Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Tetwanê şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 22’ê Hezîrana 2019’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê şehîd bûbûn eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/07/2019 - 17:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Tetwanê şehîd bûne eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî nasnameyên 3 gerîlayên ku 22’ê Hezîrana 2019’an di bomberana artêşa Tirk a dagirker a nêzî gundê Qencas a navçeya Tetwan a Bedlîsê de şehîd bûbûn, parve kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Di daxuyaniya xwe ya 26’ê Hezîranê de me ragihandibû ku, roja 22’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Qencas a navçeya Tatwan a Bedlîsê operasyon dabû destpêkirin û di êrîşa hewayî de 3 hevrêyên me şehîd bûbûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd Destan (Mehmet Sadik Îlçîn(, Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) wiha ye;

Nasnav: Destan Koçer
Nav û Paşnav: Mehmet Siddik Îlçîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bavı: Fatma – Mahmût
Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

Desta – Mehmet Siddik Îlçîn

Nasnav: Ferman Tolhildan
Nav û Paşnav: Yûnûs Seymen
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik – Bavı: Lelîhan – Aladdîn
Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

Ferman – Yûnûs Seymen

Nasnav: Mervan Kûrsinç
Nav û Paşnav: Ferhat Odummlu
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bavı: Antîka – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

Mervan – Ferhat Odumlu

 

DESTAN KOÇER

Hevrêyê me Destan Koçer sala 1996’an li navçeya Hezex a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê me Destan ku li gund jidayikbû û mezin bû çanda xwe ya resen winda nekir û hertim parast. Hevrê Destan ku bû şahidê êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst ên li ji bo tinekirina dîrok û çanda Kurd, zilma li dijî gelê Kurd qebûl nekir û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Destan ku li gorî jiyana gerîlatiyê tevgeriya, hemû erk û berpisyariyên xwe bêyî kêmahî bicih anî. Hevrê Destan bi moral û sekna xwe ya di jiyanê de enerjî daye hemû hevrêyên xwe û bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû hevrêyekî me yê mînak.

FERMAN TOLHILDAN

Hevrêyê me Ferman Tolhildan sala 1991’ê li Stenbolê ji dayik bû. Di rewşekê de ku sîstema dijmin her dever talan dikir û mirov bênasname dihişt, hevrê Ferman nasnameya xwe parast û li dijî dagirkeran berê xwe da nava tevgera azadiyê. Hevrê Ferman fêhm dike ku wê êdî nebe çerxeke sîstema kapîtalîst û yekane rêya rizgariyê afirandina azadiya rasteqîn e û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla dibe. Li Garzanê tevlî nav refên gerîla dibe û li vê qada ku dijmin giraniyê dide ser wezîfeyên girîng pêk anî û li dijî dijmin timî têkoşiya. Bi kedkarî û fedakariya xwe dihate naskirin. Heta kêliya ku şehîd bibe bi gelê Kurd û Rêberê xwe ve girêdayî bû.

MERVAN KÛRSINÇ

Hevrêyê me Mervan Kûrsinç li nava derdoreke welatparêz a li Sêrtê ji dayik bû û mezin bû. Di temenê zarokatiyê de rastiya dijmin nas kir û bi ciwantî û wêrekiya xwe ji bo azadiya gelê Kurd sala 2014’an tevlî nava refên azadiyê bû. Hevrê Mervan ji roja ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya mert û bêguman bala hevalên xwe kişand ser xwe. Hevrê Mervan bi fedakarî, biryardarî û girêdana xwe ya bi Rêbertî re bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir û bi felsefeya Rêbertî xwe kir gerîlayekî şareza. Li her qada lê ma bi xwest wezîfe pêk anî û bi rengekî mînak tevlî bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn Destan (Mehmet Sadik Îlçîn), Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve Bikin130TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRE: Li Şêrawa 4 çeteyên dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Dagirkeriya dewleta Tirk li Lice, Pasûr û Çewlîgê operasyona leşkerî da destpêkir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkeriya dewleta Tirk li Payîzava operasyona leşkerî dest pêkir

Dagirkeriya dewleta Tirk li Lice, Pasûr û Çewlîgê operasyona leşkerî da destpêkir

Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.