NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê sê gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em hevrêyên xwe Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê ku di têkoşîna sala 2023’yan de li herêma Zapê tevlî karwana şehîdan bûne, bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Şahîn, Demhat û Zinar ji bo gelê me bi azadî, wekhev û bi rengekî xwişk-biratî bijîn, beşdarî nava PKK’ê bûn. Temen û canên xwe yê ciwan fedayê doza azadiyê kirin. Bi wêrekiyek mezin, dilsoziya bi azadiyê re û îdîaya şoreşgerîbûnek xurt, cihên xwe di nava refên gerîla de girtin. Bêhesab tevlî têkoşîna şoreşgerî bûn û bûn gerîlayên ku li çiyayan destanan dinivîsîn. Bêrawestan bi rengekî fedaî têkoşîn kirin. Mîrateya têkoşînê ya ku ji şehîdan dewr girtin, mezin kirin û ji bo layiqa vê têkoşînê bibin ked dan. Li dijî êrîşên dijmin xwe di gerîlatiya modernîteya demokratîk de kûrkirin û bersiv dan. Taktîkên gerîla yên dema nû bi rengekî pispor pêk anîn, rê nedan êrîşên dagirkeriyê û xetên berxwedanê hûnandin. Hevrêyên me Şahîn, Demhat û Zinar, wekî gerîlayên bedew, dilpak, şoreşger ên profesyonel û jêhatî bi giyanê xwe yê fedaî yê Apoyî têkoşînê xurttir kirin, navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin û tevlî karwana nemiran bûn.
Wekî ku em ji şehîdên xwe hîn bûne, em soz didin ku em ê têkoşîna qehremanên xwe xurt bikin, armancên wan bigihînin serketinê û bîranîna wan her tim zindî bihêlin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û welatparêz re û gelê me yê welatparêz ên Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Şahîn Cîlo Nav û paşnav: Mazlûm Alas Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Navê dayik-bav: Azîze- Ekrem Cih û dîroka şehadetê: 16 Kanûn 2023/ Zap |
![]() |
Nasnav: Demhat Dirbêsiyê Nav û paşnav: Raman Hesen Yusuf Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê Navê dayik-bav: Meryem- Hesen Cih û dîroka şehadetê: 30 Mijdar 2023/ Zap |
![]() |
Nasnav: Zinar Hesekê Nav û paşnav: Quseyn Abdo Cihê jidayikbûnê: Hesekê Navê dayik-bav: Sene- Ehmet C |
ŞAHÎN CÎLO
Hevrê Şahîn li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di nav malbateke ku di têkoşîna welatparêzî ya azadiya Kurdistanê de fedakariyên mezin kirine de ji dayik bû. Malbata hevrê Şahîn li dijî zilm û êşkenceya ku di salên 1990’î de ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve li ser gelê me hat kirin, berxwedaneke bi rûmet nîşan da û bedelên giran da. Malbata hevrêyê me tevî gelek xizmên wan hatin şehîd kirin, gundên wan hatin şewitandin û wêrankirin jî, her tim helwesta xwe ya bi rûmet parast. Malbat her tim ji zarokên xwe re behsa zilma dijmin a li ser gelê me kiriye û hiştiye ku hişmendiyeke dîrokî ya xurt bê avakirin. Hevrê Şahîn, ku cara yekem bi rêya vegotinên malbata xwe rastiya dijmin zanî, ji destpêkê ve hêrseke kûr li hember dijmin hîs kir. Koçberkirina bi darê zorê ya malbata wî û bi mîlyonan mirovên me, şewitandina malên wan û komkujiyên ku ew pê re rû bi rû man, bû sedema ku di wî de hişmendiyeke xurt a li hember dijmin çêbibe. Hevrêyê me yê ku piştre li dibistanê jî vê rastiyê dît, tu carî xwe aîdê sîstema dewleta Tirk nedît. Ji ber vê piştî demekê, dev ji dibistanê berda.
