KOLN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) NRW û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Koln a Almanya li dijî komkujiyên ku ji aliyê dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve li Rojava û Rojhilat têne kirin, çalakiyek bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Ciwanan bi ruhê seferberiyê peyama “Em ê bêdeng nemînin” dan.



