Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPS: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têbikoşin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/02/2019 - 9:39
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
YPS: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têbikoşin”
ParvekeTweet

Koordînasyona YPS:  “Bi navê YPS’ê em soz didin ku bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê, bi rêbaza şer a Zeryan û Çiyageran em ê li ber xwe bidin û heta azadiya fîzîkî ya rêberê xwe em ê têbikoşin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona YPS’ê bi wesîleya salvegera 20’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

“Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku niha li Rojhilata Navîn diqewime, bi komploya navneteweyî ya berî 20 salan ku li dijî Rêber Apo hate kirin, dest pê kir. Li pêşiya destwerdana hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn astengiya herî mezin Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bû. Ji ber ku di nava 40 salên dawî de hem li Kurdistanê hem jî li herêmê bi navê demokrasî, sosyalîzm û azadiyê çi hatibe kirin, li dora Rêber Apo û tevgera azadiyê hatin kirin. Lewma ji bo fetisandina tevgera azadiyê ya Kurd û tasfiyekirina wê, beriya her tiştî dixwestin Rêber Apo bê bandor bikin. Xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û gelê Kurd dîsa bikin hewcedarê hinekan. Yek ji sedemên herî girîng ên hedefkirina Rêberê me ku afirînerê Kurdê azad e, ev bû.

Di pûçkirina komploya navneteweyî de berxwedana rêberê me ya di dema dîlgirtinê de rola sereke lîst. Di heman demê de şehîdên me yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li zindanan dest pê kirin û li her devera gelê me lê ye belav bû, li dora rêberê me bûn xelekek ji agir. Em şehîdên xwe yên pîroz careke din bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin. Serhildanên mezin ên gelê me ku li çar parçeyên Kurdistanê û her devera dinyayê li dijî hêzên komploger pêk anîn, berxwedana serketî ya hêzên gerîla ku bi lehengî û fedakariyeke mezin li dijî dijmin nîşan dan, bi navê têkoşîna azadiyê ya gelan cihekî girîng girtin.

Di dîrokê de kesek bi komployeke navneteweyî ya ewçend mezin û berfireh dîl nehatiye girtin. Rêberê me li dijî vê komployê berxwedaneke mezin nîşan da û hesabên komplogeran têk bir, komplo pûç kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna dijî vê komployê re bêhtir mezin bû û reh berda her devera Kurdistanê. Sedema êrîşkariya faşîst a sîstema AKP-MHP’ê ku êrîşî her tiştên bi navê Kurdîtiyê dike, ev pêşketin e. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya demokratîk û azadîparêz, hem ji bo gelê Kurd bû hêvî hem jî ji bo gelên bindest. Îro ji çar aliyên dinyayê zarokên Elman, Kanadayî, Ereb, Tirk û gelên din li Rojava, li çiyayên Kurdistanê şer dikin. Ev yek mînaka herî mezin e ku nîşan dide, rêbaza têkoşînê ya Rêberê li dijî komploya navneteweyî bi ser ketiye. Rêberê me êdî ne tenê rêberê gelê Kurd, rêberê gelan hemûyan e.

Rêberê me hîn jî di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de tê hiştin. Tecrîd û rewşa ji esaretê jî wêdetir weke êşkenceya li dijî gelê Kurd tê dîtin. Ji ber vê yekê, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin, hem li girtîgehan, hem li parçeyên Kurdistanê, hem jî li Ewropayê belav bûne. Grevên birçîbûnê gihaştine asteke krîtîk. Pewîste gelê me li dora vê berxwedanê bibe yek, li her devera Kurdistanê belav bikin û ji bo şikandina tecrîdê çi ji dest tê bike. Roj roja berxwedanê ye. Roja azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye.

Li ser vê bingehê, di salvegera 20’an a komploya navneteweyî ya dijî Rêberê me de, di serî de Emerîka, Îngilîstan, Îsraîl û Elmanya em hemû hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar dikin. Bi navê YPS’ê em soz didin ku bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê, bi rêbaza şer a Zeryan û Çiyageran em ê li ber xwe bidin û heta azadiya fîzîkî ya rêberê xwe em ê têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Meşa Dirêj de rihê ciwanan di dîmenan de tê dîtin!

Nivîsa Pêş

Operasyonên qirkirinên siyasî didome: Li Enqere’yê 10 Welatî binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Semsûr’ê Birsen Tunç Sîrke hat binçavkirin

Operasyonên qirkirinên siyasî didome: Li Enqere'yê 10 Welatî binçavkirin

LEZGÎN- Li dijî Meclîsên Ciwanên HDP’ê operasyonên qirkirinên siyasî

LEZGÎN- Li dijî Meclîsên Ciwanên HDP'ê operasyonên qirkirinên siyasî

Manşet

  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.