê yekê de piştgiriya hemû hêzên antî-kurd girt. Bi dagirkirina Kurdistanê û bi piştgiriya li hemberî vê yekê DAIŞ gihîşt hêza xwe ya herî mezin. Bêguman DAIŞ çawa ku bi dagirkirina Kurdistanê mezin bû û belav bû, bi berxwedana gelê kurd jî têk çû û tasfiye bû. Ev rastiya pirsgirêka kurd e. Yên ku bi komkujiya kurdan dibin hêz, bi rastiya kurdan jî tasfiye dibin.

Dewletên navneteweyî çiqas şirîkê sûcên DAIŞ’ê bin jî, raya giştî ya cîhanê ewqas li pey rastiyan e. Dixwazin ku rastiya DAIŞ’ê bizanibin. Lewma li ser vê meseleyê di dawiya heftê de komcivîneke navneteweyî ya derbarê DAIŞ’ê de hate lidarxistin. Ev komcivîn li Amûdê ya girêdayê Qamişloyê yanî li herêma ku ji aliye DAIŞ’ê ve hate dagirkirin û di encama têkoşîneke bêhempa de hate rizgarkirin, pêk hat. Lewma bala dinyayê kişand. Rastiya DAIŞ’ê li cihê ku har bû, komkujiyan pêk anî, hate nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, ji gelek deverên dinyayê zanyar, rewşenbîr, rojnameger, aktîvîstên aştiya gerdûnî beşdarî vê komcivînê bûn.

Bêguman DAIŞ a ku wek têkçûyî dixuye, di warê leşkerî û rêxistinî de winda kir. Ev yek konferansa NRLS’ê de jî hate tesbîtkirin. Lê li gel vê yekê tespîta herî girîng ew bû ku DAIŞ di warê birdozî û fikrî de hîn didome û divê li hemberî vê ferasetê têkoşîn bê meşandin. Di encamnameya komcivînê de, ji bo bidawîkirina fikra DAIŞ’ê jî bangewaziya “şirîkatiya stratejîk a navneteweyî” hate kirin.

Lê di vî warî de pirsa “DAIŞ kî ye li ku ye” girîng e. DAIŞ li ku be jî xwe dide der. Yên ku ji vê komcivînê aciz in ew DAIŞ in. DAIŞ pir dûr nîn e li Tirkiyeyê ye. Di nav vê civakê de dijî. Ev yek di her aliyê de xwe dide der. Mesela dema DAIŞ li Kobanê têk diçe, ev feraset şîn dike, dema ku Reqqa ji DAIŞ’ê rizgar dibe ev feraset hem li Enqereyê û li Îngilistanê radibe ser pêyan. Li Qamişloyê komcivîna li hemberî DAIŞ tê lidarxistin deng ji Enqereyê derdikeve. Rojnameya Yenî Şafakê di manşeta xwe ya 7’ê mehê de, hemû kes û derdorên ku beşdarî vê komcivînê bûne û rastiya DAIŞ’ê nîqaş kirine wekî “terorîst” bi nav kir. Wisa dixuye ku ev feraseta DAIŞ’ê carna di manşetan de, di nûçeyan de derdikeve pêşberî me. Yanî DAIŞ ne tenê Bexdadî ye, ne tenê rêxistina wî ya çekdarî ya ku serî jê dike ye. Wekî ku di komcivinê de jî hatiye tesbîtkirin DAIŞ ferasetek e û li her derê derdikeve pêşberî me.

Ev feraset jî talûkeya herî mezin a li hemberî mirovahiyê ye. Ev tenê pirsgirêka kurdan nîn e, meseleya hemû mirovahiyê ye. Mirovahî neçar e ku li hemberî vê talûkeyê çareyekê peyda bike. Ev jî bi lihevkirina feraseta DAIŞ’ê ne pêkan e û divê li hemberî vê ferasetê li seranserî cîhanê têkoşînek bê dayîn. Hem jî bi ruhê berxwedana Kobanê. Di vî warî de bangewaziya komcivînê û encamnameya derdeketiye holê girîng e. Ev bangewaziya afirandina ruhê têkoşîna Kobanê ye.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Kurd bi dengek bilind ji ‘îxanetê’ re nebêjin ‘îxanet’ dê tune bibin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistan daketin kolanan

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan

Ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistan daketin kolanan

Ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistan daketin kolanan

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.