HAMBURG – Li bajarê Hamburgê ya Almanyayê, bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) şeva fîlmanê hate organîze kirin. Di çalakiyê de nêzîkî 60 ciwan civiyan û bi hev re fîlma “Komutan Arian” temaşe kirin.
Di fîlmê de, ji perspektîfa jinên rêxistî re, pêvajoya rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAÎŞ hate eleqedar kirin. Avakirina YPJ’yê, rola bingehîn a pêşengiya jinan di têkoşînê de û duruşa fedayî ya şervanên YPJ’yê di tevahiya fîlmê de bi awayekî zelal hate nîşandan.
Piştî nîşandana fîlmê, ciwanan li ser êrîş, tehdît û xetereyên ku li Rojava’yê û bi taybetî li Kobanê hîn jî dom dikin nirxandin kirin. Di nîqaşan de hate xuyang kirin ku parastina şoreşa Rojava’yê erkekî rojane ye û hate bal kişandin ser berpirsiyariya ciwanan di vê pêvajoyê de.
Di çarçoveya çalakiyê de jî li girîngiya têkoşîna rêxistî hate nîşandan. Hate destnîşankirin ku şeva fîlmê armanc dike ku hem bîra dîrokî zindî bihêle û hem jî hevkarî û piştgirîya bi Rojava re mezintir bike.



