DRANCY – Li Drancy ê Parîsê, li ser banga KCDK-E ya çalakiyên domdar ji bo Rojava, bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) meşek li dar xist.
Ciwanên ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy kom bûn, ji bo protestokirina êrîşan ber bi pêşiya şaredariyê ve meşiyan.
Girseya ku alên Rêber APO û YPJ hildabûn, tekez kirin ku Rojava xeta sor a gelê Kurd e, kolanên Drancy bi sloganên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Rêber APO” bi giyanê berxwedana Kurd tijî kirin.



