ENQERE – Li Enqerê, Rêxistinên Ciwanan li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û her wiha taxa Benî Zeyd a ku Suryanî lê dijîn, meşek li dar xistin.
Meşa ku li Kolana John F. Kennedy ya navçeya Kizilay a Çankayayê dest pê kir, li ser Bulvara Ataturk berdewam kir. Ciwanan pankartek bi nivîsa “Parastina Rojava israrkirina li ser mirovahiyê ye” hilgirtin û trafîkê li ser bulvarê asteng kirin.
Tevî ku polîsan rê asteng kirin jî, ciwanan meşa xwe bi qîrîna dirûşmeyan berdewam kirin. Meşa xwe li Kolana Bestekar bi dawî kirin û banga piştgiriya Rojava kirin.