Hevrêyê me Şahîn ji ber ku ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK’ê û gerîlayên azadiyê yên ku li dijî dewleta Tirk a mêtînger têkoşîna azadiyê dimeşandin nas dikir, eleqeyek wî li hember tevgera me pêş ket. Berxwedana destanî ya gerîlayan a li dijî dijmin pir bandor li ser wî kir. Wî gerîlayan wekî lehengên zarokatiya xwe û hêza rizgariya gelê me didît. Ji ber vê yekê, dil û berê wî her tim li gerîlayan bû. Hevrêyê me Şahîn piştî ku dev ji dibistanên mêtîngeriyê berda, tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû û demek dirêj di van xebatan de cih girt. Bi lêhûrbûn û xebata pratîkî ya ku di vê demê de kir, partiya me PKK’ê û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas kir û roj bi roj têkoşîna xwe xurttir kir. Bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd partiya me nas bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin. Di van xebatan de rolek diyarker lîst û serketinên mezin bidest xist. Hevrê Şahîn, dema ku di nava xebatên ciwanan de bû, ji aliyê dijmin ve hate dîlgirtin û şeş mehan di zindanên dijmin de ma. Hevrêyê me li vir jî têkoşîna xwe bi rengekî xurt domand.
Hevrêyê me yê ku di girtîgehê de jî sekna xwe ya şoreşgerî parast, piştî ji girtîgehê derket biryar da ku têkoşîna xwe xurttir bike. Hevrêyê me ku li ser vê bingehê xebatên milîsiyê kir, derfeta ku gerîlayên azadiyê ji nêz ve nas bike, bidest xist. Hevrêyê me ku ji sekn û fedekariyên gerîlayên ku ewil dîtî bandor bû, hizirî ku divê hê bêhtir têkoşîna xwe berfirehtir bike. Bi saya sekna xwe ya cidî û biryardar a di xebatan de, hevrê Şahîn destketiyên girîng bi dest xist û xwest bi tevlîbûna nava refên gerîla têkoşîna xwe berfirehtir bike. Hevrêyê me bi baweriya ku ew dikare bi vî rengî hê bihêztir bersiv bide daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Şahîn ê ku bi perwerdeya gerîla re hînê jiyana çiya û Partiyê bû, bi taybetî ji heybeta çiyayên Kurdistanê û potansiyela wê ya azadkirinê ku ger rast were jiyîn, bandor bû. Ji ber vê yekê, bi hezkirineke mezin bi çiyayan ve hat girêdan û çiya mîna cihê ku xwe lê nas kiribe pênase kir. Hevrêyê me di pêvajoya ku beşdarî refên gerîla bû de, li dijî gelê me êrîşên berfireh û plankirî hebûn. Hevrêyê me bi vê zanabûnê di demeke kin de xwe di warê leşkerî de pêş xist û piştre bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî berxwedana destanî ya li dijî van êrîşên dijmin bû. Piştî ku demek dirêj li kêleka gelê me di çeperên berxwedanê de cih girt, ligel ku du caran birîndar bû jî, ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe her tim di nava lêgerînan de bû.
Piştî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca tasfiyekirina gerîlayên Azadiya Kurdistanê destpêkirin, hevrêyê me Şahîn careke din berê xwe da çiya. Bawer kir ku divê pêşî xwe di rastiya Rêber Apo û PKK’ê de kûrtir bike û li ser vê bingehê xwest tevlî perwerdehiyê bibe. Bi lêhûrbûnên xurt gihîşt wê baweriyê ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikare bibe çavkaniya çareseriyan ji bo hemû pirsgirêkan. Weke milîtanek Apoyî hevrêyê me dixwest peywir û berpirsiyariyên demê pêk bîne, ji ber vê xwe di têgihîştina felsefeya azadiyê de kûrtir kir. Hevrê Şahîn, ku hem ji hêla îdeolojîk hem jî di hêla leşkerî ve gerîlayekî azadiyê yê jêhatî bû, bi israr pêşniyar kir ku derbasî qadên berxwedana li dijî dagirkeriyê bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me derbasî herêma Zapê bû, cihê xwe di nava tîmên nîvteger ku yek ji taktîkên dema nû bû û tevlî berxwedanê bû.
