Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

“Şehîd Erdal rihekî fedayî dida milet”

Edîtor: Çekdar Amed
01/12/2025 - 13:22
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 17 mins read
A A
“Şehîd Erdal rihekî fedayî dida milet”
ParvekeTweet

REQA – Şehîd Erdal Şahîn (Celal Şahîn) bi destpêkê geşedanên li Sûriyê û şoreşa Rojava re, weke xwendekarekî tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Şehîd Erdal, bi eslê xwe ji gundê Bilik ê Kobanê, bi salan di nava tevgera ciwanên Apoyî de cih digire û pêşengtiyê dike. Li gelek bajaran kar dike, gel û bi taybetî ciwanan bi rêxistin dike û hezkirinekî mezin derdora xwe kom dike. Di 30’ê Cotmehê 2018’an de, li çiyayên Kurdistanê, di êrîşekî dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Apê Şehîd Erdal Şahîn, Celal Şahîn, behsa jiyan, kesayet û tekoşîna wî kir û rola wî ya pêşeng di rêxistinkirina ciwanên hemû netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir:

“Şehîd Erdal, navê wî (Celal) navê min e. Ji ber wê demê min di nav rêxistinê de kar dikir, qezayekî bi min re çêbû, piştre navê wî li ser navê min lêkirin. Ez wê çaxê di nava kar û xebatê rêxistinê de bûm. Di sala 1986’an de, malbata me û gund bi şiklekî giştî rêxistin nas kirin, PKK nas kirin û mala xwe ji PKK re vekirin û ji hevalan re vekirin. Mala yekemîn ku di gund de hat vekirin mala me bû, mala bavê me bû. Di wê demê de heval dihatin û diçûn, tiştê ku li ser milê me, welatparêziya me, me wê demê, her kesî nedikarîbû malê xwe ji hevalan re vekira. Dijmin bû, dewleta Sûrya ya Baas bû, tu carê kurdan rehat dedihişt û ji wê rêzêtir jî, her kes nedikarîbû mala xwe ji rêxistinê re vekira û rêxistin jî li mala xwe qebûl bikira. 

DI ZAROKATIYA XWE DE HEZKIRÎ BÛ

Di biçûkbûna şehîd Erdal de pir hezkirî bû, jêhatî bû. Piştî ku 7 salî bû, êdî çû dibistanê, xwendin dikir. Malê wan mala birayê min bû, xwendina xwe li Minbicê temam kir. Berî ku here Minbicê, di biçûktiya xwe de hezkirî bû, bi zarokên apên xwe re dimeşiya yanî. Bi şehîd Egîd re dimeşiya, bi heval Kemal re dimeşiya. Bi zarokên apê xwe bû. Di biçûkaniya xwe de, pir rehat û pir qebûlkirî bû. Hezkirina wî hem ji aliyê em bêjin malbatê ve, û him jî ji aliyê malê bi xwe ve hebû. Ji wê zêdetir jî, bi xwe jî, rabûna xwe ku rabû, hezdikir bi insanan re bide û bistîne, civakî bû. Ji xwe tenê heznedikir, dixwest bi bi hevalên xwe re bide û bistîne, here û were, çûn û hatin hebe, nîqaş hebe. Wê demê, ji ber ku di biçûkbûna wî de mal welatparêz bû, di sala 2000’î hinek hevalên birîndar hatin mala me, Heval Koçer bû, hevalê Qadir bû, hevalê Kanî bû, hevalê Baran bû, 7, 8 heval bûn. Hezkirina wan hebû, her 3 diçûn cem hevalan. Hem şehîd Egîd, hem şehîd Erdal û hem jî hevalê Kemal diçûn cem wan. Tiştekî bala min dikşîne. Demê ku nan dixwarin, hevalan banga wan dikirin, digot hûn jî werin bixwin. Bi wan re rûdiniştin, nan dixwarin, piştre jî av li destê hevalan dikirin, hevalan jî digotin em jî av li destê we bikin, hûn jî destên xwe bişon, wan jî destên xwe dişûstin. Hevalan digotin hûnê bibin şervan, hûnê bibin gerîla, bi rihekî hezkirî digotin erê, emê bibin gerîla, bibin hevalan.

