Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şîrîn Elemhulî tevî darvekirinê jî serî netewand

Ji bo avakirina azad û demokratik gelek şoreşgeran jiyana xwe feda kirin û hatin darvekirin. Yek ji van kesan jî Şîrîn Elemhulî ye. Elemhulî di 9’ê Gulana 2010’an de bi Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin. Elemhulî piştî Leyla Qasim jina kurd a duyemin e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/05/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Şîrîn Elemhulî tevî darvekirinê jî serî netewand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya 9 salan Şîrîn Elemhulî tevî Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Lê rejîma Îranê bi darvekirinê tene bedena Elemhulî tune kir, nikarî armanc û têkoşîna Şîrîn, pêşeroj û azadiyê bidarve bike

Ji bo avakirina azad û demokratik gelek şoreşgeran jiyana xwe feda kirin û hatin darvekirin. Yek ji van kesan jî Şîrîn Elemhulî ye. Elemhulî di 9’ê Gulana 2010’an de bi Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin. Elemhulî piştî Leyla Qasim jina kurd a duyemin e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin.

Şîrîn di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlakê yê bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û 7 bira û 2 xwişk bûn.

Şirîn Elemhulî qet nexwendibû. Bi rêya pirtûkên xwişk û birayên xwe tîpan nas kiribûn. Lê dema ku bêdadperweriya civakê û cîhanê dit, tu neheqiyek ji bo xwe û jiyana derdora xwe nepejirand.

Dema ku di sala 2006’an de li rojhilatê Kurdistanê gelê kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta tirk ên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû serhildanê û nerazîbûnên xwe anîn ziman, gelek ciwan hatin binçavkirin û 2 ciwan jî hatin şehîdkirin. Ji ber cudahiya zayendî ya heyî ku jinan nekarî beşdarî wan nerazîbûnan bibin, Şîrîn jiyana xwe bi rêya têkoşîna xwe guhert.

‘Tevî du hevalên xwe tev li refên gerîla dibe’

Şîrîn Elemhulî di şeva nîşankirinê de, rêya şeref û têkoşînê hildibêjire û li gel 2 hevalên xwe yên bi navê Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro beşdarî nava refên gerîla dibe. Şîrîn milkbûna zilam red kir. Ji ber hezkirina her du hevalên xwe yên li gel beşdarî nava refên gerîla bûyîn, navê xwe kir Ronahî Çalak û tim bû ronahiyek. Her wiha di vê çarçoveyê de gihişt hêviyên xwe û di demek kurt de xwe pêş xist.

Şîrîn Elemhulî nêzî salekê li çiyayê Qendîlê dimîne û her li wir fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Her wiha di asta fikrî de xwe pêş dixe.

‘Soz dide şehîdan’

Di sala 2008’an de dema ku dewleta tirk bi hevkariya Îranê êrîşî Qendîlê kir 6 endamên ragihandina PJAK’ê şehîd bûn. Piştre di payîza heman salê de Hesen Hîkmet Demîr ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin û piştre Ronahî Denîz çalakiya fedayî kir û Çalak Ciwanro di çalakiyekê de şehîd bû.

Şîrîn Elemhulî soz da ku li hemberî van hemû zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake. Lewma biryar da ku li di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike. Dema sed metre dûrî balafirgehê radiweste ji aliye kesên din ve tê aşkerakirin û piştre tê binçavkirin.

Tevî mehek binçavkirinê jî kes nizane Elemhulî li ku derê ye. Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê îşkencekirin. Lê dîsa jî teslîm nebe û dest bi grevê dike. Şîrîn Elemhulî li bîranîna xwe de wiha dinivîse: “Ew kesên ku îşkence li min dikirin, zilam bûn û ez bi textekê ve girêdabûn. Bi darê ceryanî, kolm û zeleyan îşkence li min dikirin. Ji ber ku min farisî jî baş nedizanî zêdetir zext li min dikirin.”

Rejîma Îranê bi dehan car zext lê kirin, tenê ji bo ku poşman bibe û bi dîmen ragihîne. Lê Şîrîn tevî hemû îşkence rejîma Îranê jî wiha bersivê dide wan: “Hûn dikarin giyana min bistînin lê hûn nikarin şerefa min ji min bistînin.”

‘Bi xwendina Sirûda Ey Reqîb diçin mirinê’

Şîrîn piştî 6 mehên lêdan û lêpirsînê ji bo sewqî Girtîgeha Evînê kirin. Ji ber îşkencekirin êdî nedihate naskirin. Piştî ku Şîrîn Elemhulî du salan li Girtîgeha Evînê ma, bi biryara dadwer Ebulqasim Selewatî bi sûcdariya ji derveyî yasa sînor derbaskirin û alîkarîkirina PJAK’ê biryara darvekirina wê da. Her çiqas ji bo rawestindina biryarê kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin jî lê dîsa Îranê guh neda daxwazan û di 9’ê Gulana 2010’an saet 21.30’an de bi hinceta navê bavê xwe şaş tomar kirine bang li Şîrîn Elemhulî dikin û di saet 05.30’an de li gel Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamyan bi xwedina Sîrûda Ey Reqîb tên darvekirin.

Piştî 5 rojên darvekirinê, weke nerazîbûn greva giştî destpê kir. Di dîroka Îranê de grevek bêhempa bû. Ji derveyî vê li Kurdistan û welatên cîhanê, nezîbûnên berfireh pêk hatin.

‘Pêwîst e hemû jin Şîrîn baş fam bikin’

Ewîn Zîlan ku hevrêya Şîrîn Elemhulî ye têkilarî şahadeta wê axivî û ev tişt anî ziman: “Heval Şîrîn bi canbaxşaneya xwe xwest azadî ji bo jinan bîne. Pêwîst e hemû jin baş fam bikin. Şîrîn li dijî bêdadperwerî serî hilda. Di asta berxwedanê de, asta têkoşîna xwe bilind bikin. Bê cudahiya kurd, faris û ereb têkoşinê bikin. Ji ber ku civak birêxistinbûna xwe van şehîdan nemir dike.” SILÊMANÎ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinanî Gencî Têkoşer broşûra “Bi pêşengtiya jina azad ber bi jiyana azad” derxist

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – ‘Mizgîn, xêza jin û hunera azad e!’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – ‘Mizgîn, xêza jin û hunera azad e!’

NIRXANDIN - 'Mizgîn, xêza jin û hunera azad e!'

Ji Pênûsa Jin: ‘Bila kes pêl keda we neke’

Ji Pênûsa Jin: 'Bila kes pêl keda we neke'

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê 5 kes hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.