HESEKÊ – Di çarçoveya seferberiya giştî ya li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta dagirker a Tirkiyeyê de, ciwanên ku tevlî seferberiyê bûn û çek hilgirtin bajarên xwe diparêzin. Ciwanên ku kolanên xwe diparêzin bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku tevlî Şerê Rûmetê bibin.
Her wiha, hunermend serdana xendekan dikin, bi leşkeran re stran dibêjin û moral û motîvasyonê didin wan.
Şervanên ku di bin hewaya sar û çavkaniyên kêm de di çeperan de nobedê digirin, êvaran li dora agir kom dibin û stranên şoreşgerî dibêjin û moralê xwe bilind dihêlin.



