RIHA – Li Serêkaniyê, ciwanên li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava daketin kolanan û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” xwepêşandan kirin.
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li dijî Rojava berdewam dikin. Li ser vê yekê, li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û merasîm berdewam dikin. Li navçeya Serêkaniyê (Ceylanpinar) a Rihayê, ciwan li hev civiyan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Bijî berxwedana Rojava” qîr kirin û fîşekên hewayî lê dan. Piştre, ciwanan bi wesayîtên xwe konvoyek çêkirin û li dijî êrîşan qorneyên xwe lêxistin.