Hevrê Şahîn ê ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî yên nemirovane yên dijmin li dijî hevalên xwe pir hêrs bû, her kêliyê xwe li ser çawa dikare derbeyên xurt li dijmin bide, lêhûrbû. Ji bo ku encamên bidest xistî bipartîk bike ked û hewldanek mezin raber kir. Tevî tevlîbûna xwe ya çalak û enerjîk jî, hevrêyê me qet xwe têr nedidît. Ji bo bersiv bide pêvajoya dîrokî her tim di nava lêgerîna xurtikirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me Şahîn ku bi kesayetiya xwe ya kedkar, dilnizm û fedakar, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist û têkoşîna xwe ku bi biryardarî û îdîayek mezin dabû destpêkirin li lûtkeyê temam kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em ê têkoşîn azadiyê yê hevrê Şahîn mînak bigirin û bîranîna wî li Kurdistanek azad bidin jiyîn.
DEMHAT DIRBÊSIYÊ
Hevrêyê me Demhat li Dirbêsiyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, bi exlaqê tevgera me mezin bû. Hevrêyê me ji ber ku li ciheke xwedî zanebûna neteweyî û di nava malbateke dilsozê çanda Kurdî de bû, xwedî avantaj bû. Di nava malbateke qelebalix de mezin bû, lewma bû xwedî kesayetek civakî. Li her derê weke çavkaniya moral û kelecanê hate naskirin. Di her bûyerê de tecrube bi dest xistin. Aliyê wî yê kedkar û avaker bal kişand. Hevrêyê me rastiya dijmin hem ji tevlîbûnên nava malbatê hem jî ji pêvajoya Şoreşa Rojava fêr bû. Xwişka xwe ya mezin a di nava refên me de, ji xwe re mînak girt. Sala 2012’an dema xweserî hate îlankirin, tevî ku temenê wî biçûk jî bû xwest tevlî bibe. Lê belê ev xwesteka wî nehate qebûlkirin. Neçar ma ku xeyala xwe ya tevlîbûnê taloq bike. Hevrêyê me xwest di nava xebatên şoreşê de cih bigire, sala 2017’an ji Başûrê Kurdistanê bi malbata xwe re hate qada Rojava. Ji berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bandor bû. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de di çeperê şer de cih negirt, lê belê di hin xebatan de cih girt. Projeya konfederalîzma demokratîk a Rêbertî zindî bû û li pêşberî berxwedana pêşketî jî, fikirî ku wextê wî yê tevlîbûnê hatiye.
Hevrêyê me sala 2017’an li Rojava tevlî bû, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hîn bi hestiyar bû. Hevrêyê me li qada Rojava perwerdeya xwe ya ewilî dît, pir zû adapteyî jiyana Apoyî bû. Bi saya xwesteka xwe ya fêrbûnê û tevlîbûna perwerdeyê, demek kurt pêş ket. Xeyala hevrêyê me ya herî mezin ew bû ku di qada leşkerî de bibe pispor û darbeyên mezin li dijmin bixe. Dema ku dewleta Tirk a qirker sala 2018’an li Efrînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, tevî ku şervanekî nû jî bû pêşniyar kir ku di refên herî pêş de cih bigire. Ji ber ku di qada leşkerî de hîna nû bû, ev pêşniyara wî nehate qebûlkirin. Ev yek qebûl nekir û ji bo ku di qada leşkerî de bibe pispor, soz da xwe. Sala 2019’an perwerdeya sabotajê di asteke pispor de qedand. Di pêvajoya perwerdeyê de li ser dahûrandin û parêznameyên Rêbertî lêhêrbûn kir û xwest hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de bike pispor. Bi saya lêpirsîn û tevlîbûna xwe ya di perwerdeyê de her hûrgûlî fêr bû. Derfet dît ku demek pir kurt di branşeke xeter a mîna sabotajê de, pratîk bimeşîne. 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi performanseke bêhempa tevlîbûn raber kir. Hevrêyê me darbeyên giran li dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê xist, îspat kir ku di qada leşkerî de jî êdî şervanekî pispor e. Hevrêyê me yê di qada berxwedanê ya Serêkaniyê de cih girt, weke şervanekî bi wêrek ji hevrêyên xwe re bû mînak. Bi gelek çalakiyan windahiyên giran bi dijmin da jiyankirin. Dîsa heman salê, li eniya Eyn Îsa birayê wî yê mezin û hevrêyê me yê hêja Ramazan (Husên Hesen Yûsif) tevlî karwanê şehîdan bû. Rastiya şehîdan a di Tevgera me de zanî û hîn zêdetir bi jiyana partiyê ve hate girêdan. Fêm kir ku rêya bicih anîna Kurdistana azad ku xeyala şehîdên me ye, ew e ku darbeyên mezin li dijmin bixe. Di nava xizmên wî yên nêz de şehîd hene, zavayê wî û xizmê wî şehîd in, vê yekê berpirsyariyên hîn mezintir da ser milê hevrêyê me. Hevrêyê me li her qadê di nava çalakiyê de bû, demek kurt hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de bû pispor. Ji Cizîrê heya Dêrazorê di her hemleyê de cih girt û xwedî li wezîfeyên partiyê derket.
