QAMİŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev li Qamîşloyê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ciwanan gotin ku; em wek ciwanan ji bo her tiştî amadene.
Di daxuyaniya li ber Navenda Mehmed Şêxo de, ciwanan tekez li ser hevgirtina xwe bi gelê Helebê re kirin. Piştî daxuyaniyê, ciwanên beşdar karwanek wesayîtan çêkirin û li bajêr geriyan.
Di dema karwanê de, ciwanan pir caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Helebê” qîr kirin û piştgiriya xwe ji bo gelê Eşrefiye û Şêx Meqsûd anîn ziman.



