NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji ajansa Hawar re daxuyand ku hêzên wan bersivê didin êrişên hovane yên li dijî welatiyên Kurd ên li tevahî herêman. Ebdî berxwedana şêniyan û şervanan li dijî van êrişên hovane silav kir.
Ebdî destnîşan kir ku li dijî avahî û girtîgehên çete û malbatên DAIŞˊê li Şedadê û kampa Holê êrişên xeterank çêbûn. Ji şeva berê ve hewldanên ketin û kontrolkirina kampa holê tên kirin, bi tank û panzêran êrişên dijwar pêk tînin. Ji berê w parêzvanên kampê mecbûr bûn vekişin.
Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî li dijî bajarên Hesekê û gundewarê û Kobanê êrişên dijwar pêk tînin, ev êriş li gel tevahî bangên QSDˊê yên beriya du hefteya ji bo agirbestê kirine, didomin. Hêzên QSDˊê, ji bo parastina herêmên Kurd vekişîn û got ew herêm û şêniyên xeta sor in.
Ebdî da zanîn ku girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku hîna şervanên QSD û YPJˊê diparêzin rûbirûyî êrişên dijwar û hewldanên ketinê ye. Ev jî şervanan rûbirûyî xeteriyên mezin û reva girtiyan re dihêle.
Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi berpirsiyariya xwe ya parastina avahî û girtîgehên endamên DAIŞˊê rabe û divê hikumeta Şamê êrişên xwe rawestîne û li maseya diyalogê vegere.
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyê de bang li gelê Kurd ê li tevahî cîhanê û dostên wan kir ku li dora berxwedana şervanên QSDˊê bicivin da ku sivîlan biparêzin.



