NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşên HTŞ li Helebê, ciwanên li hemû bajar û navçeyên Rojava ji bo beşdarbûna di seferberiyek muhtemel de serî li ofîsên QSD û hêzên Asayîşê didin. Karbidest dibêjin ku serlêdan pir in û ciwan amade ne ku ji bo ewlehiya herêmê xwebexş bibin.



