Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Buldan: ‘Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/03/2019 - 15:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Buldan: ‘Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve’
ParvekeTweet

Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlêbûna sed hezaran berdewam dike. Newroz bi axaftina siyasetmedar û guhdariya muzîkê berdewam dike. Li qade bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” berz dikin.

AMED – Pirozbahiya Newroza Amedê bi tevlêbûna sed hezaran bi axaftin û muzîkê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, anî ziman ku jan û êşa gelê kurd yek e û xwest gelê kurd tev bibin yek. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku agirê Newrozê bi berxwedana Leyla Guven geş dibe û wiha got: “Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye wê azadî û aştî bi ser bikeve. Daxwazê hevalên medaxwaza me ye.”

Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlêbûna sed hezaran berdewam dike. Newroz bi axaftina siyasetmedar û guhdariya muzîkê berdewam dike. Li qade bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” berz dikin. Pîrozbahî bi axaftina siyasetmedaran berdewam dike. Piştî konsera hunermend Pinar Aydinlar, Siyasetmedar derketin ser dikê û axivîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan derket ser dikê û axivî.

ARSLAN: HEKE TECRÎD BÊ RAKIRIN DÊ EV QAD BI PEYAMA OCALAN BIXEMILE

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan: “Em berxwedana Leylayan, Sebahatan û hemû girtiyan bi ruhê Newrozê pîroz dikin. Gelê hêja me şahidiya peyamên Birêz Ocalan li vê qadê û dikê kir. Îro bi tecrîdkirina birêz Ocalan şer hatiye kûrkirin û pêşiya deriyên aştî û demokrasiyê hatine girtin. Divê demildest daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin. Dema tecrîd rabe dê ev qad dîsa bi peyamên Ocalan bixemile.”

ASKAR: TEVAHIYA KURDISTAN TÊ TECRÎDKIRIN

Nûnerê DDKD’ê Veysî Askar: “Newroz destpêka roja nû ye. Newroz cejna biharê ye. Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Çawa Hesinkiar Kawa li dijî zilma Dehaqan derketiye em jî îro li dijî zilma îro derdikevin. Îro di rojhilata navîn de pirsgirêkek mezin heye. Ev pirsgirêk a kurd e. Heta ku nasnameya kurd û statûtiya Kurdistanê neyê nas kirin ne pêkan e, aştî pêk were. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne hiqûq, mirovî û ne jî demokratîk e. Tecrîd li ser tevahiya civakê belavkirine. Li ser navê welatê me tecrîd heye. Îro ji zimanê me bigire heta dîroka me qedexe ye û navê jî tecrîd e. Îro jan û êşa hemû kurdan yek e. Divê gelê kurd li gorî êşa xwe bibe yek. Serkeftina gelê kurd di tifaq û yekîtiyê de ye. Serkeftin a gelê kurd e.”

BULDAN: YÊN KU TECRÎDÊ GIRAN DIKIN BAŞ LI VÊ QADÊ GUHDAR BIKIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan wiha axivî: “Îro agirê Newrozê bi berxwedana Leyla û Zulkufan geş dibe. Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye wê azadî û aştî bi ser bikeve. Dengê çalakgeran nayê bihîstin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Bi milyonan mirov deng dide vî dengî. Daxwazê hevalên medaxwaza me ye. Daxwaza wan deynê stûyê me hemûyan. Amed carek din dîrok dinivîsinê. Şeş sal bere nameya birêz Ocalan min li vê qadê xwendibû. Şeş sal li vê qadê ji bo siberoja me hêvî aj dabû. Me di şahidiya milyonan de nameya Birêz Ocalan dema xwend. Hêvî û bawreiya me ya ji bo aştiyê û azadiyê çêbibû. Lê yên îro ku wê mutabakatê naxwazin pêvajoyê xelas kirin û tecrîdê li pêş xistin. Ew ên ku tecrîdê giran dikin bila îro baş li vê qadê binêrin. Heke ku ew tecrîd li pêş nexistina û mutabakata Dolmabahçeyê tune nehesibandina wê îro şer tune bûya. Ku wî ruhî tunenekirina wê îro Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe li ser vê dikê buna.

QÊRÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBÎHÎZIN

Bila viya baş dizanibin wê ev îrade qet çonga xwe netewîne û tawîz nade. Va Newroz û va 21’ê Adarê. Enqere û Erdogan êdî vê qadê û ruhê Amedê bibîne. Qîrîna aştî û azadiyê bibînin û bibîhîzin. Berteka li dijî tecrîdê bibînin û sê meymûn neleyizin. Gel carek din aştî û azadiyê qîr dike û denge me diçe Enqereyê û qesrê. Heke ku hûn dengê me nebihîzin wê gel qet dev ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bernede.

YÊN KU DIXWAZIN BILIN WA DERÎ VEKIRIYE

Em ê di 31’ê Adarê de biçin hilbijartinê û li dijî bloka faşîst û zîhniyeta yekperest biçin hilbijartinê. Em ê di hilbijartinê li dijî feraseta yek û yek biçin ser sindoqan. Em ê li dijî qeyûm û dagirkeriya wan biçin hilbijartinê. Wê gelê me bi hêza xwe vê zîhniyeta faşîst bişîne sergoyê dîrokê. Em ê bi îtîfaqa gelê kurd, jinan û hêzên demokrasiyê biçin hilbijartinê. Ev îtîfaq xwedî girîngiyek dîrokî ye. Li dijî ziman, çand û dîroka me îtîfaqa faşÎst ava kirine. Em ê jî bi îtîfaqa xwe we têk bibin. Li dijî îradeya kurd îtîfaqê ava kirine. Îtîfaqa me li dijî yên me ji ser axa me diqewerîne ne. Ev welat û ax ên me ne. Em cihek din nehatin vir. Em ê bejna xwe li ber kesî netewînin û ji vê axê neçin. Yên ku dixwazin biçin wa derî vekiriye kerem bikin biçin.

TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN

Wê geşkirin agirê Newrozê rojên tarî ronî bike. Teqez wê Qada Amedê carek din şahidiyê ji rojên aştî, azadî û demokrasiyê re bikin. Wê berxwedana Newrozê bi ser bikeve. Teqez wê faşîzm têk biçe û wê berxwedana Leylayan bi ser bikeve. Em dibêjin em ê teqez bi ser bikevin.

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu: “Hûn bi ruhê agirê Kawa bixêr hatin. Newroz pîroz be. Min silavên Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakaya, kedkar û gelên Tirkiyeyê ji we re aniye û Newroza we pîroz dikin. Newroz Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ronî dike. Newroz li dijî zilmê ye. Dilê Newrozê li cem Leyla, Nasir, girtîgehan û li Îmraliyê li gel Birêz Abdullah Ocalan lê dide. Lêgerîna Birêz Ocalan a azadî û aştiyê didome. Teqez wê ev qad bi dengên Birêz Ocalan bê olankirin. Em ji vê bawerin. Teqez em ê bi ser bikevin û wê tecrîd têk biçe.”

Coşa Newrozê bi konsera Koma Pel berewam kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqayê piştî 8 salan agirê Newrozê hate vêxistin

Nivîsa Pêş

KCK: ‘Newroza Qendîlê bersivek tunde ji bo dijmin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: ‘Newroza Qendîlê bersivek tunde ji bo dijmin’

KCK: 'Newroza Qendîlê bersivek tunde ji bo dijmin'

KJK: ‘Newroza îsal Newroza berxwedan û hilweşandina faşîzmê ye’

KJK: 'Newroza îsal Newroza berxwedan û hilweşandina faşîzmê ye'

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.