LI MINBICÊ KARÊ CIWANAN DIKIR

Şehîd Egîd çû, çû di nav hevalan, Kemal jî çû, bi hev re derketin. Piştre şehîd Erdal xwendina xwe dikir, lê karê hevalan jî dikir, êdî derbasî Minbicê bû. Karekî çawa dikir? Di nav ciwanan de, di nav hevalên xwe de, karê xwe yê ciwantî dikir. Ez carcaran diçûm bi hevalan re, min dinêrî, li wê derê digotin emê civînekê çêkin. Civîn li cem hevalê Erdal e, min civîn diqediya û şûnda, ji heval Erdal re min got, pêwîst e tu xwendinê xwe bike. Tu hatiyê vê derê xwendinê bikî, gerek e tu bixwînî. Ji ber ku malbata wî, mala bavê wî û birayê wî çandinî dikirin. Wî jî dixwend. Me didît civîn cem wî hebûn. Ew jî hezkirî bû, di nav milet de, di nav hevalên xwe de hezkirî bû. Her kesî behsa heval Erdal dikirin, heval Erdal jî her tim bi ken bû, henek dikir, bi hevalên xwe re. Mînak ew û hevalên xwe dicûn û dihatin. Carinan ez diçûm cem wî, min dinêrî, pirtûkên Serokatî dixwîne. Destpêkê, tê bîran min “Berxwedan Jiyan e” dixwîne. Ji min re hinekî şîrove dikir. Piştre qederekî ma, çû, min dît pirtûkekî din dixwîne. Min digot, ez berî hatim, te “Berxwedan Jiyan e” dixwend, niha tu pirtûkekî din dixwînî. Digot, “erê, eger însan di nav rêxistinê de xwe nehelîne, nikare tu kar bike”. Hinek pêşketina wî roj bi roj zêdetir dibû. Hem di karê civakê de, hem ji aliyê hevalên xwe de, hem di nav rêxistinê de, di nav ciwanan de.

EGER ÎNSAN BI RÊXISTINÊ RE XWE NEKE YEK, NIKARE TU KARÎ BIKE

Me dizanîbû ku karê ciwanan dike, ji ber ku ez pir caran bi hevalan re diçûm û ew di civînê de hezir dibû. Hevalan behsa wî dikirin, digotin, “heval Erdal li wir karekî mezin dike di nav ciwanan de. Demek hat, bakaloriya li Minbicê qedand, derbasî zanîngehê bû. Dema derbasî zanîngehê bû, gelek caran min didît ew û heval Canpolat û hevalê Şahîn bi hev re digerin, kar dikin. Wê çaxê, her sê, karê ciwanên şoreşger dikirin. Em jî yê qada civakî bûn, me hev didît. Di wê demê de, gor me fêm dikirî, karê ciwanan êdî girtibû ser milê xwe. Piştre qederekî çû, hevala Viyan şehîd ket, dema hevala Viyan şehîd ket wî li wê derê soz da. Ew ne sozekî nû bû, ji ber ku berî di nav kar de bû, her yek di nav rêxistinê de jî, demê ku bi hevalekî xwe bandor dibe, yan pêdiêşê, dema şehîd dikeve, pir bi bandor bû, gelekî pê êşiya, wê demê soz da ku silehê heval Viyan li erdê nehêle.

XWENDINA YEKEM, XWENDINA ŞOREŞÊ YE

Karê xwe yê ciwanên şoreşger berdewam kir. Li wê derê digot ezê herim xwendina xwe ya zanîngehê bixwînim, lê me fêm kir, tenê ne xwendin bû, zêdetir karê rêxistinê. Ji ber ku pirtûkên Serokatî dihatin, parêznameyên wî, ji yek heya pencan, giştî me didît xwend. Ji bilî wan jî, çi pirtûkên hem yên Marks, hem yên şoreşên diniyayê, me dît ku dixwîne. Min pir caran jê re digot, “Pêwîst e tu xwendina xwe biserxînî”. Ew digot “Niha xwendina yekem xwendina şoreşê ye. Pêwîst e em şoreşa xwe biserxînin, ji bo em bikaribin bi zimanê xwe xwendinê bikin”. Ez ji aliyê malbatî apê wî bûm, lê min nedixwest bikeve cihekî teng. Min her tim dixwest rê li pêşiya wî vekirî be. Ez wê demê rêveberiya qada civakî ya Minbicê bûm. Wî karê Minbicê dikir, min jî karê Minbicê dikir. Piştre hinekî di Rojava de, di Sûriyê de, serhildan çêbû, her kesî dixwest ku rejîma Baas xilas be, ji Daara destpêkir û bi her derê agir pê ket. Wê demê ew karê xwe resmî kir. Digot lazim e em kurdên xwe li Minbicê zimanê kurdî bidin xwendin.

