Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Şengalê Çarşema Sor hate pîroz kirin

Welatiyên Şengalê yên ku li gorî Rengê Mergeh Cejna Çarşema Sor pîroz dikin, berê xwe dan şehîdgeh û cîhên pîroz.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/04/2019 - 17:16
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Li Şengalê Çarşema Sor hate pîroz kirin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Çarşema Sor an jî Çarşema Serê Nîsanê, cejna Êzîdiyan  a herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gor  salnameya kevin de tê pîrozkirin. Li gor baweriya Êzidiyan, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê ku nebaşiyan ji nav însanan rake û başiyê belav bibe. Li gorî baweriya Êzdayetiyê di Çarşema serê Nîsanê de gerdûn hatiya avakirin.

Di vê cejinê de civaka Êzidî hêkan dikelînin û renge reng dikin. Ew hêk temsîla nû ya avakirina gerdûnê dikin. Eger hêk neyê kelandin wek di hundirê hêkê dê şeklê gerdûnê çênabe. ji ber vê yekê divê hêk bê kelandin ji bo ku şeklê gerdûnê bide. Wek tê zanîn di nava hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye.

Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê, ji bo hemû diniyayê ibadet dike, piştî wê şîrinahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkirin. Ji ber ku dema gerdûn hatiye avakirin her der bi gulên renge reng hatiye xemlandin. Her wiha serê sibehê welatiyê berê xwe dide çolê, kulîlkên sor berhev dikin û dibin malê li gel qalikên hêkan bi deriyê malê ve dikin. Wateya vê yekê jî ewe ku ji her êrîşê bên parastin. Her wiha di roja cejnê de qalikên hêkê li nava dexil û dan tê belavkirin ku Xwedê berket bavêje nav. Dîsa serê sibê welatî diçin ser goristanan û cihên pîroz. Her wisa li goristan û cihên pîroz xwarinê belav dikin. Di roja cejinê de nabe ku kes biçe ser karê xwe.

Li Şengalê pîrozbahiya cejnê

Li Şengalê Çarşema Sor bi 2 rengan tên pîrozkirin. Ya yekemîn Rengê Mergeh an jî rengê Rojava, ya duyem jî Rengê Laleş an jî rengê Rojhilat e.

Pîrozbahiyên li gorî rengê Merheg hefteyekê beriya rengê Laleş pêk tên. Beşek ji welatiyên Şengalê li gorî rengê Mergeh, piraniya Êzidxanê jî, li gorî rengê Laleş Çarşema Sor pîroz dikin.

Bi minasebeta hatina Çarşema Sor, welatiyên ku li gorî rengê Mergeh cejnê pîroz dikin, îro serê sibehê berê xwe dan şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş. Malbatên şehîdan diyar kirin ku ew bi dilek xemgîn cejnên xwe pîroz dikin, lê dîsa jî ew serbilindin û wê herdem li ser rêka zarokên xwe bimeşin.

Welatiyan her wiha serdana cihên pîroz kirin û cejin pîroz kir. Cihekî piroz jî Şebil Qasime ku civaka Ezîdî berê xwe dayê û cejna xwe li mirîyên xwe pîroz kirin. Welatiyên hatin vir jî anîn ziman ku ew hîn bi dileke germ û xweş cejnên xwe pîroz nakin. Welatiyan gotin ku heta hemû zarokên wan ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin neyên rizgarkirin, wê bi dilekî  rehet û kêfxweşîyeke mezin cejnên xwe pêşwazî nekin.

Welatiyan ku çûn serdana goristan û cihên pîroz şêrînahî û xwarinên bixwe re anîbûn, belav kirin.

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG: Li Qilabanê leşkerek hate kuştin, 3 jî birîndar bûn

Nivîsa Pêş

Dagirkeran li Efrînê di du rojan de 15 kesî revandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyên Tirk êrîşê gundên Babê kirin

Dagirkeran li Efrînê di du rojan de 15 kesî revandin

LEZGÎN – Ji girtiyê bi navê Sîraç çalakiya fedayi

LEZGÎN - Ji YSK'ê biryara skandal: Em ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.