Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK derbarê şehadeta Diyar Xerîb: Dewleta Tirk a dagirker tevî noker û ajanên xwe êrîşeke plankirî pêk anî

KCK: Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê zêde bûne, êrîş li şoreşgerê mezin ê gelê Başûrê Kurdistanê li hevrê Helmet hatiye kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/07/2019 - 14:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK derbarê şehadeta Diyar Xerîb: Dewleta Tirk a dagirker tevî noker û ajanên xwe êrîşeke plankirî pêk anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîlayên bi navê Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Di êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê de ya li Qendîlê endamê me yê Konseya Serokatiya Giştî hevalê Helmet (Diyar Xerîb) tevî hevalên Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan wê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Ajanên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû ya jî dereng wê bên cezakirin.

Şehadeta hevrê Helmet bi rengekî tesadûfî pêk nehatiye. Dewleta Tirk tevî noker û ajanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê êrîşeke plankirî pêk aniye. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê zêde bûne, êrîş li şoreşgerê mezin ê gelê Başûrê Kurdistanê li hevrê Helmet hatiye kirin. Bi vê êrîşê xwestin hem derbê li Tevgera Azadiyê bixin hem jî têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê lawaz bikin.

ÊŞÊN GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BAŞ TÊGIHIŞTIBÛ

Hevrê Helmet 25 salan li nava refên têkoşîna me ya azadiyê li her qadê bi berpirsyarî tevgeriya. Hevrê Helmet ku perwerdeya Rêber Apo wergirt endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, endametiya Konseya Rêveber a KCK’ê kir, di damezrandina PÇDK’ê de tevî Ş. Viyan Soran amade bû û Serokatiya Giştî û Hevserokatiya Giştî kir. Bi hişmendiyeke kûr a dîrokê di perwerdeyên me hemûyan de dersên dîroka Kurdistanê pêşkêş kir û kir ku hevrê û milîtanên me û gelê Kurdistanê bi hişmendiya rast a dîrokê xwe xurt bikin.

Hevrêyekî ji Başûrê Kurdistanê bû, lewma hem têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê, hem êşa gel ku malbata wî jî gelekî kişand, hem jî zerara ku nebûna yekîtiya neteweyî dide gelê Kurd baş fêhm kiribû û têgihiştibû. Ji ber vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî gelekî hewl dida, li dijî ferasetên ku xwe ji yekîtiyê vedigirtin gelekî bi hêrs bû. Zanîbû ku zerara li têkoşîna Bakurê Kurdistanê bê kirin wê zerarê bide tevahiya gelê Kurdistanê û ev yek xiyanet e, lewma li dijî neyîniyên bi vî rengî bi hêrs bû. Hesasiyeta xwe ya di vê mijarê de, bi belavkirina nêrînên Rêbertî nîşan dida ku ev yek weke misogeriya paşeroja azad a Kurdistanê didît.

JI BO DAWÎ LI BÊDENGIYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÎNE DIXEBITÎ

Hevrê Helmet piştevanî û bêdengiya hêzên siyasî yên Başûr ji bo êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Xakurkê û Başûrê Kurdistanê weke xefleteke dîrokî dinirxand. Zanîbû ku dema têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a di xeta Rêber Apo de lawaz bibe an jî nebe wê destketiyên Başûrê Kurdistanê hemû bikevin nava metirsiyê, bi vê têgihiştinê ji bo dawî li bêdengiya li Başûrê Kurdistanê bîne dixebitî. Di çarçoveya vî karî de bi Pêşmergeyên Dêrîn ên ku çûn Qendîlê hevdîtin kir. Hewl da ku nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên siyasî derxîne holê. Komplo û êrîşa li dijî hevrê Helmet di demeke wiha de pêk hat û ev yek nîşan dide, êrîş bi rêya ajanên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT û nokerên wan ve hatiye kirin.

Hevrê Helmet weke endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû hedef. Weke Konseya Serokatiyê kontrol dikir ku sîstema KCK’ê di xeta Rêbertî de bi rê ve diçe yan na; ji bo sererastkirina kêmasiyan pêşniyar dikir û hişyariyên pêwîst dikir. Hevrê Helmet ji roja ku dest bi vê wezîfeyê kir heta kêliya şehadetê, di çarçoveya girêdana mezin a bi Rêber Apo re bi cidiyeteke mezin tevlî vî karî bû. Bi hêza xwe ya fikrî, bi hewldan û keda xwe karên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê xurt kir. Lewma ev êrîş di heman demê de êrîşek li dijî xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo ye.

GELÊ KURDISTANÊ EWLADEKÎ XWE YÊ GELEKÎ HÊJA JI DEST DA

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê tevahiya gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye. Gelê Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê hevalê Helmet ji nêz ve nas kiribûn. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, biryardar û şoreşger bandoreke mezin li gelê Başûrê Kurdistanê kiribû. Şehadeta wî jî ewqasî giran e.  Gelê Başûrê Kurdistanê wê windakirina şoreşgerekî ewçend mezin demeke dirêj ji bîr neke. Bêguman sekna wî ya li dijî nokerî û xefletê, hestên wî yên ji bo yekîtiya neteweyî wê di Raperînên gelê Başûrê Kurdistanê de her hebin.

Daxwaza herî mezin a hevrê Helmet ew bû ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji aliyê gel ve li her deverê bê geşkirin. Dixwest ku dema li parçeyekî Kurdistanê êrîşek bê kirin parçeyên din ên Kurdistanê rabe ser piyan. Dixwest ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanê bi ruhê Raperîn li dij bisekine. Ji ber ku eger li dijî vê hewldana dagirkeriyê berxwedan neyê nîşandan di serî de destketiyên li Başûrê Kurdistanê wê têkoşîna azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê bikeve rewşeke metirsîdar. Ji ber vê yekê divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyan li dijî êrîşên dewleta Tirk rabe ser piyan û welatparêziya Kurd a bi berdêlên mezin hatiye afirandin nîşanî tevahiya dinyayê bide. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwestê nîşan bide û di asta herî bilind de xwedî li sembola ruhê Raperînê û yekîtiya neteweyî ewladê xwe yê hêja hevrê Helmet derkeve û bersiva pêwîst bide yên di nava xefletê de ne û mêtingerên qirker dagirker.”

Parve Bikin796TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 24’an û li Bradostê di roja 14’an de didomin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîllayên HPG û YJA-Starê li Şirnexê li dagirkeran xist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîllayên HPG û YJA-Starê li Şirnexê li dagirkeran xist

LEZGÎN - Gerîllayên HPG û YJA-Starê li Şirnexê li dagirkeran xist

LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: Li Şêrawa 4 çeteyên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.