Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê Bi wesîleya Çarşema Sor a civaka Êzidî peyamek weşand

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/04/2018 - 12:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

KCK’ê bi wesîleya Çarşema Sor a civaka Êzidî peyamek weşand. KCK di peyama xwe de ev roj li gelê Êzîdî pîroz kir  û got ku Civaka me ya Êzidî ku gelek zor û zehmetî dît û 73 ferman lê rabû, li gorî çend salên bihurî hê bi hêvî û coş Çarşema Sor pîroz dike. Ev yek gelekî watedar e.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Di dewama peyamê de hate gotin: “Êzidî ji ber baweriya xwe û temsîliyeta nirxên kevanre yên gelê Kurd timî bûn hedefa dijmin. Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan, êrîş birin ser civaka me ya Êzidî. Vê êrîşa ji bo komkujiyê li rûpelên rûreşiyê yên dîroka mirovahiyê cih girt. Çileya vê salê jî TC’ê bi armanca dagirkirinê êrîş bir ser Efrînê ku Êzidî lê dijîn. Rojên dawî jî êrîşên giran dibe ser Başûrê Kurdistanê. Van hemû êrîşan raxistin pêş çavan ku ev dewleta terorê ji bo gelê Kurd tehlûkeyeke mezin e. Bi berxwedana şervanên azadiyê yên Kurdistanê û gelê me wê dewleta Tirk a terorîst teqez têk biçe. Pêvajoya ku gelê Kurd serketinên mezin lê bi dest bixe dest pê kiriye. Civaka me ya Êzidî bûye xwedî hişmendî û saziyên ku karibin xwe pê bi rê ve bibe û biparêze. Ev yek gava destpêkê ya girîng a vê serketinê ye. Cejna Çarşema Sor a 2018’an wê ji cejnên salên bihurî cudatir bi vê destketî û biryariyê bê pîrozkirin.

Em di serdemeke giran a têkoşînê de ne. Di demeke wiha de tiştekî dîrokî ye ku civaka me ya Êzidî di nava sê salan de xwe bi rêxistin kiriye û gihandiye wê astê ku dikare xwe bi rê ve bibe û biparêze. Bersiva herî watedar a ji faşîzma Erdogan bê dayin ew e, ku Êzidî giraniyê bidin ser karê misogerkirina paşeroja xwe bi nasnameya xwe. Erdogan û çeteya wî DAÎŞ dixwestin ku Êzidiyan ji ser xaka wan derxînin û bi vî rengî Êzidiyatiyê tine bikin. DAÎŞ niha li ber tinebûnê ye. Erdogan ku hewl dide ji nakokiyên DYA û Rûsyayê sûdê werbigire û bi vî rengî emrê xwe dirêj bije, mîna pêşiyên xwe Osmanî zilamê nexweş e. Lê belê Êzidî bi hêzên xwe yên parastinê, di serî de jin û ciwan bi gelek sazî û rêxistinên xwe bi serbilindî li ser piyan e. Bi wesîleya vê cejnê, em hemû şehîdên xwe yên mezin ên ku civaka me ya Êzidî ji tinebûnê rizgar kirin careke din bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin. Em pê bawer in ku civaka me ya Êzidî dizane ku xeteriyên li dijî wan bi temamî ji holê ranebûye, bi vê bîr û baweriyê wê hewldanên xwe yên parastin û siyasî bidomînin û yekîtiya nava Êzidiyan xurtir bike.

Civaka me ya Êzidî, cejna Çarşema Sor a sala 2018’an bi îradeyeke mezintir û di rewşeke ku li gorî salên bihurî xetere kêmtir e pîroz dike. Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê cara yekê ye bi partiya xwe ya siyasî tevlî hilbijartina Iraqê dibin. Ev hemû destketiyên girîng in. Ev destketî bi dayina berdêlên giran hatin afirandin. Weke ku tê dîtin, ya ku civakekê diparêze, paşeroja wê ewle dike û nirxan jê re diafirîne, zanebûn û rêxistinbûn e. Têkoşîna bi xurtkirina yekîtiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em hêvîdar in ku cejna Çarşema Sor a 2018’an wê bibe wesîle ji serketinên mezintir re. Yên ku hişt ku em cejna îsal bi rengekî ewle pîroz bikin, di serî de HPG û YBŞ, têkoşîna hemû Êzidiyên berxwedêr e.

Di vê serdema dîrokî ya têkoşînê de, hin hêz hene ku dixwazin li ber Êzidiyan bibin asteng; hin hene ku dixwazin Êzidî timî xizan bimînin, bi tirs û xeteriya komkujiyê bijîn û ji vê yekê xwe têr bikin. Di dema herî zehmet a Êzidiyan de hinekan Êzidî di nava lepên barbaran de hiştin û ew terikandin. Hin hene ku dixwazin nasnameya Êzidian bikin bazarê û li ser vê yekê berjewendiyan bi dest bixin. Em pê bawer in ku civaka me ya Êzidî wê li hember van kes û koman timî hişyar be, hay ji xwe hebe, tevdîran bigire û têbikoşe.

Cejna Îmanê Çarşema Sor cejna pîrozkirina afirandina cîhanê ye. Li gorî baweriya Êziditiyê afirandina pêşîn di meha Nîsanê de çêbû û mirov ‘Heqwar’ li ser axa ku civaka me yê Êzidî li ser wê dijî afirîn û li cîhanê belav bûn. Vê serdema ku Êzidî tê re derbas dibin, li gorî bawerî û giyanê cejna Çarşema Sor e. Êzidî piştî demeke dirêj bi bîr û îradeya xwe ya azad li ser axa xwe dîsa ji nû ve hebûna xwe ava dikin. Pergaleke ku hêviyê dide hemû Êzidiyan û dahatûyeke azad mîsoger dike li Şengalê ava dikin. Careke din axa Êzidiyan dibe Heqwar. Ev giyan coş û morala gelê Kurd bilindtir dike. Civaka Êzidî careke din bi nasnameya xwe ya bawerî û civakî bîreke watedar û kûr ava dikin. Bi vî awayî piştî demeke dirêj Çarşema Sor û meha Nîsanê ji nû ve wateya xwe ava dike. Dîrok li lûtkeyên Şengalê tê jiyîn. Kurdbûn bi Êzidiyan re dîsa wateya xwe ya dîrokî bi dest dixe. Çarşema Sor a sala 2018’an bi vê wate û hestan tê pîroz kirin. Em jî bi van hest û ramanan cejna civaka xwe yê Êzidî pîroz dikin û şehîdên xwe bi bîr tînin ên ku ev zemîn ava kirin da ku em karibin vê cejnê pîroz bikin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo doza ku wan canê xwe feda kirin, em ê têkoşîna xwe geştir û bilindtir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê dest danî ser çekên 8 cerdevanan

Nivîsa Pêş

Greva li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Greva li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi Ewropa ve zêde bûye

Koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi Ewropa ve zêde bûye

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.