MÊRSÎN – Li Mersînê, li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, gel û hejmareke mezin ji ciwanan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, daketin kolanan û ji bo şermezarkirina êrîşan meşek li dar xistin
.
Polîsan hewl da ku bi danîna barîkatan meşê rawestîne. Lê belê, gel barîkatan derbas kir û meşê berdewam kir.
Piştî meşê, ciwan li kolanên alî xwepêşandanên xwe didomînin.



