Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji YBŞ di derbarê êrîşa duh de daxuyanî: ‘Provokator nagihîjin armanca xwe’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/03/2019 - 15:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji YBŞ di derbarê êrîşa duh de daxuyanî: ‘Provokator nagihîjin armanca xwe’
ParvekeTweet

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê êrîşa duh êvarê li dijî hêzên wan hatî weke provokasyon bi nav kir û hişyar kir ku artêşa Iraqê di derbarê mijarê de helwesta xwe diyar bike.

ŞENGAL – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) da zanîn ku di êrîşa duh danê êvarê ya li hemberî wesayîteke wan pêk hatî de 2 şervanên wan şehîd bûne, 3 şervan jî birîndar bûne. Fermandariyê diyar kir ku ev êrîş ji aliyê komên provakator ve hatiye kirin û got: “Em bawer in ku wê artêşa Iraqê jî helwestek erênî nîşan bide. Ev provokator nagihîjin armanca xwe û em bawer dikin ku ev bûyer wê di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyek bihêztir çêbike.”

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Li ser nîzama danûstandina leşkerî, duh saet di 20.00’an de berdevkê YBŞ’ê li ser esasê hevdîtina bi Fermandariya Lîwaya 72’yan re, çû cihê hevdîtinê yê bi ser vê lîwayê ve. Dema ku wesayîta hevalên me digihîjê seytera cihê hevdîtinê; ji hêla komeke Lîwaya 72 û Foca 1 ve tê gulebarankirin. Li ser vê yekê hêza me jî parastina xwe dike û pevçûneke demkî çêdibe. Di encama vê pevçûnê de du hevalên me gihîştin şehadê û sê hevalên me jî birîndar bûn. Her wiha li gori agahiya ku me girtiye windahiyên vê hêzê jî çêbûne. Di hindirê pêvajoya pênc salên derbasbûyî de, li ser esasê ku li herêmê aramî çêbibe, hevsengiyek me û artêşê hebû, di vê mijarê de astek girîng a danûstandinê jî ava bibû.

ÊRÎŞ PROVOKASYON E

Em YBŞ di vê mijarê de erka ku ketiye ser milê me, me pêk anî. Em dizanin ku êrîşa duh êvarê li ser hêza me çêbûyî, di encama pirovokasyonekê de pêk hatiye. Ev ne nêzîkatiya artêşê ye, nêzîkatiya komeke provakator e ku dixwazin aramiya Iraqê xira bike, tevlîheviyan derxe. Hinek kesên ku dixwazin navbera gelê Êzidî û Iraqê xira bikin, ev êrîş pêk anîne.”

‘EM NAHÊLIN PROVAKATOR BIGIHIN ARMANCA XWE’

“Em YBŞ vê bûyera ku çêbûye bi vî awayî dinirxînin û ji boyî ku ew koma dixwaze aramiya Iraqê xirab bike negihîje hedefa xwe, erka ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Em dizanin ku ev ne hewldana Artêşa Iraqê ye, em hêvî dikin ku Artêş Iraqê jî erka dikeve ser milê xwe pêk bînê û van koman zelal bike, her wiha helwesta pêwîst nîşan bide.”

ŞEHÎDÊN ME FEDAYIYÊN VÊ XAKÊ NE

“Di encama ve êrîşa hatiye pêkanîn de du hevalên me yên bi navê Rustem Hussiyan û Agir Çêlkî şehîd bûne. Hevalê me Rustem di dema fermanê de ji Ermenistanê, malbata xwe hişt û xwe ji bo vê fermanê kir mertal, bi ked û fedekariyeke mezin bû têkoşerekî axa Şengalê. Piştî fermanê jî terka vê axê nekir û xwe kir fedayê vê baweriyê, di vê mijarê de sînor nas nekirin.

Heval Agir Çêlkî jî bi fedekariyekî mezin di emrekî ciwan de, di pêşxistina hêza civaka Êzidî de bû xwedî ked û têkoşîneke pir bi rûmet.

Di encama bûyereke bi vî awayî de yek ji hevalên me yên ku giran birîndar bûyî jî Heval Egîd e. Heval Egîd di fermanê de hevalekî me yê ku piraniya malbata xwe ji dest dayî bû. Şehadet û birîndariyeke di bûyerek bî vî awayî de, ji bo me êşeke mezin e. Di serî de em ji bo malbata şehîdan û gelê Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û ji bona hevalê xwe yên birîndar û malbatên wan hêviya şîfayê dikin.

EM DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU DÊ ARTÊŞ HELWESTEK ERÊNÎ NÎŞAN BIDE

Em di wê baweriyê de ne ku piştî bûyereke wiha, wê Artêşa Iraqê bi daxuyanî û helwesta pêwîst bi awayekî erênî nêzîk bibe. Bi bawer in ku bi saya xwîna şehîdan ev komên provokator wê negihîjin armancên xwe û ev bûyer di navbera me û artêşê de bibe sedema hevsengiyeke bi hêztir.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwederên Zindanan: ‘Deng derxînin, bibin dengê zindanan!’

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ciwanên Kurd ji bo grevên birçîbûnê ketin avahiya televizyona alman ya WRD’ê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ciwanên Kurd ji bo grevên birçîbûnê ketin avahiya televizyona alman ya WRD’ê

LEZGÎN – Ciwanên Kurd ji bo grevên birçîbûnê ketin avahiya televizyona alman ya WRD’ê

Li Bab’ê di navbera çeteyan de şer!

Li navçeya Mahmûdiye ya Efrînê teqînek pêk hat

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.