STENBOL – Li Stenbolê Yekîneyên YCWK di daxuyaniyekê de ragihandin ku ciwanan 27ê Mijdarê Roja avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Beyoğlu pîroz kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên YCWK Stenbolê li navçeya Beyoğlu kom bûn da ku Roja Berxwedana Neteweyî pîroz bikin.
Di demekê de ku em dikevin salek nû ya têkoşînê, em diyar dikin ku em êdî ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber APO çisetek din nas nakin, û em ê bi vê armancê li her derê xwe birêxistin bikin û têkoşînê xurt bikin.
Careke din, em Roja Berxwedana 27ê Mijdarê ya gelê xwe pîroz dikin, tekez dikin ku pêwîst e her kes xwedîderketina pêvajoyê mezintir bike, û bang li hemî ciwanên welatparêz dikin ku tevlî YCWK bibin û têkoşînê berfireh bikin.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê”