ZAROKÊN GUND FÊRÎ XWENDINA KURDÎ DIKIR

Dibistanekî li Minbicê vekiribû, li wê dibistan zarokên kurd fêrî zimanê kurdî dikir. Her ku çû karê wî li Minbicê berfireh bû. Hem diçû Heleb, hem diçû Hums ji bo zanîngehê. Lê gorî ku min fêm kirî, li wir zanîngehê negihand dawiyê, ji ber tevlîhevî pir çêbû. Ew jî dev ji wê derê berda, hat Minbicê, hat Kobanê, hat gund, demekî got “pêwîst e zarokên gund fêrî zimanê kurdî bibin”. Hemû zarokên gund fêrî xwendinê kurdî kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger êdî di nav gundên Kobanê de pir bû. Li vê derê, êdî çete dixwestin derbasî herêmên kurdan bibin, derbasî gundên kurdan bibin. Di gundên welatparêz ên Kobanê de, her kesî fêrî sîlehê dikir, fêrî şer dikir, çawa nehêlin çete derbasî gundên wan bibin.

HER GUND KOMÊ PARASTINÊ ÇÊKIR

Di milê rojavayê Kobanê de destpêkir. Şer li wir destpêbû, bi Cebhet El Nûsra û yên bi navê “Artêşa Azad”, êrîşê gundên rojavayê Kobanê kirin. Ji me re behsa şerê li wê derê dikir. Me digot, “ma tu çûyî wê derê?”. Digot, “em wek Ciwanên Şoreşger, em ciwanên fedayî ne, ku derê rêxistin bêje, em li wê derê ne. Her ku diaxive, dikene, henekê xwe dikir. Lazim e mirov ku derê çû, jîhatî be. Lazim e em nehêlin tu carî dijmin bikeve herêmê me. Emê berxwebidin. Em di nav ciwanan de ne, ê ku herî zêde dikare li hember dijmin bisekine, ciwan in. Ê ku vî barî rake, ciwan in. Ê ku bikaribin temsîla vê gelî bikin û vî gelî biparêzin ciwan in. Lazim e ciwan xwedî li ciwantiya xwe derkevin û berxwebidin. Tu carî qadan ji tu kesî re vala nehêlin. Piştre şer di milê Girê Spî de hat, di her aliyan de şer bû, em carcaran diçûn nobedê. Her gundekî grûp çêkiribûn, zêdetirî gundên welatparêz, hinek jî hebûn, derneketibûn.

DI ÊRÎŞA KOBANÊ GELEK KES ŞEHÎD KET

Her girûpekî dora xwe dihat, ger bihata xwestin, diçûn xerbî, ger bihata xwestin, diçûn şerqî. Li gund gelek hevalên me tevlî parastinê bûn û di wê derê de tevlî şer jî dibûn. Ji wan bi dehan şehîd hene. Kesên ku grûp çêkirine û diçûne gundan, bi dehan hevalên me şehîd hene. Wê demê, car caran hevalê Erdal jî dihat, li me dinêrî, grûpa ciwanan pê rabû, dihat hinek noxte yê hevalan. Wek mêvanekî, wek insanekî, hem girêdanê, seknê wî û hem jî piştgiriya wî ji van şoreşgeran, ji bo parastinê, li her derê ku dihate xwestin li wê derê dihat dîtin. Piştre her ku diçû, piştî çeteyên Cebhet El Nusra ji Minbicê derketin, hatin aliyê Kobanê, êrîşî Kobanê kirin, piştre qederekî sekinye û piştre Cebhet El Nusra bû DAIŞ. DAIŞ dixwest were Kobanê, Kobanê ji xwe re bibin û herin. Di êrîşê Kobanê de, gelek kes şehîd ketin, weke hevala Berfîn, weke hevala Peyman û hevalên din. Penc hevalên gund di êrîşê DAIŞ’ê de şehîd dikevin. Êrîş hat ser Kobanê, wê demê, felaket di nav milet de çêbû. Hemû milet berê xwe dan Kobanê û çûn.