Hesreta hevrêyê me ya ji bo jiyana gerîla, bû sedem ku berê xwe bide çiyayên azad. Sala 2021’an dewleta Tirk di operasyona dagirkeriyê ya li ser qada Garê dayî destpêkirin de, darbeyeke giran xwar û tarzekî şer ê nû derket holê. Vê yekê hesreta hevrêyê me ya ji bo çiyayan hîn zêdetir kir. Pêşniyara hevrêyê me hate qebûlkirin û nava demek pir kurt motîveyî jiyana gerîla bû. Li qadên di xeyalên xwe de bû, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me her kêliya jiyana xwe tejî derbas bike. Perwerdeyên branşê yên berê dîtine, fêrî hevrêyên xwe kir û ji bo perwerdeya hevrêyên xwe bû alîkar. Herî dawî di Akademiya Şehîd Mahîr de perwerdeya çekên giran dît û weke gerîlayekî pispor ji her qadê re xwe amade kir. Di tarz û taktîka gerîla ya dema nû de bû pispor û ji bo têkbirina êrîşên dijmin, bû xwedî lêgerîn. Ji bo li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta dagirker li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dayî destpêkirin, di eniya şer de cih bigire israr kir. Bi lêhêrbûna di pêvajoya perwerdeyê de û bi pisporiya xwe ya di branşên leşkerî de, bû gerîlayekî ku ji pêvajoyê re bibe bersiv.
Herî dawî hevrêyê me li qada Zapê bû û darbeyên giran li dijmin xist. Di jiyan û şer de hevrêyên xwe perwerde kir û weke gerîlayekî pêşeng derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Hevrêyê me Demhat li her qadê û di nava her xebatê de xwe fedayê serketinê kir. Bi tempoya xwe ya ku rawestanê nizane, tevlîbûna xwe ya bi moral û kesayeta xwe ya fêrker wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Demhat weke pratîkvanê pîvanên partiyê ruhê fedayî yê Apoyî di xwe de şênber kir. Hevrêyê me 30’ê Mijdara 2023’yan li qada berxwedanê ya Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Weke şopdarê şehîdên me derbasî dîroka me ya partiyê bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrê Demhat ji Rojava heya qada Zapê dewrî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin.
