Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: “Li pişt bûyera destavêtinê, dest û mejiyê AKP’ê heye”

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, li pişt destavêtina li Kuçukçekmeceyê li zarokeke 5 salî hate kirin, dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê heye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/04/2019 - 14:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: “Li pişt bûyera destavêtinê, dest û mejiyê AKP’ê heye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê li ser hovîtiya li Kuçukçekmeceyê ya 23’ê Nîsanê ku du kesan dest avêtin keçeke 5 salî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ARMANCÊN CIVAKÎ Û SIYASÎ YÊN DESTAVÊTINÊ

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist, 23’ê Nîsanê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê du kesan dest avêtin keçeke 5 salî û vê bûyerê di nava şêniyên Kuçukçekmeceyê û gelemperiya Tirkiyeyê rê li ber hêrseke mezin vekir.

KJK’ê bal kişand ser meşên protestoyî û diyar kir, hêzên ewlekariyê yên hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê êrîş birin ser kesên çalakiya protestoyî dikirin û xwepêşandanên protestoyî jî weke provokasyonê bi nav kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din karakterê xwe yê mêrê serwer ê qirêj ku piştgiriyê dide destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan, nîşan daye.”

Koordînasyona KJK’ê ragihand, di dema desthilatdariya AKP’ê de bûyerên kuştin û destavêtina li jinan her zêde dibe û diyar kir, “AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên dijminatiya li jinê mayinde kiriye. Bûyera destavêtina li keça 5 salî ya li Kuçukçekmeceyê xwedî gelek armancên siyasî û civakî ye.”

‘LI PIŞT BÛYERA DESTAVÊTINÊ DEST Û MEJIYÊ DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê HEYE’

KJK’ê destnîşan kir, bûyera li Stenbolê rû da plankirî ye û da xuyakirin, “Niha jî penaberekî ji Pakîstanê weke kiryarê vê bûyerê nîşan didin. Ku ev yek jî ji bo sorkirina hêrs û nefreta li dijî penaberan tê kirin. Lewma ev bûyer ji aliyê kê ve hatibe kirin jî li pişt wê dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê heye.”

KJK’ê bal kişand ser cih û dema bûyerê û diyar kir, “Bûyer li Stenbolê, 23’ê Nîsanê li taxên ku Kurd-Tirk û gelên din bi hev re dijîn, qewimî.

‘NE CARA YEKÊ YE KU BÛYERÊN BI VÎ RENGÎ DIQEWIMIN’

Di serî de tevgerên azadiyê yên jinan ên li Tirkiyeyê, divê parêzvanên mafên jinan, femînîst, hêzên demokrasî û azadiyê hemû zanibin; ne cara yekê ye ku bûyerên bi vî rengî diqewimin û ne ji rêzê ne. Bi rêya bûyerên bi vî rengî tê xwestin, di serî de jin, civak û hêzên demokrasiyê bên tepisandin û radestgirtin.

Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst, ji roja ku bûye desthilatdar û vir ve bi polîtîkayên dijminatiya li azadiyê, civakê, jin û zarokan tevdigere. Lê belê salên dawî bûyerên tundî, destavêtin û destdirêjiya li jin û zarokan zêde bûne. Zêdebûna van bûyeran encameke polîtîkayên faşîzm, şer, aborî û civakî yên desthilatdariyê ye.”

‘NE TENÊ PIRSGIRÊKA JINAN E’

KJK’ê diyar kir, bûyera hovane ya li Kuçukçekmeceyê qewimî û bûyerên gengaz ên biqewimin, ne tenê pirsgirêka jinan e û ragihand, “Pirsgirêka hêzên civakî hemûyan e. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a hêzên azadiya civakî heye. Jin û hêzên azadiyê yên li Stenbolê û gelemperiya Tirkiyeyê, divê li dijî vê tifaqa mêr a faşîst bi rêxistiniyeke xurt tevbigerin.”

‘HETA KU AKP LI DESTHILATÊ BE EWLEHÎ JI BO CIVAKÊ TINE’

Koordînasyona KJK’ê bi berdewamî diyar kir yek ji armanca desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ew e ku hêzên demokrasiyê ji hev dûr bixîne, nehêle ku bigihijin hev û hilbijartina 31’ê Adarê nîşan daye heke jin, hêzên dilxwazên azadî, heq û dadê werin gel hev ti hêz nikare xwe li bara wan bigire. KJK’ê got, ”Divê were zanîn heta ku AKP li desthilatê be ti ewlehiya civakê tine. Heke li dijî vê pirnisandin, çavtirsandinê heke hêz bersivê nedin AKP wê zêdetir êrîşkar bibe. Bila ti kesek nekeve wê fikrê ku bi bêdengiyê, bi rengê ku xwe bidin anîşkan wê encamê bistînin. AKP ti caran wê dev ji armanca sazûmanîkrina vê pergala heramiyan neke ku her gav bi gav wê polîtîkayên xwe yên êrîşê zêdetir bike, civakê pûç bike, tecawizî zarokan bike, zengînanan zengîntir û hejaran hejarrtir bike. Her demê wê li benda keysa xwe be, dema ku delîve bi dest ket wê êrîşê bi ser hêzên dilxwazên azadiyê de bibe. Ji bo vê jî divê berxwedan domdar û mayinde be.”

KJK’ê bi domdarî got divê baş were fêhmkirin bi partîya herî hov, rêxistinî ya faşîst a dîroka Tirkiyê re hevrû ne û ji bo vê jî bi zanîna ku li Tirkiyê rewşeke derasayî ya pêvajoya faşîst tê jiyîn, li gel vê divê berxwedan were geşkirin û got, ”An na civaka Tirkiyê, hêzên demokrasî û azadiyê wê têkçûneke mezin bijîn.”

‘BERXWEDAN DIVÊ DOMAR BE’

Dil hilbijartinên 31’ê Adarê de tifaqa hêzên demokrasî û azadiyê têkçûneke mezin bi desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dane jiyîn. Lê ev gavên destpêkê yên têkoşînê ne.

Heke ev xet were domdarkirin û mayindekirin wê serketin were mîsogerkirin. Bi vê çarçoweyê, gelên Tirkiyeyyê, jin, hêzên demokrasî û azadiyê her ku li dijî faşîzmê bûn xwedî helwest û li ber xwe dan û ev domdar û mayinde kirin, wê rûyê wan bikaribe bikene. Berxwedan divê domdar be. Ji niha ve jî bi girîngiyeke jiyanî ye ku hêzên demokrasî û azadiyê li bara bûyerên li Tirkiyeyê divê bi hev re û rêxistinî tevbigerin. Divê ti kes bi paş ve gavê neavêje. Heke ev were kirin wê dahatuya ronak a Tirkiyê were xilaskirin. Zarok, jin bi vê çarçoweyê dikarin werin hemandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî Duhokê bombe kirin

Nivîsa Pêş

HPG li Pîran û Çelê çalakî kir: 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG li Pîran û Çelê çalakî kir: 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

HPG li Pîran û Çelê çalakî kir: 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Li Wanê koma 6’an des bi greva birçîbûnê kir

Li Wanê koma 6'an des bi greva birçîbûnê kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.