ŞEHÎD ERDAL RIHEKÎ FEDAYÎ DA MILET

Kî li piştê milet ma? Hevalên me man. Hem hêzên eskerî, hem yên ciwanan. Wê demê karîbûn xwe bikin çemberê û wê çemberê parastin bikirin. Dijmin ji her alî dihat. Di wê êrîş de milet hinek koçber bû, hinek derket Bakurê Kurdistanê, hinek li ser sînor ma, û wê demê hevalê Erdal hem li ser sînor, diçû û dihat, heval derbas dikir, hem jî şer dikir di hindûrê bajêr de û hem jî tiştên milet dianîn. Rihekî herî mezin da milet, ji ber herî zêde ew di nav milet de bû. Milet didît çawa wî hevalan derbasî Kobanê dikir. Milet rihekî fedayî ji wî girtibû. Wî jî bi rihekî fedayî kar dikir, bi rihekî Apoyî kar dikir. Bi rihekî hezkirinê kar dikir. Ew rih hişt ku her kesekî ji wî cesaret bigire. Rihekî civakî bû. Her kes jê hez dikir. Dema behsa heval Erdal dikirin, her kes dixwest heval Erdal bibîne. Her kesî dixwest pê re danûstandin bike, jê tiştan bigire, wek felsefeyekî vekirî, hem ji xwe re, hem ji hevalên xwe re. Wek însanekî ku 24 saetên xebatê xwe ji bo bigihêje armancê xwe. Bê rawestandin karê xwe berdewam dikir û hîn digot “min tiştek nekir”. Di nav civakê de her kesî behsa wî dikir.

LAZIM E GEL BI FIKIR TÊR BIKÎ

Heval Erdal heta dawî di nav şerê Kobanê de bû. Piştre heta rizgarkirina gundan, heya sînorê Sirinê, wan deran, piştre xeta Kobanê û Serêkaniyê de bû. Girê Spî rizgar bû, wê demê çû Girê Spî û li wir kar dikir. Ez li Akademiya Şehîd Ezîz bûm wê çaxê, ew jî li Girê Spî karê Ciwanên Şoreşger dikir. Ez carinan dihatim mêvandarî cem wî. Car caran ez dihatim cihê hevalan li Girê Spî, her kes ew nas dikir, cihê wî cem her kesî hebû û bi hûrmet nêzî hevalê Erdal dibûn. Heval Erdal pir di nav gelê Girê Spî de digeriya û hêzekî wî yê pir mezin hebû. Dema ku çû Girê Spî, me dît çiqas ciwan li derdora wî ne. Hemû dixwestin heval Erdal banga wan bikin. Min jê re got, “te ji van hevalan re çi kiriyê?”. “Eger ku tu hevalekî birçî bihêlî, ew nikare tu karî bikî. Lazim e tu bi fikir wî têr bikî, berî her tiştî, heya bikaribe bi te re heya dawî here û heya rihê xwe feda bike.

DI ÇAVÊ WÎ DE HER CIWAN ŞOREŞGEREKÎ BÛ

Minbicê hat rizgar kirin, dîsa li Minbicê karê Ciwanên Şoreşger dikir. Li wê derê Ciwanên Şoreşger bi rengekî pir fireh û pir mezin bandorekî li ser ciwanan bikin. Tu ferq û cûdahî tunebû, di nav ciwanên ereb, çerkez, aşûrî, ermenî, ferq tunebû. Di çavên wî de her ciwan şoreşgerek bû û her ciwan di çavên wî de felsefeyekî bû. Ji bo bikaribe felsefeya Rêber Apo bide qebûl kirin, çi ji destê wî dihat, dikir. Dikarîbû her kesî bi rêxistinê re girêbide, bike şoreşger. Belkî bi dehan ciwan bi rêya wî bûn şoreşger, ji her netew. Tevî wî jî, bi xwe di nav wan ciwanan de bû. Dixwest hevalên xwe ji xwe zêdetir zana bike. Ne tenê fêr dikir, digot pêwîst e tu bibe mîlîtanekî, siyasî û leşkerî, di hemû milan de. Piştî Minbicê, ji me re gotin mumkun e heval Erdal here çiya û piştre vegere. Piştre, min ji hevalan re got ku bû demekî ku heval Erdal xuya nake. Gotin ku çû perwerdeyekî bibîne, wê demekî bimîne û vegere. Wê demê ku çû, gelek heval pê re çûn. Belkî bi sedan ciwan dema bihîstin heval Erdal çû çiya û wan bi xwe re nebirin, acizbûna xwe anîn ser ziman. Digotin “çima wan birin û me nebirin? Pêwîst bû em jî bi heval Erdal re bûna. Eger şehîd bibe jî, lazim e em berî wî em şehîd bikevin”. Hezkirinekî wisa ji gel re hebû, û hezkirinekî wisa yê gel ji bo heval Erdal jî hebû.

