Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Êrîşa li dijî sivîlan beşek ji plana dagirkeriyê ye

HPG'ê diyar kir, dewleta Tirk bi zanebûn û bi rêk û pêk bombeyan li qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dibarîne û destnîşan kir, ev êrîş beşek ji plana dagirkeriyê ye. HPG'ê diyar kir, divê gelê Kurd li her qadê li dijî dagirkeran li ber xwe bide.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/06/2019 - 10:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: Êrîşa li dijî sivîlan beşek ji plana dagirkeriyê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên dewleta Tirk ên dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir, dewleta TC a dagirker li dijî destketiyên gelê Kurd ên li Kurdistanê dest bi êrîşên nû kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev zîhniyeta ku bi rengekî hovane êrîşî gelê me û nirxên gelê me dike, hewl dide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya teknîkî bi zanebûn bombeyan li qadên mirovên me yên sivîl dibarîne. Yek ji van êrîşan 12’ê Hezîranê li navçeya Amediyê ya Duhokê hate kirin ku bombe li gelek qadên sivîl hate barandin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer saet 13:30’î bombe li wesayiteke sivîlên li gundê Guherze, êvarê l idu wesayitên sivîl ên li gundê Sergele, malek li gundê Derê, stasyoneke petrolê ya gelê sivîl a navbera Sulawe û Amediyê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hin welatiyên me yên sivîl birîndar bûn.”

‘TC A DAGIRKER DIXWAZE ÇAVÊ GEL BITIRSÎNE’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî cih û warê sivîlan dike, dixwaze bi çavtirsandinê gelê herêmê bitepisîne û hate gotin, “Êrîşên ku bi piştgiriya balafirên bê mirov hatin kirin bi giranî mirovên me yên sivîl yekser kirin hedef. Dewleta TC a dagirker ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, ji bo nehêle ku gelê herêmê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û çavê gel bitirsîne, van êrîşan dike. Êrîşên ku bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin bêguman beşek ji plana dagirkeriyê ye.

Bi van êrîşan em careke din dibînin ku ji bilî mirin û hilweşandinê dewleta TC a mêtinger tiştekî din ji bo Kurdan rewa nabîne û ji bo van êrîşên xwe jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike hincet. Ev zîhniyeta ku berê jî gelek mirovên me yên sivîl qetil kir, vê êrîşê weke ku li dijî gerîla ye nîşan dide. Li deverên ku qala wan tê kirin ti hewldan û tevgereke gerîlayên me nîne. Bombekirina benzînxaneyê û rêyên bingehîn gelo ne êrîşeke bi zanebûn e? Ev zîhniyeta ku qadeke bi sedan wesayit jê derbas dibe bombe dike, bi polîtîkaya tirsandinê dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê bitirsîne.

Êrîşên tên kirin careke din nîşanî me didin ku dewleta TC a dagirker bi zanebûn êrîşî gelê me dike û bi derewan hewl dide zîhniyeta xwe ya kujer binixumîne.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI HER DEVERÊ BERXWEDAN DIVÊ’

Tevî ku li devera hate bombekirin gerîlayên me nîne, artêşa TC a dagirker bi balafirên keşfê bi zanebûn bombe li herêmê barand. Li hemberî van êrîşên ku li dijî gelê Başûrê Kurdistanê tên kirin divê gelê Kurd li her devera lê ye li ber xwe bide û li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne. Armanca dewleta TC a dagirker qirkirina Kurdên azad e. Li dijî van êrîşan divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrîşkariyê têbikoşin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê li dijî dagirkeran ji bo azadiya gelê me têbikoşin û planên dagirkeriyê têk bibin. Ji bo mirovên me yên ji ber van êrîşan birîndar bûne em daxwaza şîfa xêrê dikin.”

Parve Bikin2TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şewata Omeryan du roje didom e!

Nivîsa Pêş

Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dan Qendîlê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dan Qendîlê

Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dan Qendîlê

Berxwedêrê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl rakirin nexweşxaneyê

Berxwedêrê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl rakirin nexweşxaneyê

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.