WAN – Li taxên Xaçort û Koyiçi yên Wanê, bi pêşengiya ciwanan meşek li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Di meşê de, banga tevlîbûna meşa piştgiriyê ya ji bo Rojava jî hate kirin, ku dê roja Pêncşemê 29ê Çile saet di 13:00an de li ber Mizgefta Boyalar pêk were.



