ENDONEZYA – Li bajarê Jakarta ya Endonesya cotkarên ku bi zora dewlet ji axa xwe hatibûn derxistin, jiyanekî komûnal û ekolojîk ava dikin û bi perspeftiva Netewa Demokratîk xwe rêxistin dikin. Ev cotkar û malbatan wan di navbera 2019 û 2020’an de ji ber planên avakirina stadyûmekî mezin, neçar man ji axa xwe derkevin. Dewlet ji wan re sond xwar cihekî cuda yê nêzik bide wan. Lê ev bi cih neanî. Ji ber vê komek ji wan ê derdora 400 malbatan li şûnda axa xwe biterikirinin û beyî destûra ti kesî, ketin hindirê blokekî apartmentên ku ji bo karkerên stadyûme hatibû avakirin û ji dewlet xwestin ev cih ji wan re bê dayîn. Ev têkoşin ji bo salan didomiya û herî dawî di 2025an de hat serxistin.
Ne tenê ew in, gelek malbatên din ên ku ji salên 90in û şûnda ji axên xwe hatin avetin li wî derê kom dibin û jiyanekî kominal va dikin. Di heman demê de ji bo ku debara xwe bikin û ji kokên xwe dûr nakevin, ew di cihê xwe ya nû de hewil didin cotkariya xwe bidominin û projeyekî ya “cotkariya bajarî” pêşdixinin. Di salên dawî de komê ciwan ê bi navê “Front Perjuangan Pemuda Endonesia” (Eniya Têkoşîna Ciwanên Endonezyayê) û torê kooperatifên dij-kapitalîst a “ABC+ Kontrol Pekerja” bi wan re kar dike û bi ilhama Şoreşa Rojavaye hewil didin projeya Netewe Demokratîk a Rêber APO li welat û axa xwe pêş bixinin. Heta niha bi penç inisyatifên din ên cotkarî re di nav bajarê de têkilî danî û hewil didin bi hev re torekî ava bikin.
Di van rojan de civinê xwe ya giştî bi navê Komina Gelan li dar dixin û niqaş dikin ka çawa têkoşina xwe bidominin û avahiyên xwe yên xweser berfirehtir bikin. Di plansaziya wan de kooperatîf, komiteyên adaletî û festivalên gelerî hene. Ev di heman demê li hemberî bêpolitîkbûna ya ciwanên endonesî minakê ya avakirina rêxistinbûn û jiyanekî alternatif e demdirej e.


