ENQERE – CHP, ku ragihand ku ew ê di civîna xwe ya 18’emîn de endamek ji bo şandeya ku diçe Îmraliyê destnîşan neke, salona civînê terk kir û di nav endamên mayî de dengdan hat kirin. Biryara çûna Îmraliyê hat dayîn.
Li gorî agahiyan, komîteyê bi 32 dengan “erê”, 2 dengan “na” û 3 dengan jî bêalî ma.
Tê payîn ku komîsyon di serê hefteyê de biçe Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.



