Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: “Divê berxwedan bê xurtkirin, berbelavkirin û mezinkirin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/02/2019 - 10:46
di nav Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
Kalkan: “Li dijî êrîşkariya faşîst a topyekûn, berxwedana topyekûn!”
ParvekeTweet

Kalkan biryara berxwedana topyekûn a Tevgera Azadiyê bi bîr xist û diyar kir, di amadekarî, plansazî û bicihanîna vê biryarê de Leyla Guven bi îradeya xwe derket holê û bi berpirsyariyeke dîrokî rabû.

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Kalkan biryara berxwedana topyekûn a Tevgera Azadiyê bi bîr xist û diyar kir, di amadekarî, plansazî û bicihanîna vê biryarê de Leyla Guven bi îradeya xwe derket holê û bi berpirsyariyeke dîrokî rabû.

Kalkan diyar kir, sekna bi biryar a Leyla Guven û rewşa wê ya polîtîk kir ku berxwedana wê berbelav bibe, bandorê li rojeva siyasetê bike, zîhniyeta qirker-faşîst teşhîr bike û çareseriyê li ser ferz bike.

Kalkan got, hêzen faşîst-qirker dît ku berxwedan wê xurtir û bêhtir girseyî bibe û ji bo têkbirina vê berxwedanê di çarçoveya şerê taybet de dest bi êrîşan kir.

Kalkan anî ziman, birina Mehmet Ocalan 12’ê Çileyê ji bo Îmraliyê û berdana Leyla Guven ji zindanê weke hewldanên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedanê nirxand û wiha dewam kir:

“Divê ji vê yekê çi encam bê derxistin? Ya yekemîn; ji bo şikandina berxwedanê lîstikên şerê taybet tên lîstin. Pêwîste ev bên dîtin û amadekarî ji yên cudatir re jî bê kirin. Ya duyemîn; berxwedan digihêje encamê, bi ser dikeve. Ji xwe em heta niha bi berxwedanê bi ser ketin. Mazlûm Dogan got, ‘Teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike’. Bi rastî jî ya ku bi ser xist, ya ku jiyan û serketin afirand, berxwedan bû. Ji bilî berxwedanê Kurd bi tiştekî din bi ser neketin. Li dijî êrîşan çiqasî li ber xwe dan ewqasî bi ser ketin.”

Kalkan anî ziman, encamên ku ji pêngava dawî yıa şoreşgerî derketine holê, careke din nîşan dide ku bi berxwedanê serketin pêk tê û got, “Ev yek rewşeke erênî ye. Eşkere bû ku divê mirov li ser berxwedanê bi israr bin, bi biryar in. Xala sêyemîn jî ew e ku divê berxwedan baş were fêhmkirin. Ji bo mirov karibin li ber xwe bidin, divê mirov bi armancên berxwedanê re bibin yek. Leyla Guven dibêje, ‘Bila tecrîd rabe’. Işaretê dibe ser xaleke girîng û vê yekê jî dispêre qanûnên TC’ê. Dibêje ‘Li gorî qanûnên xwe tevbigerin, hûn qanûnên xwe bi cih nînin’. Xwe ewqasî mafdar dike, berxwedana xwe ewqasî rewa dike. Ev gelekî girîng e.”

BERXWEDAN BERXWEDANA SERKETINÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê berxwedan rast bê fêhmkirin û wiha bi mijarê daket: “Ev yek berxwedaneke topyekûn e, berxwedaneke hevgirtî ye, berxwedaneke bênavber e û berxwedana serketinê ye. Armanca xwe ne ew e ku tenê derb li faşîzmê bê xistin. Li dijî faşîzmê pêngaveke berxwedanê ye ku dixwaze komploya 15’ê Sibatê ku dikeve sala 21’ê ji binî ve ji holê rake û dîwarên Îmraliyê hilweşîne. Heta ku negihêje wê armancê ev berxwedan naqede. Lewma yên ku li bendê ne ku ‘pêvajoya berxwedanê di nîvî de bê hiştin û bêyî encamê bigire bi dawî bibe’ şaş in. Yên ku hewl bidin vê bikin wê mezin têk biçin. Girîng e ev berxwedan bi vî rengî were fêhmkirin. Divê her kes xwe li gorî wê amade bike, li gorî wê tevlî bibe, hêza xwe çiqasî têrê bike ewqasî tevlî bibe û berxwedanê xurt bike. Naxwe nîşandana nêzîkatiyên ku berxwedanê qels dike, helwesta herî metirsîdar e. Divê kes bi wî rengî tevnegere.”

Kalkan diyar kir, berxwedan niha gihiştiye asteke girîng û anî ziman, eger ji aliyê feraset û îradeyê ve ji rastiyê dûr nekeve, nekeve xefika lîstikên şerê taybet û tenê bi greva birçîbûnê bi sînor nebe, ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve çalakiyên xurt bên kirin, wê faşîzm di mehên bê de hilweşe.

Kalkan got, “Ji ber vê yekê divê berxwedan bê xurtkirin, berbelavkirin û mezinkirin.”

Kalkan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşengiya Leyla Guven û got, “Xwest bi şêweyê çalakiyeke dewlemend berxwedanê bide destpêkirin û veguherîne tevgereke civakî. Ev yek ji zûdeyî bi ser xist. Berxwedaneke topyekûn a gel derxist holê.. Bi rastî jî partiya me li kar û hewldanên wê xwedî derdikeve. Di dema herî rast de xeta Apoyî xist meriyetê. Da ser şopa şehîdên me û pêvajo bi vî rengî bi ser xist. Biryardarî, lehengî û nêzîkatiyeke rast a bi vî rengî nîşan da. Em berxwedana wê silav dikin.”

Kalkan di şexsê Leyla guven de ji berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan re serketin xwest.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Leyla Guven Sê Meh Pêy Xwe Hêşt!

Nivîsa Pêş

PJAK: “Çalakiyên greva birçîbûnê tirs xistiye nava dilê dagirkeran”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PJAK: “Çalakiyên greva birçîbûnê tirs xistiye nava dilê dagirkeran”

PJAK: "Çalakiyên greva birçîbûnê tirs xistiye nava dilê dagirkeran"

Dr. Bahoz Erdal: “Hesabê wan di qirka wan de ma!”

Dr. Bahoz Erdal: "Hesabê wan di qirka wan de ma!"

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.