NAVENDA NÛÇEYAN – Rêze-dokûmantera bi navê ‘Ji Qirkirinê ber bi Jiyana Azad ve- Vejîna Kurd’ wê di demek nêz de bi sezona xwe ya nû ya bi navê ‘Vejîna 2’yem’ vegere ser ekranan.
Rêze-dokûmantera ku dîroka PKK’ê digire dest û gelek belge- arşîvan parve dike, cih dide vegotina gelek şahidên demên cuda. Vejîna Kurd wê di demeke nêz de bi beşên xwe yên nû li ser ekranên Medya Haber TV û Stêrk TV’yê bê weşandin.
Sezona yekem a rêze-dokûmanterê ku di heşt salan de ji hêla Komîna Dokûmanter a Şehîd Gulîstan TARA ve hatiye çêkirin, di meha Nîsanê ya bihurî de bi sernavê “Vejîna Yekem” hatibû weşandin.
Dokûmantera ku eleqeyek mezin dît, wê di sezona xwe ya duyemîn de jî ku bi tevahî ji 30 beşan pêk tê, dîroka PKK’ê vebêje.
Sezona yekem, bi karanîna belge, arşîv û vegotinên şahidan, serdema ji dayikbûna Rêber Apo û salên zarokatiyê heta Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an vedihewand.
Sezona duyem salên ji 1984’an heta 1999’an, sala Komploya Navneteweyî vedihewîne. Ev sezon pêngavên gerîla li çiyayên Kurdistanê, civîn, kongre û konferansên wê demê, salên serhildanan, berxwedana gel, têkoşînên li dijî êrîşên topyekûn, destketî û pêşketinên li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê, têkoşîna jinên Kurd, pêvajoyên siyasî li Tirkiyeyê, lêgerîna aştiyê û gav bi gav pêkhatina komployê vedihewîne.
Dokûmanter wê her Çarşemê li ser ekranên Stêrk TV bi Kurdî û her Înê li ser Medya Haber TV bi Tirkî were weşandin.


