Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

YPJ: ‘Rojbûna Rêber Apo rojbûn jina azad’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/04/2019 - 11:42
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Fermandariya Giştî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo bûyina Rêberê Gelan Abdulllah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da, 4’ê Nîsan bûyina Ocalan û damezirîna YPJ’ê li gelê Kurd, li mirovahiyê, li jinan û dayikan pîroz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî, 4’ê Nîsanê, bûyina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ”Roja 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û bi taybet jina Kurd roja ji nû ve zayîneke civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e. Zayîna Rêber APO ji zayîneke fîzîkî wêdetir zayîneke, civakî ye. Di şexsê Rêber APO de zayîna gelekî û ji zayîna gelekî, zayîna hemû gelan pêk hat.”

Fermanariya Giştî ya YPJ’ê têkilî 4’ê Nîsanê, bûyina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wiha got:

‘FELSEFEYA OCALAN BÛYE KANA HÊVÎ, BAWRÎ Û JIYANEKE WEKHEV Û AZAD’

Em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 7’an a avakirina YPJ’ê ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hate damezrandin, di serî de li gelê Kurd, li hemû mirovahiyê, li jinan û dayîkên kedkar pîroz dikin. Di şexsê şehîd Slava, Bêrîvan, Jînda û Arînan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin. Her wiha em berxwedêrên grava birçîbûnê ku îro pêşengiya demeke dîrokî dikin, silav dikin.

Roja 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û bi taybet jina Kurd roja ji nû ve zayîneke civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e. Zayîna Rêber APO ji zayîneke fîzîkî wêdetir zayîneke, civakî ye. Di şexsê Rêber APO de zayîna gelekî û ji zayîna gelekî, zayîna hemû gelan pêk hat. Rojbûna Rêber Ocalan di rojhilata navîn de, ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyek nû, fikrek nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand. Di roja îro de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingehê paradîgmaya Netewa demokrtîk ji bo gelên cîhanê bûye çavkaniya hêvî, bawerî û nîşaneya jiyaneke wekhev û azade.

‘RÊBER APO KEDEKE MEZIN JI BO ZENAKIRINA GEL Û JINÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DA’

Em di roja îro de bandora fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya di avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistan, Bakûr-rojhilatî Sûriyê de dibînin. Di rastiya şoreşê de ku ev 7 sal in bi pêşengiya jinan ava bûye, hemû gelên cîhanê rastiya xwe tê de dît û berê xwe dane vê şoreşa bê emsal. Bêguman ev jî bi ked û hewldanên mezin ên Rêber APO ve pêk hat. Keda herî mezin Rêber APO ji bo azadiya jinan da û hîna jî dide. Rêber APO 20 salan kedeke mezin û bêhempa ji bo zanekirina gel û jinên Rojavayê Kurdistanê da. Gelê me îro bi avakirina şoreşê, bersiv da vê keda mezin û ji bo xwedî lê derbikeve her roj berdêlên girbuha dide.

‘ME FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO JI BI XWE KIRE BINGEHÊ RÊXISTINBÛN Û ARTÊŞBÛNÊ’

Em Yekîneyên Parastina Jinê, YPJ, mejî di rojeke wiha dîrokî de biryara avakirina hêza parastinê da. Me biryar û sonda parastina tevahî jinan û gelan di vê rojê de da. Ev roj ji bo me bi destxistina bawerî, cesaret, vîna azad, rastiya jina tekoşînvan û şerker îfade dike. Me jî weke jinên Kurd, fikir û felsefeya Rêber APO ji bo xwe kir bingehê avakirina rêxistinbûn û artêşbûnê. Me di 6 salên derbas bûyî de li hemberî dijminê mirovahiyê, yê herî hov û xedar DAÎŞ û komên çete yên dinê, tekoşîneke fikrî, civakî, çandî, polîtîk, siyasî û leşkerî meşand. Me bi saya rêhevalên xwe yên şehîd jî cîhaneke manewî, exlaqî û wijdanî ava kir û diyarî hemû gelan kir. Me bi nasnameya jina Kurd dest bi tekoşînê kir. Vaye îro jî di encama bedel, fedekarî û tekoşînek dijwar de nasnameya YPJ’ê bûye nasnameya hemû jinên cîhanê.

‘EM Ê BI RÊBERÊ XWE RE LI WELATEKÎ AZAD BIJIÎN’

Me ev heqîqet bi saya fikir û felsefeya Rêber APO bi dest xist. Rêber APO, di destpêka tekoşîna xwe de got azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e û ji bo ji nû ve afrandina jina azad kedeke bêhempa da. Ji bo em xwedî li vê keda Rêber APO derkevin, ji me jinan tê xwestin ku em mîrateya tekoşîna jinê biparêzin, xwedî lê derkevin, pêşbixin, bikin malê tevahî jinan. Ji bo vê jî tekoşîneke bê rawest pêwîst e. Me jî weke YPJ soza vê da û em ketin rê. Em ê bi vê soz û biryardariyê heya bidest xistina azadiya hemû jinan bimeşin, tekoşîna xwe bilintir bikin.

Li ser şopa mîrateya me ya giranbiha ya 6 salan, em ê ala berxwedanê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye, bi Rêberê xwe re di welatek azad li ba bikin. Li ser vê bingehê em dibêjin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk werê çi ji me bê xwestin em ê bikin û xwedî li keda Rêber APO di ber me ve daye, derkevin.

Em vê roja pîroz ya 4’ê Nîsanê careke din li Rêber APO û hemû jinên tekoşînvan bi hêvî û baweriya serkeftinê pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên HPG-YJA Starê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HRE’ê li Mare û Ezazê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê: “Li Efrîn û Babê 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûn”

LEZGÎN - HRE'ê li Mare û Ezazê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn

Çalakliya Leyla Guven di roja 148’an deye

Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an deye

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.