Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji pênûsa gerîllayekî: Keça Çiyayan Nûda!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/02/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji pênûsa gerîllayekî: Keça Çiyayan Nûda!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Bê guman behar bi keskahiya xwe, bi kulîlk û bergehên xwe bedewe lê belê gurûpek  hevalên me di behara sala 2008 an de şehîdketin. Dibe ku rengê jiyanê bi hevaltiya xwe şên û bedewe be, lê belê gava ku hevalên me şehîd dikevin û bedena wan di axê de tê veşartin, dilê her hevelekê û hevalekî dişewitê. Xeyal û xwestekên hevalên me yên şehîd, di nêvî de dimînin û pêwîst dike ku ew xeyal bigihîjin dawiyê. Hevala Nûda jî di nava wê gurûpê de bû. Her kes fêrbibû wê li gel xwe bibînin û bi wan re jiyanbike. Çûyîna hevala Nûda ne tenê zor bû, dilê mirovan guvaşt. Keça çiya ya delal roja ku lingên xwe avêtin ser xaka çiya û di rêka dirêj de meşiya, çiya ew hembêzkirin û ew keça xwe pejirandin.

Hevala Nûda Karker di sala 1992 an de beşdarî rêxistinê bû. Gava ku derbasî welêt dibe piraniya xwe li herêma Zagrosê dimîne. Sala 1998 an derbasî saha Rêbertî bû. Piştî dewreya perwerdê hevala Nûda tevlî gurûpa lêhûrbûnê dibe û li gel Rêbertî dimîne. Piştî wê derbasî saha Ewrûpa dibe. Hevala Nûda bi taybetiya xwe ya gelêrî dihate naskirin. Di nava gel de xebat dida meşandin, deyar dida gel û di nava gel de dihate hezkirin. Piştî hatine welêt piranî li herêma Behdînan û Qendîlê ma. Hevala Nûda wê derbasî herêma Botanê bibûne, Rêbertî  pêşniyar dike ku qomîteyeka avakirina PKK ê were avakirin. Ji ber vê yekê çûyîna hevala Nûda ya Botanê ji milê rêxistinê ve tê sekinandin. Hevala Nûda herdem xeyal dikir ku derbasî herêma Botanê bibe. Di wê pêvajoyê de rêxistin bi zor û zehmetiyên mezin re derbas dibû. Lê belê hevala Nûda bi tevlîbûna xwe ya ji xebatê re xwedî li hîma Rêber APO derket. Di wê demê de ew û hevala Viyan bi hev re cihê xwe di wê qomîtê de digirtin.

Çabayê heval Nûda ew bû ku erkên xwe yên di wê pêvajoyê de pêkbîne. Taybetmendiyeke hevala Nûda ew bû ku erkên xwe çi biçûk û çi jî mezin be, pêkbîne. Erk pêkanîn ji bo hevala Nûda xizmetkirina rêxistinê bû. Cih girtina şehîd Nûda û şehîd Viyan di qomîta avakirina PKK ê de baweriyekî mezin dida hevalên jin û xort. Bi fedakartiyeka mezin tevlî perwerda PKK ê dibûn. Piştî kongra PKK ê ya yekemîn hevala Nûda bi xwesteka xwe derbasî YJA STAR bû û bi israra xwe derbasî herêma Botan bû.

Hevaltiya şehîd Nûda bi Rêbertî re gelekî xurt bû, lewre gava ku hevala Nûda şehîdket Rêbertî got “hevaleke min hebû Nûda Karker”, di vir de tiştê ku ez dixwazim bibêjim Rêbertî ji bo herkesî nabêjê hevaleke min hebû. Heval Nûda hevaltiyeke dirust bi Rêbertî re kir, ji ber vê yekê Rêber APO ew weke hevala xwe pejirand. Şehîd Nûda Rêbertî weke bîrdozî û felsefe ji bo xwe dipejirand. Girêdan û hezkirina wê di asta bîrdozî û felsefî de bû. Rêbertî di mirovan de li dilsoziyê digeriya. Ji ber wisa her dem ji me re digot “ gava hûn bi min re daxivin bi zimanê xwe naxivin, bi dilê xwe baxivin wê rastir be, hingî di dilê we de çi heye ezê fêmbikim.” Hevala Nûda jî bi dilê xwe bi Rêbertî re daxivî. Hêviyên Rêbertî ji hevala Nûda di astekî bilind de bû, ji ber ew rêbereke tevgera jin didît û hêzeke mezin di wê de didît, ji ber vê yekê çabayekî mezin di ber hevala Nûda da. Hevala Nûda bi sekna xwe û tevlîbûna xwe ji jiyanê re, xwedî li çabayê Rêbertî derdiket. Hevala Nûda bi berpirsyartiyeke xwezayî tevlî jiyanê dibû.