ZINAR HESEKÊ
Hevrê Zinar ji malbateke bi eslê xwe Ereb li bajarê Hesekê ji dayik bû. Rewşa Hesekê wekî bajarekî ku gel û baweriyên cuda lê bi hev re dijiyan, hurmeta ji bo gelên din û hesta jiyana hevpar di hevrêyê me de pêş xist. Ji ber vê yekê ew ji nêzîkatiyên nijadperestî û olî yên ji dema rejîma Baasê û ji yên di dema dagirkeriya DAÎŞ’ê de dihatin ferzkirin, bandor nebû. Hevrêyê me yê ku dît bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel di nava wekheviyê de dijîn, meraqa wî li hember felsefe û hişmendiya ku vê rastiyê pêk tîne zêde bû û li ser vê bingehê ket nav lêgerînan. Di sala 2015’an de, wî lêgerîna xwe kûrtir kir û pêşî hêzên azadiya Rojava nas kir. Hevrêyê me yê ku hînbû ev hêza ku li dijî rejîm û çeteyên DAÎŞ’ê serketinê bi dest dixin, hêza xwe ji îdeolojî û manewiyeta Rêber Apo digire, hewl da ku rastiya Rêber Apo û Tevgera me PKK’ê nas bike. Hevrêyê me di heman demê de di vê pêvajoyê de tevlî hêzên azadiya Rojava bû, di demeke kûrt de xwe di warê leşkerî de perwerde kir û cihê xwe li eniya şer girt. Hevrêyê me di gelek pêngavên li dijî çeteyan de cih girt, tecrûbe û jêhatîbûna leşkerî bi dest xist. Hevrê Zinar piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, derbasî herêma Şehbayê bû û li vir tevlî pêngavên berxwedanê bû. Hînê bikaranîna gelek çekan bû û di çalakiyên li dijî dewleta Tirk û çeteyên ku ew destek dida de roleke çalak lîst. Piştre xwest xwe di warê îdeolojîk de perwerde bike û têgeha “Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo ku bingeha jiyana azad a hemû gelan misoger dike, hîn bibe. Hevrê Zinar ê ku bi rêya vê perwerdehiyê rastiya Rêber Apo bêhtir fêm kir, wekî şervanekî enternasyonalîst bi awayekî profesyonel beşdarî xebatên şoreşgerî bû. Wek şervanek Ereb ji ber ku dizanibû dewleta Tirk dijminê hemû gelên li herêmê ne, bawer kir ku yekane rêya li dijî armancên wê yên dagirkeriyê girtin, xurtkirina têkoşînê ye. Ji ber vê yekê, berê xwe da çiyayên azadiyê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Zinar, ji ber kelecana dîtina çiya ku berê tenê ji dûr ve dîtibû, pir kêfxweş bibû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û coş di demeke kûrt de hînê jiyana çiya bû. Hevrêyê me ku xwedî tecrûbeyek leşkerî bû, bi perwerdehiya hunera şer re, hem taktîkên gerîla yên bingehîn û hem jî yên nûjen bi jiyanî kir. Di heman demê de, ji hêla îdeolojîk ve xwe perwerde kir, pêş xist û weke gerîlayekî jêhatî derbasî xebatên pratîkî bû. Êrîşên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê hatin destpêkirin, hêrsa hevrê Zinar hîn bêtir xurt kir. Ji ber vê hevrêyê me demildest dixwest tevlî berxwedanê bibe û diyar kir ku ew dikare bi pêkanîna tecrûbeyên xwe ya leşkerî derbên giran li dijmin bide. Li ser vê bingehê hevrêyê me tevlî yekîneyên nîvtevger ên gerîla bû û derfet dît ku li herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike. Di çalakiyên ku beşdar bû de, di lêdana derbên giran li dijmin de rolek girîng lîst. Tevî vê yekê jî, wî qet xwe têrker nedît. Ji ber vê yekê, ew her tim hewl dida ku têkoşîna xwe xurttir bike. Bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî ji aliyê dijmin ve li hember berxwedana ku di tunelên şer de pêş diket, hêrsa hevrêyê me Zinar hîn zêdetir kir. Hevrêyê me vê hêrsê veguherand têkoşînek bi bandortir û tevlîbûneke çalaktir raber kir. Tevlî gelek çalakiyên ku dijmin têk bibe û felç bike, bû.
Hevrêyê me ku herî dawî li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê tevlî xebatan dibû, li vê herêmê beşdarî gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî bû. Wêrekiya wî û sekna wî ya bêtirs moralê hevrêyên wî bilind kir û tirs xist dilê dijmin. Hevrê Zinar ê ku bi tevlîbûna xwe ya bi cewher û sekna xwe ya dilnizim di bîranînên hemû hevalên xwe de şop hişt, di 30’yê Mijdara 2023’yan de di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku wekî hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ji bo pêkanîna Konfederalîzma Rojhilata Navîn a demokratîk û azad ku xeyalê hevrê Zinar bû, dewam bikin.”






