NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîneyên YCWK Gever û YCWK Jin di daxuyaniyek nivîskî de diyar kirin ku yekîneyên wan li gelek deveran li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ’ê yên li ser taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zeyd ên Helebê daketine kolanan. Her wiha ragihandin ku wan bi karanîna fîşekên hewayî, pankart, grafîtî û pêxistina agir çalakiyan lidar xistine.



