DIRBESIYÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan li Dirbesiyê ji bo bîranîna 25’ê Mijdarê, Roja Tekoşîna li Dijî Şiddeta Ser Jinê, civînek li dar xist.
Di civînê de polîtîkayên hişmendiya zilamê serdest a li hember jin û civakê hatin nîqaşkirin û bandora van polîtîkayan li ser jiyana jinan bi berfirehî hate destgirtin. Axaftvanan tekez kirin ku divê jin, bi taybetî jî jinên ciwan, pêwîste li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya rêxistinkirî xurt bikin.
Civîn bi pêşandana vîdyoyek li ser girîngiya dîrokî û hemdem a 25’ê Mijdarê bi dawî bû.


