COLEMÊRG – Li Gerverê, Ciwanên Welatparêz li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” qîr kirin.
Li taxa Yenî Mahalle ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, ciwanan êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin ve bi meşekê protesto kirin. Gelek ciwan beşdarî meşê bûn û pir caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rêber Apo” û “Dîsa û dîsa, serhildan, Rêberê me Ocalan” qîr kirin.
Piştî meşê, ciwanan li taxê agir pêxistin, stranên berxwedanê gotin û bi fîşekên hewayî êrîşan protesto kirin.