ŞEHÎD ERDAL Û ŞEHÎD ŞAHÎN BI RIHEKÎ ŞOREŞGERÎ JI HEV HEZ DIKIRIN

Dema ku heval Şahîn û heval Erdal hevaltiya hev dikirin, wê demê, ne tenê ku zarokên apên hev bûn. Rihekî welatparêziyê, rihekî şoreşgertiyê, rihekî hevaltî û rihekî apocîtiyê hebû. Ser wî rihî pir ji hev hez dikirin, ji her kesî bêhtir, ji hev hez dikirin. Demê ku bi hev re ketin kar, û kar û xebat didan meşandin. Qederekî bi hev re bûn, hevalê Şahîn, ew jî kurê posmamê min e, ez apê her duyan im. Min dît ku dema ku ew bi hev re dimeşiyan û kar û xebatê ciwanan dikirin, heval Şahîn berî heval Erdal tevlî bûbû. Ji malekî ne ewqas dewlemend bû, Li wê derê diçû xwendina xwe li gundekî ereb. Li wê derê erd kirî û kar û xebatê xwe ya malê li wê derê dida meşandin. Li wir xwendina xwe temam kir, piştre bakaloriya jî qedand, derbasî zanîngehê bû li Heleb. Em li mala bavê wî bûm, bala min kişand, hat ji bavê xwe re got, ezê tevlî hevalan bibim. Bavê xwe pê keniya. Got “tu çima ji min re dibêje ku tu wê tevlî hevalan bibe, tu min tehdît dikî?”. Got, “na, wellah, ezê tevlî bibim”. Got “ez tiştek ji te re nabêjim, ez 2 gotinan ji te re dikim: eger ku tu herî di nav hevalan de, tu wê venegerî, tu wê îxanetê bi hevalan re nekî. Tu wê serbilind bî û em heta dawî jî bi te re serbilind in. Lê eger ku tu vegerî, tu xiyanetê bi hevalan re bikî, tu ne kûrê min î”. Min jî jê re got, “bavê Şahîn, te çima van gotinan jê re kir, belkî ew ji xwe re wisa dibêje”. Got, “na, ez dizanim armancê wî çi ye”. Bi rastî hevalê Şahîn hevalekî pir hêja bû. Însanekî vekirî û însanekî pir civakî bû. Hevalekî derdor ê ku jê hez nedikir tunebû, hem ji aliyê malbatê, hem ji aliyê gundiyan de, hem ji aliyê gel de, bi rastî însanekî hezkirî bû, însanekî vekirî bû. Bandora xwe, çawa ku ew û şehîd Erdal bi hev re bûn û bi hev re şehîd ketin, hevaltiya wan bi hev re, bandora xwe li her kesî ku wan nas dike hebû. Belkî niha bi dehan kes ku wan nas dikin, wan dîtin û bi wan re danustandin, dibêjin pêwîst bû van hevalan şehîd neketibana, hîn ji bo demê zû bû. Ji ber di biçûkatiya xwe de xwe gihandin astekî herî bilind, dikarîbûn di wê astê de xwe birêxistinkiribana, û hîn zêdetir di qadê de bihatana dîtin. Lê, demê ku em behsa hevalê Şahîn dikin, hevalê Erdal dikin, em behsa Apoyîtiyê dikin, em behsa rihê gelê azadîxwaz dikin, em behsa gelê şoreşger dikin, em behsa hemû hevalan, hemû gerîla dikin. Em di kesayeta wan de, kesayeta her du hevalên şehîd, Şahîn û Erdal, em bejna xwe li ber hember hemû hevalên şehîd ditewînin, em bi rêzdarî hemû hevalan bibîrtînin û silav û rêzên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

Nivîsa Pêş

Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

Lîgayê Fûtbol a Şehîd Bêkes Qamişlo didome

Lîgayê Fûtbol a Şehîd Bêkes Qamişlo didome

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.