NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengiya rêxistinên sîwanî yên ciwanên Kurd li Ewropayê, TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer), bi hezaran Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanan dikin.
Li gelek welatan, di nav de Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsre, ciwan û Kurd bi hêrseke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê derdikevin kolanan. Tevî êrîşên polîsan ên bi gaza rondikrêj, cop û topên avê, ciwan berxwedana xwe didomînin.
Xwepêşandan êrîş û komkujiyên ku li seranserê Rojava ji hêla komên çete ên bi pêşengiya HTŞ û DAIŞê ve, ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirî kirin û bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve girêdayî ne, têne kirin, şermezar dikin.
PARÎS – Bi hezaran Kurd û ciwan li Place de la République li Parîsa paytexta Fransayê kom bûn û êrîşên dagirker şermezar kirin.
BERN – Bi hezaran ciwan li Berna paytexta Swîsreyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li hev civiyan. Çalakî hîn jî berdewam dike. Gelê Kurd du roj in bi şev û roj li kolanan e û çalakiyên xwe bi biryardarî didomîne.
BERLÎN – Li paytexta Almanya Berlînê, Kurd bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN bi dirûşmeya “Terorîst Colanî” dimeşin û hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan didin.
DUSSELDORF – Li bajarê Dusseldorf ê Almanya, Kurd dadikevin kolanan û ji bo balkişandina ser êrîşên dagirkeriyê dirûşmeyan diqîrin. Xwepêşandana ku heta îstasyona trênê ya navendî belav bû, niha li gelek deverên Dusseldorfê belav bûye.