Hevala Nûda ji cinsê xwe gelekî hezdikir. Ji bo alîkariya hevalên xwe yên jin bike çabayekî mezin dida. Bi dilnizimî nêzî hevalên xwe yên jin dibû. Li hemberî paşverûtiya jin tekoşîneke mezin dikir. Êşa ku îro hemû jin jiyandikin di dil de hîsdikir, ji ber vê yekê bi cinsê xwe ve girêdayî bû û li hemberî kêmasiya tekoşîn dikir. Çabayekî mezin dida ji bo hevalên jin pêşbikevin û ji êş û zoriyan rizgar bibin. Hemû hevalên jin ji hevala Nûda hezdikirin. Li hemberî hevalên jin tekoşîn dikir lê belê ew tu carî biçûk nedidîtin, lewre herkesî fêmdikir ku çima hevala Nûda li hemberî wan tekoşîn dike. Her çiqasî zor û zehmetî dikşandin lê belê dîsa jî di tekoşîna xwe ya cinsî de israr dikir, di rêgezên xwe de tawîz nedida. Hevala Nûda nikarîbû bê hevalên jin jiyanbike. Çavkaniya moralê wê hevalên wê bûn û  bi hevalên jin re parvedikir.

Şehîd Nûda bi parvekirina bi hevalên xwe yên jin re, xwe perwerde dikir. Xwe perwerde kirin tenê di pirtûk xwendinê de nedidît û di jiyanê de xwe perwerde dikir.

Me demekê bi hev re jiyankir û dikarim bibêjim ku ez gelekî ji hevaltiya wê bandor dibûm. Di hevaltiya xwe de cewherî bû. Bi dilekî mezin hevalên xwe hembêz dikir. Digot “her tiştê min hevalên min in”. Me ji hevala Nûda moral digirt û bi tevlîbûna xwe ya ji jiyanê re  heyecan dida me.

Tekoşîna şerê cinsî di astekî bilind de dida meşandin. Di pîvanê xwe yê red û qebûlkirinê de zelal bû. Tekoşîna şerê cinsî weke tektîk nedinirxand û sitratîjîk şîrove dikir. Dayîmî hevalên li derdora xwe dikşande tekoşîna cinsî. Hebûna xwe bi PKK ê re didît. Bi rêgez nêzî rêxistinê dibû û li gorî xwe nêzî rêxistinê nedibû. Dayîmî di xebatê xwe de dixwest rêxistinê xurtbike. Hevala Nûda herdem digot “EZ KEÇA ÇİYA ME”. Girêdaneke wê ya mezin bi çiya re hebû, wateya jiyanê di çiya de didît. Digot: “ heya dawiyê ezê di çiya de jiyanbikim”, azadiya xwe di çiya de didît û ji axa Kurdistanê gelekî hezdikir.

Heya niha jî kesek bawer nake ku hevala Nûda şehîdketiye. Ji bo me wendahiyeke mezin bû. Şehadeta wê êşeke mezin bi xwe re anî. Ji ber ku hevala Nûda dikarîbû xebatekî mezin ji bo tevgera jin bike. Hemû hevalan bi şehadeta wê  gelekî bandor bûn. Lê belê şehadeta her hevalekî ji bo me hêzeke mezine û hêza tekoşîn û partîbûyînê di me de dide avakirin. Bi dewamkirina xebata hevala Nûda emê wata bidin şehadetê û bibin bersiv. Emê di nava xwe de bidin jiyankirin. Xeta ku hevala Nûda tê de meşiyayî û çabaya ku daye, emê dewam bikin û bi hevala Nûda re hevaltiyeke rast û dilsozî bikin. Em hevala Nûda ji bo xwe weke xwedawendekê dinirxînin. Rêbertî ji bo hevala Nûda gotibû melekek e! Bi rastî jî wisa bû.

 Dîlan Meletiya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 21’Ê SIBATÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ- Elimandin Xiyanet e!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ- Elimandin Xiyanet e!

ANALÎZ- Elimandin Xiyanet e!

Navenda Şerê Taybet a RTE’yê li Êlih’ê: Navenda Şêwirmendiya Qezayên Trafîkê ya Gulhîsarê

Navenda Şerê Taybet a RTE'yê li Êlih'ê: Navenda Şêwirmendiya Qezayên Trafîkê ya Gulhîsarê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo şehîd Ciwan Tehlo bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.